Jinên ku ji cihên xwe koçber bûne: Em ji kokên xwe veqetiyan
Koçberiya ku li gundewarê bajarê Suweydayê çêbûye, asta êşa jinên ku ji cihên xwe bûne nîşan dide. Di nava dûrketina ji axê, barên giran û tirsa ji bo pêşerojê de jin rojên xwe bi awayekî nediyar derbas dikin.
ROŞÊL CANYOR
Suweyda- Ji bo jinên ku li gundên girêdayî bajarê Suweyda yê Sûriyeyê dijîn, derketina ji cihên xwe ne tenê koçberiya bi zorê ya ji cihekî ber bi cihek din ve ye, ji bo wan tê wateya dûrketina ji axa lê mezin bûne, ji jiyana sade û aram dûr ketine.
Bajarê Suweyda yê dikeve başûrê Sûriyeyê, di meha Tîrmeha 2025’an de piştî êrîşên tund ên komên cîhadîst Heyet Tehrîr El- Şam, bû cihê pêla koçberiya herî mezin a serdema îro. Pevçûnan krîzeke mirovî ya herî kûr ku bi deh hezaran mirovan neçarî revê dike afirand.
‘Ne tenê mala xwe me hemû jiyana xwe li pey xwe hişt’
Fîda el-Muhaysavî, tiştên jiyane bi êşeke kûr tîne ziman û diyar kir ku ev ne tenê koçberî ye, veqetîna ji hemû tiştên ku wateyê didin jiyanê ye. Ew bi xwe jî yek ji kesên ji gundê ‘Rîma Hazim’ e neçar maye mala xwe û xaka xswe biterikîne.
Fîda el-Muhaysavî da zanîn ku 8 mehên ji xaka xwe dûr derbas kiriye, ne rojên ji rêzê bûne, pêvajoyeke giran bûye, bi gelek tirs û fikaran derbas bûye, mala xwe û bexçeyê xwe yê biçûk bi bîr anî got: “Me ne tenê kevirên malên xwe, me bîranîn, kes û hemû jiyana xwe li pey xwe hişt. Xak ne tenê çavkaniya aborî ye, di heman demê de aramiya civakî û derûnî ye. Bi taybetî ji bo jinên extiyar ku tu çavkaniya wan a debarê tune ye gelek girîng e. Me bexçeyê xwe diçand, dikola û em bi keda xwe dijiyan.”
‘Malbat belav bûne’
Fîda el-Muhaysavî îfade kir ku derketina ji cih û warê xwe ne tenê bêwarî ye, dûrketina mirovan a ji hev e û got: “Berê em hemû li ba hev bûn, niha her yek ji me li cihekî ye. Herî zêde rewşa extiyaran min xemgîn dike. Jineke extiyar a ku jiyana xwe li cihekî derbas kiribe dê çawa bikaribe li cihên din bijî? Ev qutbûna ji jiyanê ye. Ez ji rewşa zarokan gelek bi fikar im. Ditirsim ku bi demê re xaka xwe ji bîr bikin. Divê bîra kolektîf bi gotin û bîranînan were parastin.”
‘Ti şop ji cihê me lê hatin cîhanê nemaye’
Çîroka Nadia Nasir a ji gundê Necran, her çendî di dîtinê de cuda be jî êş hevpar e. Nadia Nasr got ku bi salan ji bo zarokên xwe mezin bike, xwe spartiye axê, çandiniyê kiriye û got: “Me berhemên xwe yên çandiniyê dixwar. Rojên ku malbat hemû bi hev re dixebitînin û ked didan, li ser heman sifreyê kom dibûn tên bîra min. Wê jiyana me ya sade gelek bi aram bû lê bi koçberiyê re her tişt serûbin bû. Êdî ne ax heye, ne jî çavkaniya me ya debarê. Hinek ciwanên ku xwestin vegerin xaka xwe û çandiniyê bikin, di encama teqîna mayînan de du ji wan jiyana xwe ji dest dan.”
‘Piştî wê rojê tirs ket pêşiya birîkirinê’
Nadia Nasr kêliya ku ji malê derketiye wiha tîne ziman: “Dema ku min derî girt, min hîs kir em ê venegerin. Îro nizanim hinek endamên malbata min li ku derê ne. Ez ditirsim ji xaka xwe dûr bimrim.”
‘Keda 30 salan tune bû lê em dev ji xaka xwe bernadin’
Selwa Yusuf, a bi malbata xwe re bi salan debara malê dikir û xwedî mal û xak bûn, diyar kir ku xak ji bo wê her tişt e û got: “Mala me bû, rizqê me bû, jiyana mebû. Me jiyana xwe bi kedê derbas dikir, ez û hevjînê xwe bi hev re dixebitîn. Zarokên min zewicîn û debara xwe bi berhemên çandiniyê dikirin ango ax debara me bû lê piştî koçberiyê tiştek nema. Hevjînê ji ber nexweşiyê nikare bixebite. Vê rewşê zoriyê zêdetir kiriye. Niha li dibistanek di şertên zor de bêyî çavkaniyeke debarê em dijîn. Em ê tu carî dest ji mafê xwe yê vegerê bernedin.”