Canfeda: Di vegotina dewletê de ji nû ve pênasekirina rola jinan

Di nava şer de, hebûna jinan di tevgera ‘Canfeda’ de ji her demê bêhtir diyar dibe. Ev diyarbûn pirsên der barê sedemên li pişt zêdekirina girîngiya der barê rola jinan rastiya gotinên hikûmetê eşkera dike.

SARA PÛRXEZARÎ

Kirmaşan – Di hefteyên destpêkê piştî êrîşa DYE û Îsraîlê ya li ser Îranê de, Komara Îslamî kampanyayek bi navê ‘Canfeda’ (Xwefedakirin) da destpêkirin. Medyaya dewletê ragihand ku ev kampanya di asteke berfireh de bi erênî hatiye pêşwazîkirin. Malpera fermî ya kampanyayê ev yek weke ‘daxwaza tund a jinan’ nîşan da. Ji bo jinan vebijarkek qeydkirinê ya taybetî pêşkêş kir. Ev jî têkildarî beşdariya jinan vê pirsê bi xwe re tîne: Di vegotina fermî ya ‘Canfeda’ de ji bo jinan çi rol tê pêşbînîkirin?

Ev pirsgirêk di çarçoveya hebûna xurt a jinan di xwepêşandanên dawî de, bi taybetî di dema serhildana şoreşgerî ya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de derdikeve holê. Di heman demê de, hebûna jinên alîgirên pergelê di civîn û merasîmên ku ji aliyê dewletê ve tên piştgirîkirin de bû rojev. Gavên dawî yên weke dayîna lîsansên motorsîkletê ji bo jinan, pêkanîna bernameyên piştgiriyê û weşandina naveroka kontrolkirî li ser rizgariya jinan vê yekê zêdetir bi teşe kir. Di van şert û mercan de, pirsa bingehîn ev e: di demên krîzê de girîngiya beşdariya jinan di vegotina fermî ya hikûmetê de roleke çawa dilîze?

Rewşa jinan di rejîma Pehlewî de ji rewşa heyî ya Komara Îslamî ne cuda bû

Parêzvana mafên jinan Farangis S. têkildarî mijarê wiha got: “Dema em medyaya alîgirê monarşiyê lêkolîn dikin, dibînin ku ew li ser azadiya tevgerê û mafê jiyanê yê ku jin di serdema Pehlewî de xwedî bûn diaxivin. Ew îdia dikin ku jinan di wê serdemê de pozîsyonek hêja û bihêz girtine. Lê belê rastî ev e ku rewşa jinan di rejîma Pehlewî de ji rewşa heyî ya Komara Îslamî ne cuda bû. Jinên ku hêz û bandora wan ji hêla medyaya alîgirê monarşiyê ve hat dîtin, xwedî tu hêzeke pratîkî ya girîng nebûn. Berovajî vê, ew bi piranî ji bo diyarîbûna  rûberî ya rizgariya jinan biafirînin, weke amûrên propagandayê hatin bikaranîn. Dema em li pergala Komara Îslamî lêkolîn dikin, dibînin ku gelek jin di dezgehên dewletê de cih digrin, heta rolên rêveberî û rêberiyê digrin. Lê gelo ev hebûn azadiya rast ji bo jinan temsîl dike, yan jî pozîsyoneke rast a desthilatdariyê di nava pergalê de ye? Bersiva vê teqez na ye.”

‘Bi vê yekê jinan weke amûra propagandayê bi kar tînin’

Farangîs S. da zanîn ku çi serdema Pehlewî be, çi jî Komara Îslamî be, jinên ku di pozîsyonên berpirsiyar de di rejîmên dîktatorî de ne, di rastiyê de di bin serdestiya pergal û desthilatdariya baviksalar de ne, tu îradeya wan a serbixwe tune ye û wiha berdewam kir: “Rewşa wan ji nîşaneya wekhevî yan azadiyê bêhtir wek pêşangehek propagandayê ye. Ji ber vê yekê, çi serdema Pehlewî be, çi jî Komara Îslamî be, em dikarin bi hêsanî bibêjin ku tevlîkirina jinan di pergalên rejîmên otorîter de, tenê weke amûreke propagandayê ku armanc dike pergalê rewa bike ye.”

‘Hewl dide hemû jinan wekhev nîşan bide’

Farangîs S. di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Ev hebûna sembolîk ne nîşaneya rizgariya jinan e. Berovajî, beşek ji hewldaneke propagandaya siyasî ye ku ji bo afirandina îmajeke rastiya zordarî û cudakariyê vedişêre hatiye çêkirin. Bikaranîna navê jinek di kampanyaya ‘Canfada’ de tenê armanc dike ku îdia bike hemû mirovên di Komara Îslamî de wekhev in û cudakarî tune ye. Lê belê ev îdia bi temamî li dijî wê rastiyê ye ku jinên bindest li Komara Îslamî nikarin wek kesên ku rejîmê diparêzin bisekinin. Lê ji her kesî bêtir di pêşengiya dijberiya li dijî rejîmê de ne.”

Kampanyaya ‘Canfeda’ stratejik e

Nirxandinên li jor nîşan didin ku derxistina pêş a navê jinan di kampanyaya ‘Canfade’ (Dilsozên Xwefeda dikin) nîşan dide ku taktîkek tê pêkanîne. Stratejiya vê propagandayê ew e ku îmajeke gerdûnî ya cuda ya Komara Îslamî biafirîne. Îmajek ku jinan ne weke mijarên bindest, weke beşdarên çalak di rêzên parastina rejîmê de nîşan dide.

Hikûmet hewl dide bi ji nû ve pênasekirina têgehan û avakirina vegotinên nû îmajeke nû ji xwe re hem ji piştgirên xwe yên navxweyî re hem jî ji raya giştî ya navneteweyî re pêşkêş bike. Li pişt van hewldanan rastiyek ku nayê înkarkirin heye. Rejîmên dîktator bi xwezayî dijminatiya jinan dikin. Her ku rejîmên wiha jinan tînin pêş, ev nîşan dide ku jin bi zext û zordariyên dijwartir re rûbirû ne.

Ev şêwaz ne tenê di serdema Komara Îslamî de, di serdema Pehlewî de jî derbasdar bû. Di dawiyê de, çi Komara Îslamî be çi jî monarşiya Pehlewî be, encam heman bû. Di nav van pergalan de, jin weke kesên azad nehatine dîtin; li şûna wê, weke amûrek propagandayê hatine bikaranîn. Hêmana ‘vîtyonê’ ku armanc dike pergaleke otorîter rewa bike ye. Ev pergalek e ku tê de ‘jin’ hem gefek û hem jî di kêliya krîtîk a hilweşînê de, rizgarkerek potansiyel û şopînerek fedakar temsîl dike.