Jinên li kampên İdlibê bi tacîz û destdirêjiyê re rû bi rû ne

Li Îdliba ku ji aliyê Tirkiyeyê ve hatiye dagirkirin, jinên li kampên taybet ên jinên hevjinên wan mirine an jî hevberdane lê dimînin, rastî tacîz, destdirêjî û zextan tên, li benda piştgiriyê ne.

LİNA HATİP

İdlib- Li bajarê Idlibê yê Bakurê Sûriyeyê ku di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên girêdayî Heyet Tahrîr El Şam (HTŞ) de ye, roj bi roj jiyan hin zêdetir zehmet dibe. Ji bajarê ku beşeke girîng a şêniyên kampan lê dimînin, hatina mûçeyên binpêkirina maf û jiyanê berdewam dike.

Li bajarê Sarmeda ya Idlibê kampek ku jinên hevjînên wan mirine yan jî ji hevjînên xwe cuda dijîn lê dimînin hat vekirin. Li vê kampê jinên ji herêmên cuda yên Idlibê nekarîne kar bibînin û malên wan tune ne, dimînin. Destpêke dibe ku kampek bi ewleya ji bo jinên pêdiviya wan bi alîkariyê hatiye avakirin were bîra me, lê rewş qet ne wisa ye. Jinên li vir dimînin bi tacîz, tecawîz û zextan re rû bi rû ne.

Em ketin kampê û em ji jinan serpêhatiyên wan pirsîn. Divê ev yek were diyar kirin ketina me ya kampê wekî kampên din bi hêsan nebû. Kampek ji derveyî bi temamî ji kontrola girtî ye.

‘Kurê min bi zorê birin'

Dema ku gelek jin bi tirsa dê ez ê ji kampê werim avêtin an jî rastî tundiyê werim daxwaza axaftina me red kirin, Reşîde Al-Keyalî ya 33 salî ku piştî mirina hevjînê xwe ji bajarokê Xan Şêxûn bi 5 zarokên xwe re li kampê bi cih bû xwest serpêhatiyên xwe vebêje û bi van gotinan dest bi axaftina xwe dike: “Dîwarên kampê bilind in, derî girtî ye. Em li vir jiyana girtîgehê dijîn" Reşîde Al-Keyalî serpêhatiyên xwe bi van gotinan vedibêje:

“Rewşa min a xwedî kirina zarokên min tune bû. Ji ber vê yekê ez çûm kampê. Ji ber ku li vir mêr namînin, kurê min ê 15 saliya xwe tijî kir ji kampê derxistin. Ez gelek acîz dibim. Kurê min bi zorê birin û dan malbata hevjinê min a qet alîkariya me nekir. Ez gelek acîz dibim. Li vir ketin û derketina me, hatina mêvanên me her tiştî ew diyar dikin. Em di bin zexteke mezin de ne. Li dijî tacîza devkî û fîzîkî pêktînin. Ji ber ku min kar nedît neçar mam li kampê bimînim. Em li vir ji civakê qut dijîn.”

'Midûrê kampê tacîza devkî pêkanî’

Aliya El-Bekrî ya 29 salî ku li kampê dimîn e, diyar kir beriya niha ji aliyê rêveberê kampê ve rastî tacîza devkî hatiye û xwestiye ji kampê derkeve lê ji ber cihekî ku bi zarokên xwe re biçe tune bû neçar maye vê biryara xwe taloq bike û wiha got: “Midurê ji bo agahiyên nasnameya min û 3 zarokên min bigre gazî min kir, di odeya xwe de min bi awayekî devkî tacîz kir. Ez demil dest ji wir derketim. Min dest bi lêgerîna alternatîfan kir. Ez ê piştî demekê ji kampê derkevim. Em wek jinên ku hevjinê wan mirine nikarin kesekî ku destê alîkariyê dirêj dike bimînin. Ger jin rastî tacîzê jî were, dîsa jin sûcdar dibe.”

Jin bi zorê tên zewicandin

Ji aliyê malbatên vê zewaca bi darê zorê ya jinên ku hevjînên wan jiyana xwe ji dest dane, li Idlibê û derdora wê pir zêde ye. Yek ji wan jinan Emel Al-Hemûd a 28 salî jî wiha axivî: “Piştî hevjînê min jiyana xwe ji dest da, min bi zorê bi birayê hevjinê min re zewicandin. Bavê min jî razî bû. Ji destpêka zewacê vir ve ji zarokên min û ji min re tundî û heqareta devkî kir. Dest danî lier zêr û pereyên min. Di berdela ku ez dev ji hemû mafên xwe berdim, ji hev qutbûnê qebûl kirin. Min jî hev berda.”