Koçbera Serêkaniyê ku çû serdana mala xwe rastî gefên kuştinê hat

Koçbera ji navenda Serêkaniyê ya bi navê Yazî Hesaf, diyar kir ku piştî çûye serdana mala xwe, rastî gefên kuştinê hatiye, lewma neçar maye vegere kampa koçberan û daxwaza vekirina rêyek bi ewle ya ji bo vegera niştecihên navenda bajêr kir.

RONÎDA HACÎ

Hesekê – Duh, karwanê sêyem ê koçberên Serêkaniyê ji ber deriyê kampa Waşokanê ji bo vegera gundewarê  Serêkaniyê bi rê ket. Di vê konvoyê de 511 malbatên li kampa Waşokanê û navendên Koçberiyê dijiyan hene.

Karwanê yekem di 10’ê Tebaxa borî de bi beşdariya 410 malbatan bi rê ket, di dema derbasbûna  Serêkaniyê de rastî êrîşê hat. Paşê karwanê duyem bi beşdariya 689 malbatan bi rê ket û ber bi gundên rojhilatê Serêkaniyê, Til Temir û Zirgan ve çû.

Bi destpêkirina karwanê sêyem re, koçberên navenda bajêr ên dixwazin vegerin bajarê xwe daxwazên xwe anîn ziman. Koçberan destnîşan kir ku armanca wan navenda Serêkaniyê ye û heta niha rêyek ewle ji bo vegera wan a bajar nehatiye vekirin.

‘Em dixwazin vegerin navenda Serêkaniyê’

Yek ji koçbera ku îro dê vegere li ber deriyê kampê amade bû Yazî Hesaf a  ji navenda Serêkaniyê û ji pêkhateya Ereb e. Yazî Hesaf got ku ji ber mala wê li navenda bajar e, ew nikare biçe, xwest bi rêya ragihandinê dengê xwe bighîjîne raya giştî.

‘Min serdana mala xwe kir, lê rastî gefa kuştinê hatim’

Yazî Hesaf, got ku roja şemiyê çûye mala xwe li Serêkaniyê û wiha domand: “Dema ez ketim mala xwe, kesek û kesên bi wê re hebûn gefa kuştinê li me xwarin û em neçar man ji malê derkevin. Ji ber vê dîsa vegeriyam kampê. Mala me û gelek malên derdor zirar dîtine û hilweşiyane. Niştecihên navenda Serêkaniyê di demek ku karwanên vegerê ber bi gundên derdora bajêr ve tên rêkirin de, heta niha nekarîn vegerin.”

Yazî Hesaf, bang li Ewlekariya Giştî, rêxistinên navneteweyî û aliyên têkildar kir ku ji bo niştecihên navenda Serêkaniyê çareseriyek bibînin û rêyek bi ewle ji bo vegera wan vekin.

‘Bila rêyek bi ewle ji bo vegera navenda bajar bê vekirin’

Yazî Hesaf, bal kişand ser şert û mercên dijwar ên koçberan û got ku bi hatina zivistanê, baran û sermayê re rewşa wan di kampê de hê bêtir dijwar dibe û wiha bidawî kir: “Ez jinebî me û keçek min a astengdar heye. Rewşa me li kampê dijwar e. Daxwaza min ew e ku vegerim mala xwe û rêyek bi ewle ji bo vegera me ya navenda bajêr bê vekirin.”