Li Rojava komîn û hevseroktiyê derb li ferastên paşverû xistin

Pergala hevseroktiyê ku ev 14 sal in li Rojavayê Kurdistanê tê pêkanîn, mîna bersiveke kombûna demokrasî, edalet û wekheviyê ye. Ferasetên ku xwe dispêrin pergalên netew-dewlet veguherand û sîstemên alternatîf jî afirand.

BERÇEM CÛDÎ

Kobanê- Pergalên Netew-dewlet ku bi sedsalan e desthilatdariya xwe li ser civakan dimeşîne, bi rê û rêbazên cuda di şaneyên herî bi çûk yên civakê de jî bandora xwe ava kiriye. Cîhaneke li gor berjewendiyên xwe ava kiriye.

Di dirêjahiya dîrokê de bi dehan serhildan û raperînên civakî yên li dijî sîstemên destpot û desthilatdar pêk hatine. Lê ji ber ku civakê nekarîbûye xwe ji hişmendiya netew-dewlet rizgar bike û alternatîf bipêş bixe, her tim windahî jiyane ango bi xwe bûne desthilatdar.

Gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê bi riya proje û bîrdoziya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku mîna fîlozofê sedsalê tê nirxandin, şoreşeke cuda ya ku xwe dispêre guhertin û veguhertinên pergalî, hişmendî û civakî, qezenc kir. Ji ber vê yekê jî eger mirov ji nêz ve di nava vê şoreşê de bijî û wê bişopîne, wê têgihêje ku di gelek qadên jiyanê de guhertinên berbiçav hene. Guhertinên ku em behsa wan dikin ne tenê girêdayî avakirina saziyeke ku naşibe saziyên dewletê ne. Her wiha di vir de em wate didin şikandin û guhertina hîn ferasetên ku rizînên civakî bipêş xistine.

Li dijî ferdperestî, parçebûn û serdestiyê  komîn

Li Rojavayê Kurdistanê ku ev 14 sal in pirojeya Netewa Demokratîk bi riya pergala Rêveberiya Xweseriya Demokratîk teşe girtiye, bi xwe re çand û bîrdoziya netew-dewlet şikand, paşverûtiya civakî ya zayendperest guherand û modeleke nû ya jiyanê afirand. Di vî warî de bi dehan destkeftiyên ku mirov bîne ziman hene, lê yên herî balkêş û bi bandor, sîstema komîn û rêbaza hevseroktiyê ne. Li Rojavayê Kurdistanê avakirina komînan, di sala 2011’an de ket rojeva TEV-DEM’ê. Rêxistinkirina gel a li bajar, taxan, navçe û gundan destpê kir û di sala 2012’an de jî bi awayek fermî destpê kir. Di vir de eger mirov wate ango pênase bike, dikare bi kurtasî bêje ku komîn tov û şaneya herî girîng û bi wate ya di nava pergala Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de ye ku li dijî perçekirina civakî û bê rol hiştinê, mîna bersiveke kombûna demokrasî, edalet û wekheviyê ye.

Li ser girîngiya komînan û veguhertinên ku bi xwe re anîn e, hevseroka Desteya Ciwan û Werzîşê ya bajarê Kobanê Avaşîn Misto, nirxandin û nêrîna xwe bi me re parve kir.

‘Şoreşa me bi naveroka xwe girîngî parast’

Avaşîn Misto diyar kir ku şoreşa Rojava ji ber ku naveroka xwe dagirtiye xwedî nirx û wate ye û wiha domand: “Tevî pirsgirêk û zehmetiyên ku di 14 salên borî de hatin jiyîn, me dikarîbû ji bo xwe pergaleke ku xwe sîstemên heyî cuda dike ava bikin. Ev pergal bû perçeyek ji jiyana civakê û guhertinên pir mezin  bi xwe re anî. Bê guman şoreş jî tên wateya kombûna civakê ya ji bo veguhertina pergal û hişmendiyên ku li ser wan hatine ferzkirin, ji ber vê jî şoreş wate û nirxê xwe wiha diparêze. Şoreşa me jî ji ber ku xwedî naverokeke dagirtî bû û modelek nû ava kir û pêk anî, wate û girîngiya xwe parast.”

‘Komînan rihê civakê yê hevpar û komînal zindî kir’

Avaşîn da zanîn ku komînan careke din wî rihê civakê yê hevparî û kombûnê zindî kiriye. Avaşîn bi van gotinan bal kişand ser wate û girîngiya vê sîstemê: “Yek ji sîstemên herî nû û bi bandor di nava pergala me de jî, rêxistinkirina komînan e. Komîn xeleka herî biçûk a di nava sîstema me de ye ku yekser xwe dispêre cewherê civakê. Lê di heman demê de jî komîn tova vê pergalê ye ku nûnertiya heqîqeta civakî û bîrdoziya me dike. Tevî hemû lewazî û kêmasiyan jî komînan di aliyê madî û manewî de dikarbû rola xwe bilîze. Ji çand û feraseta netew-dewlet a înkarkirina hebûn, vîn û helwesta civakê, me dikaribû xwe bighînin bingehgirtina kombûn û yekîtiya civakî. Di vir de komînan ev feraset şikand. Ji qalibên ku ferdên civakê fêrî takekesiyê, serdestiyê û hwd bûne, komînan careke din ew rihê civakê yê hevparî û kombûnê zindî kir. Ji ber vê jî gelek ziraviyên şoreşa me hene ku bi xwe re guhertinên pir mezin anî, rêxistinbûna civakê di bin sîwana komînan de jî yek ji van destkeftiyên bi wate ne.”

Li Rojava hevserokatî: Modela ku derbe li sîstemên tek reng da

Yek ji destkeftiyên şoreşa Rojava ya ku teqîneke mezin di nava civakê de pêk anî û guhertinên pir mezin di asta şikandina zayendperestiya civakî de ava kir û heta cudabûneke mezin da pergalê, rêbaza hevseroktiyê ye. Li Rojavayê Kurdistanê hevseroktî beriya şoreşê bi demeke dirêj bi riya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) hatiye cerbandin ku di rêvebirina partiyê û hemû baskên wê ve jin û mêrek bi vîneke hevbeş rêveberiyê bikin. Paşê bi damezrandina TEV-DEM’ê di 2011’an de, careke din hevseroktî weke rêbaz hat pejirandin ku paşê bi şoreşê re êdî di hemû sazî û dezgên ku hatin avakirin de weke rêbazeke sereke ya xwerêvebirinê hat mîsogerkirin. Herî dawî jî sîstema hevseroktiyê fermî bi riya Hevpeymana Civakî a Rêveberiya Xweser bi rengekî qanûnî derbasî meriyetê bû ku êdî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bi bê rêbaza xwe ya tekane hat naskirin. Heta ji ber vê rêbaza balkêş a rêveberiyê, bi dehan şandeyên ji Rojhilata Navîn û cîhanê serdana Rojavayê Kurdistanê kirin e û xwestine vê modelê ji nêz ve nas bikin.

‘Civak bi tek reng û hişmendiyê hatiye rêvebirin’

Endama Koordînasyona Kongra Star a bajarê Kobanê Xûnav Xelîl jî têkildarî mijarê, nêrîna xwe vegot.  Xûnav Xelîl got ku “Di şoreşa me de gelek ezmûnên girîng û bi wate hene ku yekser xwe dispêrin civakê” û wiha pê de çû: “Bi salan e vîna civakên me ji aliyê hêzên desthilatdar ve hatine înkarkirin ku ev yek di avakirine hiş û kesayetan de jî bandoreke mezin kiriye. Ji ber vê jî civakê her tim pêdiviya xwe bi desthilatdarekî dîtiye ku ev herî zêde jî di hilbijartin û bingehgirtina vîna zilaman de xwe daye pêş. Bi taybetî ji bo civakê sîstemeke ku jin û mêr li gel hev bikaribin civaka xwe birêxistin bikin û di her warî de bibin xwedî nêrîn û rêveberiyeke hevbeş tune bû. Her tim yek hişmendî hatiye ferzkirin ku li gor zayend û beşên civakê her tişt hatiye diyarkirin.”

‘Wekheviya zayendî û edaleta civakî bi hevseroktiyê re pêkan e’

Xûnav a destnîşan kir ku rêbaza hevseroktiyê di wekheviya zayendî de roleke girîng lîst, wiha domand: “Girêdayî vê mijarê şoreşa Rojava ev bend û sînor şikandin û teqez kir ku hêza civakê ya hevpar û komînal, dikare guhertinên pir mezin ava bike. Di vî warî de rêbaza hevseroktiyê roleke girîng lîst û gavên pir mezin di wekheviya zayendî a di warê nêrîn, biryardarî û nûnertiyê de avêt. Sîstema hevseroktî ku di tevahî qadan de tê pêkanîn, di nava civakê de jî modeleke nû avakir ku bi riya wê diyar bû civak dikare xwe bi nêrînên hevbeş birêve bibe.”

Xûnav Xelîl ragihand ku bi hevseroktiyê re gelek feraset guherîne û wiha bi dawî kir: “Sîstema hevseroktiyê edaleteke civakî ava kir ku zayendek ji yê din girîngtir nayê destgirtin. Berovajî wê, jin û mêr bi hev re modeleke ku nûnertiya demokrasî, azadî û wekheviyê dike ava kir ku gel jî tevlî bû û guhertin di ferastên wan de çêbû. Ev sîstem salên dirêj e li Rojava hat jiyîn û pratîka wê hat dîtin ku gelek guhertinên jiyanî  û civakî pêk hatin.”