Biryara hikûmeta demkî ya guhertina navên kolanan nayê pejirandin

Piştî hewldana guhertina navên dibistanan, niha jî hikûmeta demkî ya Sûriyeyê hewl dide navên kolanan biguherîne. Gel li hember van biryaran dibêje ku “Guhertina sembolên dîrokî, berdewama polîtîkayên gefê yên li hember bîra neteweyî ya hevpar e.”

ROŞÊL CANYOR

Suweyda – Li Sûriyeyê her roj hikûmeta demkî biryarek ku hêrsa gel radike, distîne. Piştî biryara fermî ya nivîsgeha rêveberiyê ya Meclîsa Bajarê Humsê ya ji bo guhertina navên kolanên ku navên kesayetiyên dîrokî yên navdar hildigirin, bertek çêbûn.  Guhertina navên çend kolanên li bajarê Humsê, bû sedemê nîqaş û rexneyên berfireh. Ev gav nîşan dide ku di qadên giştî de çiqas rêzê li bîra kolaktîf, çand û pirrengiya olî digre û pirsên di bingehê mafan de bi xwe re anî. 

Gefa li hember pirrengiya welêt

Biryarên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê, bû sedema rexneyên tund û fikarên di aliyê ji nûve şekildayîna dîrokê, hewldana ragihandina yek reng a nifşên pêşrojê de. Ji dema ku desthilatdarî girtine ser xwe heta niha, serdestan girîngî daye polîtîkayên yek tîp. Çanda dewlemend a welat û pirrengiya şaristaniyê, mîna xeteriya tunebûnê dibîne. Bajarên dîrokî bûne xaçerêyên şaristaniyan û her hewldanek ji bo kêmkirina girîngiya van şaristaniyan ne tenê rabirdûyê, di heman demê de bîra kolektîf a gelên îro dijin û li dijî herêmên ji dîrokê ve ji şaristaniyan re malovanî kirine, tê wateya jêbirinê.

Ji bo nifşên nû bi guman e

Guhertina sembol û navên dîrokî ne tenê kar û barek ê sembolîke, her wiha ew wek gavek xwedî asta siyasî û sembolîk ku rasterast bandorê li bîra nifşên pêşrojê dike tê dîtin. Aktivîst Hanîn Xelîfe tekez kir ku xetere li ser bandora wê ya demdirêj a li ser hişmendiya dîrokî ye û got: “Her çiqas hinek rastî di pêşerojê de ji nû ve hatibin belgekirin jî, dibe ku ji bo nifşên nû bi awayek guman û şêlû be.”

‘Perçeya nêzîkatiyê ji nû ve şekildayîna hişmendiya civakê ye’

Hanîn Xelîfe da zanîn ku pirsgirêk ne tenê navê kolenek û an jî fîgurek neteweyî ya diyar e, tiştên hatine jiyîn perçeyek ji nêzîkatiyek li dijî ji nû ve şekildayîna hişmendiya civakê ye û wiha pê de çû: “Ew tiştê ku diqewime, wekî hewldanek sîstematîk ji bo berovajîkirina dîroka Sûriyeyê û jêbirina sembolên wê yên neteweyî, olî û çandî  ye. Sûriye di dîroka xwe de wekî cihek hevpar ê hemû şaristanî û mezheban dihewîne tê nasîn. Lê belê, rêveberiya heyî hewl dide ku vîzyonek yekane û dûrxistî ferz bike, çi bi rêya mufredatên perwerdehiyê be çi jî bi guhertina navên kolanan û sembolên giştî, hewl dide nêzîkatiyek dûrxistîn û yektîp ferz bike. Guhertinên dubare yên ku bandorê li navên kolanan û nîşaneyên dîrokî dikin ne tenê biryarên îdarî yên demkî ne, peyamên siyasî û îdeolojîk in ku armanc dikin ku gotinên olî yên hişk bi cih bikin hildigre.”

‘Gotinên heyî li cihê cûdakariya civakî û mezhebî baş bike, kûrtir dike’

Hanîn Xelîfe guhertina navê kolanek bi navê Sultan Paşa el-Atreş ku yek ji rêberên herî navdar ên Serhildana Mezin a Sûriyeyê ya li dijî dagirkeriya Fransayê ye, wekî hewldanek ji bo jêbirina dîroka Durziyan nirxand û got: “Sultan el-Atreş ne sembola mezhebekê ye, kesayetek neteweyî ye ku hemû Sûriyan, bêyî ku dilsoziya wan a olî çi be, dihewîne. Hewl didin civak û mezhebên din dûr bixin. Gotinên heyî li cihê cûdakariya civakî û mezhebî baş bike, kûrtir dike.”

‘Destûra hatî pêşniyarkirin dûrxistinê xurt dike’

Hanîn Xelîfe destnîşan kir ku daxuyaniya destûrî ya ku ji hêla desthilatdariya heyî ve hatî weşandin, bedewariyên Sûriyeyiyan a ji bo dewletek sivîl û demokratîk nîşan nade. Hanîn anî ziman ku berevajî vê, desthilata kesî xurtir dike û bêyî mekanîzmayên hesabdayînê yên rastîn serokkomar erkek berfireh dide û wiha domand: “Destûra ku hatiye pêşniyarkirin, dûrxistinê xurt dike. Her projeyek siyasî ku li ser hevkariya netewî û rêzgirtina ji bo pirrengiyê nebe, dê di welat de aramiyê ava neke.”

Hanîn Xelîfe herî dawî da zanîn ku parastina sembolên neteweyî û dîrokî li hember nifşên pêşerojê, berpirsyariyek kolektîf e û wiha bidawî kir: “Ji ber ku ev sembol bîranînek neteweyî ya hevpar temsîl dikin û divê nebe mijara nakokiyên siyasî an jî mezhebî. Hêza dîrokî ya welêt her gav di pirrengiya wê û yekîtiya gelê wê de bûye.”