Jinên Tûnisê ji ber tunebûnê bi nexweşiyên kronîk dikevin

Pisporên Tûnisî ji ber krîza aborî ya ku welat pê re rûbirû ye û zêdebûna buhayê xwarinên bingehîn hişyarî dan û diyar kirin ku rewşa tenduristiyê ya jinan her diçe xirab dibe.

NEZÎHA BO SEÎDÎ

Tûnis – Jin di nava komên herî bêparastin de ne û ji krîzên aborî herî zêde bi bandor dibin. Îro li Tûnisê jin ji ber bihayê zêde nikarin tiştek bikirin. Ev yek bûye sedem ku nikaribin xwarinên rojane, goşt, masî û fêkiyan bikirin ku ji bo parastina tenduristiya bedenê pêwîst in.

Ev kêmbûn bûye sedema rêjeya bilindtir a nexweşiyên sîstema parastinê û şekir, ji bilî zehmetiyên girîng di dermankirinê de ji ber lêçûna zêde ya bijîşk û dermanan û nebûna hinek ji wan li nexweşxaneyên hikûmetê.

Zêdebûna buhayê xwarinê û bandora li ser tenduristiyê

Pispora xurekê Rîm Bin Osman, da zanîn ku jin bi taybetî piştî temenek diyar, ji bo bi guhertinên hormonal re mijûl bibin ku xetera pêşxistina şekir û tansiyona bilind zêde dikin, pêdivî bi parêzek hevseng dibînin. Lê zextên jiyana rojane û bihayê zêde bûye sedem ku gelek jin nikaribin xwarina hêsan a saxlem amade bikin an jî goşt û masiyan bikirin.

Rîm Bin Osman wiha axivî: “Pêşî divê were zanîn ku girîng e mirov li ser tenduristiya jinan biaxive. Bi taybetî piştî ku temen mezin dibe. Ji ber ku ew ji guhertinên hormonal bi bandor dibin, giraniya wan zêde dibe û li dijî gelek nexweşiyan hesas dibin. Nexweşiyên kronîk di nava jinên ciwan de jî dest pê kirine, bi rewşên şekir û tansiyona bilind di temenê ciwan de ku ji 35 salî derbas nabe tên tomarkirin. Ev nîşan dide ku îhtîmala telafîkirina kêmbûna proteîna heywanan bi vebijarkên erzantir ên weke sebzeyên bi pel, nîsk, kezeba mirîşkê û sardînan heye."

Derengketina dermankirinê krîzeke dualî ye

Dr. Amna Belhac Mebrûk piştrast kir ku lêçûna zêde ya jiyanê rasterast bandorê li hevsengiya xwarinê ya jinan kiriye û gelek pêdiviyên jinan êdî ne di destê wan de ye.

Amna Belhac Mebrûk destnîşan kir ku derengxistina serdanên bijîşk bûye diyardeyeke dubare, ji ber ku gelek jin di dema teşhîsê de îlan dikin nikarin lêçûnên dermankirinê bidin. Ev yek dibe sedema giranbûna nexweşiyê û zêdebûna lêçûnên dermankirinê. Amna Mebrûk wiha got: "Derengketina çûyîna cem bijîşk di gelek rewşên ku em digrin de ji ber nekarîna jinan a hilgirtina lêçûnên dermankirinê ye. Pir caran, nexweş di dema teşhîsê de matmayî dimînin ku dibînin nikarin dermanan bikrin. Ji ber mûçeya xwe ya kêm û nebûna sîgortaya civakî."

Nexweşiyên kronîk ên ku jinan bêhtir bi bandor dikin

Profesorê zanîngehê Înas El-Nasêr eşkere kir ku nexweşiyên otoîmmûn û îltîhaba kronîk bi rêjeyeke pir zêdetir ji mêran bandorê li jinan dikin. Bi qasî 9 jin ji bo her mêrekî û bandorê li ser kalîteya jiyana wan a rojane û têkiliya wan bi malbatên wan re dikin. Jiyana bi van nexweşiyan re dermankirina berdewam û parêzek saxlem hewce dike. Di van rewşan de divê şêwaza jiyanê û pergala tenduristiyê li ber çavan were girtin wekî parastina cihêrengî û hevsengiya parêzê.

Înas El-Nasêr hejmarek serişteyên xwarinê yên erzan pêşkêş kirin, weke mînak bikaranîna zerçûbe û vexwarinên aramker ji bo kêmkirina îltîhabê, rûnê zeytûnê bi kar bînin. Her wih diyar kir ku dûrketina ji xwarinên amade û vegera xwarinên kevneşopî yên li malê hatine çêkirin, nanê ceh û sebzeyan ji bo tendirustiyê gelek baş e.

Divê di navbera lêçûnên jiyanê û pêdiviyên tendrustiyê de hevsengî heb

Pisporan tekezî li ser îhtîmala dîtina hevsengiyeke di navbera lêçûnên jiyanê û pêdiviyên tenduristiyê de bi hilbijartina alternatîfên xwarinê yên guncaw kirin. Wek mînak li şûna goşt û masiyên sor bi proteînên nebatî yên wekî nîsk ku dikarin bi awayên cuda wekî şorbe, selete, yan pijandina di firinê de werin amadekirin.