Jinên Kobanê bi hatina werza biharê re di zevî û baxçeyan de dixebitin

Jinên Kobanê yên bi hatina werza biharê re li baxçe û zeviyan dest bi çandiniyê kirin, di heman demê de gelek nebatên bi şîfa jî berhev dikin û bi kar tînin.

NORŞAN ABDÎ

Kobanê- Jinên li Kantona Firatê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi hatina werza biharê re li zevî û baxçeyan ji bo çandina berhemên xwe dest bi xebatê kirin. Jin di dema çandiniyê de nebatên bi şîfa yên weje kulîlka bîcadê, cehtra beyaban û beybûn jî komdikin.

Li bajarê Kobanê ku bi berhemên xwe yên weke fistiq, zeytûn û behîvan derdikeve pêş, jin di zeviyên bi bereket de çandiniyê dikin. Yek ji jinên ku di saetên sibehê yên zû de diçe zevî û baxçeyan Amîna Mahmud a 47 salî ya ji gundê Bîr Rash ê başûrê bajarê Kobanê ye.

Baranê bi xwe re bereketê anî

Amîna Mahmud, anî ziman ku jin her sal bi hatina werza biharê re di saetên sibihê yên zû de diçin nava zeviyan û kêfa xwezaya xweşik derdixin û wiha got: "Îsal ji ber ku baran gelek barî, werz baş derbas bû, piştî bêaviya bi salan hemû zevî şil bûn. Dê îsal palehî bi bereket be.” Amîna Mahmud, da zanîn ku ji gundên Kobanê bi taybetî piştî baranê jin wek kevneşopiyek diçin nava zevî û baxçeyên fêkiyan û nebat û giyayên cur be cur berhev dikin û wiha got:

“Em torbeyên xwe bi tolik û giyayên din tijî dikin. Em cehtra beyaban û beybûna ku berhev dikin hişk dikin û radikin. Em nebatên ku gelek madeyên baş dihewînin, di mehên zivistanê yên pêş de ji bo gelek nexweşiyan weke dermanek xwezayî bi kar tînin. Ne tenê ev, ji bo zêdekirina cehtra beyaban dikarin tevli zeytûn û rûnê zeytûnê dikin. Lewma em dibêjin werza biharê ji bo jinan taybet e. Ez salên dirêj nebatan berhev dikim û ji ber vê yekê hemû giyayan nas dikim.”

'Ji bo jinan derfetên kar diafirîne’

Amîna Mahmud, diyar kir ku bi taybetî jin ji ber xweşiktiya xwezayî li gundan dijîn û wiha axivî: “Bi taybetî jî îsal ji ber zêdebûna baranê qadên kesk zêde bûn û werza biharê ji bo jinan derfeta karkirina di zeviyên çandinî û baxçeyên fêkiyan de diafirîne.” Amîna Mahmud, anî ziman ku her wiha jin ji bo paqijkirina navbera darên nîsk, kîmyon, fistiq, zeytûn û bêhîv, hêjîr û darên din jî dixebitin û wiha got:

“Hinek jin di zeviyên xwe de û hinek jî di zeviyên din de wek karkerên rojane dixebitin. Axa bajarê me bi bereket e û her cure nebat û dar şîn dibin. Ji ber vê yekê bajarê Kobanê û 300 gundên girêdayî wê, bi çandiniya xwe navdar in. Jin û mêr ji temenê xwe yê zarokatiyê ve fêrî hemû cureyên çandiniyê dibin. Karkirina di axê de çandeke ku me ji dapîr û dayikên xwe mîras girtiye. Lewma pêwîst e jin ji bo misogerkirina pêdiviyên xwe û ji nîmeta axê sûdê bigrin, çanda xwe biparêzin.”