Li Gundan hevdîtina jinan û kontrola tenduristiyê

Şaredariya Peyasê bi civînên gundan ji bo jinan li dar dixe. Di civînan de der barê tendirustiyê kontrol û tedbîran de agahî hatin dayîn.

AMED – Gerînendehiya Karên Tendirustiyê, bi hevkariya Gerînendehiya Polîtîkayên Jinan ên Şaredariya Peyasê, li Gundê Aşikan civînek bi jinên gund re li dar xist û der barê kontrola tenduristiyê de agahî hatin parvekirin.

Şaredariya Peyasê xebatên xwe yên ku bi civînên jinan û kontrolên tenduristiyê yên li gundan dest pê kiribûn, didomîne. Di çarçoveya van xebatan de, bi hevkariya her du gerînendehiyan, li gundê Aşikan civînek hat lidarxistin. Xebatkarên Gerînendehiya Polîtîkayên Jinan bi jinan re rû bi rû axivîn, agahî li ser xebat û xizmetên şaredariyê yên ji bo jinan dan û daxwaz û pêşniyarên wan guhdarî kirin.

Kontrola tenduristiyê

Tîmên Gerînendehiya Karên Tendirustiyê di dema civînê de ji jinan re der barê nîşaneyên penceşêra pêsîrê û penceşêra devê rehîmê agahî dan. Her wiha tansiyona xwînê, şekirê xwînê, qam û kîloya jinan hatin pîvan.

Di daxuyaniya şaredariyê de hat destnîşankirin ku ev xebat dê di seranserê salê de bi awayekî rêkûpêk li hemû gundên navçeyê berdewam bike.