Li welatê genim nan nayê peydakirin
Her çiqas parêzgeha Kirmanşanê li Îranê di nav hilberînerên sereke yên genim de be jî, îro bi xizanî û birçîbûneke berfireh re rû bi rû ye. Tabloyên “Nan bi deyn (nexwazî) tune ye” yên li firinan, çîroka kêmpeydabûna nan a li welatê genim vedibêjin.
SARA PORXEZARÎ
Kirmanşan – Bêhna nanê germ ku ji dilê tenûreke geşbûyî ber bi kolanan ve diçe, ewqas bi can û hêz e ku zikekî têr jî dişewitîne (dixapîne); çi bibe ji bo kesekî ku bi rojan e tam û bêhna nan negirtiye û bi hesret li dû zivirînên tenûrê dinhêre, mîna ku her dorek jê hêviyek be ji bo gihîştina bi pariyek ji nanek. Ev nihêrîn tenê ji hêla wan kesan ve tê fêmkirin ku çepera wan a dawîn ji bo xilasiya ji birçîbûnê, lûqeyek nanê vala ye. Lê ev hêviya dawîn jî ji gelek kesan hatiye stendin. Ev çîrok behsa mirovên wiha dike ku êdî nikarin nanekî sade jî bikirin û birçîbûn ji bo wan bûye rûtîneke rojane.
Kirmanşan bi awirên ku li nan asê dimînin dagirtî ye
Ger em van rojan li kolanên Kirmanşanê bigerin, hejarî bi awayên cûrbecûr xwe nîşan dide; di cilên kevin ên li ser can de, di nexweşên ku bê derman hatine hiştin, di mêr an jina ku bi rojan e tiştek nexwariye û nikare tewar nanekî tenê jî bikire. Ji bo gelek kesan, nan êdî ji tenûrê nayê, di nava zibil û çopê de an jî ji destên rêberekî (rêwiyekî) ku dibe ku dilê wî bişewite û perçeyek nan pêşkêş bike tê gerandin. Van rojan, Kirmanşan bi awirên ku li nan asê dimînin dagirtî ye. Nihêrînek ku ne ji xwesteka tama xweş a nan, ji birçîbûn, şerm û bêçaretiyê derdikeve holê û ji bo nihêrîna wan a lêgerbar tu bersivek tune ye. Her çiqas ew ji bo dîtina nanekî penahê bibin ber nanpêjekî jî, ji bilî redkirina daxwaza xwe tu bersivekê nabînin.
Nan ji ser sifreyan hat rakirin
Ger em van rojan bikevin firûnên cûrbecûr, em ê hema hema her gav rastî kaxezekê (pelekî) werin ku bi xetekî stûr û biryardar li ser “Nanê bi deyn tune ye” hatiye nivîsandin. Lê ev hevoka hişk û kurt, ne tenê ragihandinek hêsan e; li pişt vê kaxezê bi hezaran daxwazên nanê bi deyn razane; daxwazên ku ewqas zêde bûne ku nanpêj aciz kirine û ew neçar kiriye ku vê peyamê li çend cihan bi firûna xwe ve bizeliqîne. Dibe ku ji bo ku her roj neçar nebe bi şermezarî çavên lava yên mirovên ku ji bo pariyek nan hatine red bike. Ev pela biçûk di xuhêr de tiştekî nabêje, lê di rastiyê de ew çarçoveyeke kurt a karesata hejarî û birçîbûna li Kirmanşanê ye. Nîşaneya sifreyên ku her roj biçûktir dibin, malbatên ku nikarin tewar debara rojane ya herî bingehîn jî bikin û mirovên ku nan, pêdiviya wan a herî hêsan û seretayî, ji bo wan bûye kelûpelekî negihîştî.
Li Kirmanşanê endeksa belengaziyê û hilweşîna debara jiyanê
Di mehên dawî de ji ber zêdebûna bi 100 qatî ya bihayên xwarinê, ligel enflasyona bêsînor, gelek malbatên Kirmanşanê bi rêjeyek metirsîdar ber bi xizaniyeke neçarî ve çûne. Xizaniyeke wiha ye ku malbat nikarin hewcedariyên xwarinê yên herî bingehîn jî peyda bikin û neçar in ku her roj ji bo saxmayîn û jiyanê şer bikin. Ev nîşaneke eşkere ya hilweşîna debara jiyanê ye li beşekî girîng ji civaka Kirmanşanê. Li gorî amarên fermî yên li Îranê hatine weşandin, Kirmanşan di sala 2023’yan de bi endeksa belengaziyê ya ji sedî 50’yî di rêza yekem a welat de bû. Lê belê, daneyên herî dawî yên Navenda Amaran a Îranê nîşan didin ku ev endeks di sala 2026’an de bi bazdaneke girîng gihîştiye ji sedî 75’an. Kirmanşan piştî Sineyê di endeksa belengaziyê de di rêza duyem de cih digre. Cûdahiya di navbera van her du bajaran de, tenê ji sedî 2 ye; Sine bi endeksa ji sedî 77, di rêza yekem de ye.
Lê ev hejmar û rêzkirin bi gotinên hêsan tê çi wateyê? Ji bo hesabkirina endeksa belengaziyê, rêjeya bêkariyê û rêjeya enflasyonê bi gelemperî li hev tên zêdekirin (komkirin). Hejmara ku derdikeve holê nîşan dide ku mirovên herêmekê çiqas di bin zexta aborî de bêçare ne. Dema ku Kirmanşan di rêza duyem a endeksa belengaziyê de ye, ev tê vê wateyê ku bêkarî li parêzgehê pir zêde ye, enflasyon li Kirmanşanê ji gelek parêzgehan girantir e û kelûpelên bingehîn zûtir biha dibin. Di encamê de, hêza kirîna mirovan ji deverên din ên welat zûtir dadikeve. Bi kurtasî, xelkê Kirmanşanê hem karê wan kêmtir e û hem jî her roj bi bihayên bilindtir re rû bi rû ne. Vê kombînasyonê jiyana wan ji piraniya parêzgehên welat dijwartir kiriye. Lê pirsa girîng ev e: çi faktor bûne sedem ku Kirmanşan di rewşek wisa de be?
Li Kirmanşanê belavbûna hejariyê ne tesadûfî ye, plansaziyeke siyasî ye
Kirmanşan ji hêla çavkaniyên xwezayî, kapasîteyên jîngehê û binesaziya potansiyel ve, ji madenan bigre heya erdên berhemdar û cihê sînor, yek ji parêzgehên herî dewlemend ên Îranê ye. Lê pirsa bingehîn ev e ku çima parêzgehek bi potansiyelek wiha îro di nav herêmên herî xizan ên welat de ye. Bersiva vê pirsê nikare tenê di faktorên aborî de bê gerandin. Ev rewş rasterast bi polîtîkayên sînordar ên hikûmetê ve girêdayî ye. Bi rastî, belavkirina hejariyê li Kirmanşanê ne tesadufî ye; berovajî vê, ew encama celebeke plansaziya siyasî ye. Çavkaniyên berfireh ên vê parêzgehê bi tu awayî ne li gorî kûrahî û çarçoveya xizaniya heyî ne û ev nelihevhatin dikare bi awayekî zelal bi têgeha “siyaseta xizaniyê” bê ravekirin.
Her çend têgihîştina destpêkê ya siyaseta xizaniyê dibe ku wekî komek tedbîran ji bo kêmkirina xizaniyê xuya bike jî, di pratîkê de, ev têgeh di zanistên siyasî de behsa polîtîkayên ku xizaniyê çêdikin an jî ji nû ve hildiberînin dike. Di gelek hikûmetên otorîter de, xizanî ne tenê qelsiyek avahî (binesazî) ye, di heman demê de amûrek ji bo kontrola civakî ye jî. Di van pergalan de xizanî, li şûna ku wekî pirsgirêkek civakî bê hesibandin, dibe siyasetek bi bandor ji bo qelskirina civakê. Ji ber ku yekem tiştê ku ew ji mirovekî digre, hêza fikirîn û analîzkirina rewşê ye. Hişek ku hemû enerjiya xwe li ser dîtina pariyek nan ji bo jiyanê xerc dike, êdî derfeta pirsîna li ser newekhevî, gendelî, cudakarî an jî bêbandoriya avahiyan tune ye. Bi gotineke din, dema ku mirov bi saxbûn û jiyanê mijûl bin, ew hêza ku bibin hêzeke daxwazkar winda dikin û li vir e ku siyaseta xizaniyê ji bo hikûmetên otorîter girîng dibe. Ji ber ku civakek xizan kêmtir xeternak, kêmtir daxwazkar û hêsantir tê kontrolkirin.
Polîtîkayên hikûmetê nîşaneya nakokiya kûr û karesata civakî ye
Xwendekara zanistên siyasî Munîre.F, dibêje: “Eger em li grafîkên (diagramên) têkildarî xizaniyê li bajarên cuda yên Îranê binhêrin, em bi zelalî dibînin ku di parêzgehên Kurdî de rêjeyên bêkariyê yên herî bilind hene û asta herî bilind a bêpariyê tecrûbe dikin. Di rêzbendiya parêzgehên herî xizan ên welat de, Kurdistan, Kirmanşan û Îlam di rêza yekem de ne. Mijarek ku nîşan dide ku polîtîkayên hikûmetê di pratîkê de bi awayekî pêşve çûne ku belavbûna xizaniyê li Kurdistanê ne tenê kêm nebûye, di heman demê de xurt bûye. Rastiya ku firûnên li Kirmanşanê neçar in ku tabelayên qedexekirina firotina nanê bi deyn daliqînin, nîşana nakokiyek kûr, eşkere û karesateke civakî ye.
‘Îro li Kirmanşan û Kurdistanê, mirovên ku bi xwe genim hildiberînin, hewceyî nan in’
Heke em li amarên fermî yên Wezareta Cîhada Çandiniyê binhêrin, li Îranê parêzgehên Kirmanşan û Kurdistanê di nav pênc parêzgehên herî pêşîn ên hilberîna genim de ne. Ev tê vê wateyê ku madeyên xav ên nan, wekî pêdiviya xwarinê ya herî bingehîn, li van her du parêzgehan pir in. Bi mantiqî, divê tu kesek li van herêman ji bo bidestxistina pariyek nan zehmetiyê nekşîne, lê rastî cûda ye. Feydeyên ji kapasîteyên çandiniyê yên mezin ên van parêzgehan neçin cem xelkê herêmî, lê biçin cem avahiyên hikûmetê û torên girêdayî wan. Encam ev e ku li dilê her du parêzgehên hilberînerên genim, gelek malbat nikarin nanê rojane bikirin. Ev rewş nîşan dide ku polîtîkayên aborî û belavkirinê yên hikûmetê ne tenê ji bo baştirkirina debara jiyana xelkê van herêman nebûne alîkar, di heman demê de xizanî jî hilberandine û xurt kirine. Heta wê astê ku îro li Kirmanşan û Kurdistanê, mirovên ku bi xwe genim hildiberînin, hewceyî nan in.”
‘Xizanî amûrekî kontrolkirina civakî ye’
Ji nû ve hilberandina xizaniya avahîsazî (binesazî) li Rojhilatê Kurdistanê di siyasetekê de kok digre ku ji ber tepeserkirin û tunekirina dîrokî derketiye holê. Kurdistan yek ji wan herêmên pêşîn bû ku di sala 1979’an de ji Komara Îslamî re got “Na” û ev dijberiya destpêkê di bîra siyasî ya hikûmetê de wekî nîşaneke mayînde ya bêîtaetiyê hate tomarkirin. Komara Îslamî pir baş dizane ku ev herêm, ji ber ezmûna wan a dîrokî û nasnameya wan a siyasî, dê her gav rexnegir û protestokar bimînin. Di çarçoveyek wiha de, hiştina xelkê van herêman di xizaniya mutleq de celebek tolhildana siyasî ye û di heman demê de amûreke kontrola civakî ye. Hikûmetek ku xwe dispêre mantiqa “her kesê ku nan bide, ferman dide”, pir baş dizane ku birçîbûn dikare bibe amûrek ji bo ferzkirina guhdarîkirinê. Dema ku mirov ji bo hewcedariyên xwe yên herî bingehîn girêdayî dibin, îhtîmala berxwedan, daxwaz û heta nerazîbûnê kêm dibe.
‘Li Kurdistanê siyaseta xizaniyê siyasetek hedefgirtî ye’
Di encamê de, siyaseta xizaniyê li Kurdistanê siyasetek hedefgirtî ye ku ji bo qelskirina hêza civakî, şikandina serxwebûna aborî û veguherandina mirovan bo nifûsek ku neçar e ku avahiyên zordar tehemûl bike da ku bijî. Ev çerxa xizaniyê di rastiyê de çerxeke guhdarîkirina bi zorê ye ku, bi ferzkirina bêpariyê, kontrola hikûmetê xurt dike û îhtîmala berxwedana ji hêla gel ve sînordar dike.
Bi rastî, ji perspektîfa dawiyê ve, dikare bê gotin ku vê siyasetê ewqas siya li ser hiş û hêza biryardanê ya civaka hedef avêtiye ku berî ku mirov derfet bibînin ku li ser pirsgirêkên sereke û bingehîn ên jiyanê bifikirin, ew bi astengiyeke navxweyî ya mezin û hilweşîner re rû bi rû dimînin ku di hişê wan de hatiye çandin; astengiyeke ku her biryar, her hilbijartin û her tevgerê paş dixe û berî her çalakiyê, tenê hevokek di hişê wan de deng vedide. Hevokek ku, mîna zincîrekê, îradeyê sînordar dike û asoyê teng dike û ew jî ev e ku: “Xema nan, heger bihêle”.