Jinên Cezayîrî: Jin di bazara geştiyariyê de pêşeng in

Jinên Cezayîrî tevî zehmetiyên pîşeyî di vejandina geştiyariyê de roleke mezin dilîzin. Ji rêveberiya xwecihî bigre heta pêşvebirina dîjîtal, pêşengiya însiyatîfan dikin da ku mîrateyê vejînin û cihên geştiyariyê pêşve bibin.

RABÎA XERÎS

Cezayîr – Jinên Cezayîrî di warê geştiyariyê de bûne stûneke sereke, ji ber ku ew bi berhevkirin û hevrêzkirina xizmetên mayîn, veguhestin û şahiyê rêwîtiyan organîze dikin. Bi şopandina geştiyarî û dayîna agahdariyê rola ku rêberên geştiyariyê digrin ser xwe, bi vî rengî norm û adetên kevneşopî yên azadiya wan di vî warî de sînordar dike, ji bilî xeterên ewlehî û demsalî, dibin cihê pirsan. 

Meryem Şihêlî, rêbera geştyariyê ya li Qesebe Cezayirê ye. Ji sala 1992’an û vir ve di Lîsteya Mîrateya Cîhanî ya UNESCO’yê de ye. Mezûna peymangeha Neteweyî ya Pispor a Perwerdeya Pîşeyî ya Geştiyarî û Mêvanperweriyê ye. Meryem diyar dike ku ketina wê ya qadê bi beşdariya xebata dilxwazî ya koma dilxwazan ‘Nen El-Qesebe dest pê kir. Ky ew înîsiyatîfek ciwanan a Cezayîrê ye ku armanca wê vejandina vî bajarê dîrokî ye.

Meryem Şihêlî diyar kir ku hezkirina wê ya ji bo dîrok û mîrateyê bûye sedem ku bibe rêberê geştyarî yê taybet ji bo bajarê Qesbayê ku ew ji kolan û xaniyên Osmanî yên spî bi balkonên xwe yên darîn xemilandî hez dike û kolanên wê yên teng û zivirandî pir dişibin labîrentek. Her wiha qesrên wê yên luks û kevnar, wekî Qesra El-Dey û Qesra Dar Hesen Paşa ku ew jî qesrek di sala 1791’ê de hatiye çêkirin e. Mizgeftên wê yên kevnar, wekî Mizgefta Mezin ku li herêma Qesebe ya jêrîn li asta taxa peravê li ser sînorê Kolana Peravê ye û Mizgefta ‘Kitşawayê.’

‘Li welat xurtkirina geştiyariyê’

Meryem Şihêlî  diyar kir ku wê xwe daye ber ceribandinê ku bikeve vê qadê, di salên berê de tenê ji mafê mêran bûye bi saya şikandina astengiya tirsa ji qedexeyan û mijûlbûna xwe ya bi pêşxistina jêhatîbûna xwe, di vî warî de bûye modeleke îlhambexş û wiha got: “Ez gelek têkoşiyam ji bo xwe di bazara geştiyariyê de îsbat bikim. Îro weke balyoza çand û dîroka Qesebe, Qesebên din û qesrên din ên Cezayîrê de dixebitim. Her gav hewl didim agahdariya rast û belgekirî bidim geştiyarên biyanî. Di heman demê de erkên min ew e rêxistin û birêvebirina rêwîtiyan jî ku cihên geştiyariyê yên welat xurt dike û beşdarî pêşketina wê ya aborî dibe.

Zehmetiyên pîşeyê

Şehrezad Manea, rêbera geştyariyê ye li Konstantinayê. Mezûna peymangeha neteweyî ya Pispor a Geştiyarî û Mêvanperweriyê li heman bajarî û xwediyê bawernameya masterê di geştyariyê de ye. Ew bi saya jêhatîbûn û ezmûna xwe ya zêdetirî 5 salan wekî sembola hewl, sebir û berdewamiyê di rûbirûbûna dijwariyên di vî warî de tê hesibandin.

‘Divê rêberê geştiyariyê ji her alî ve xwedî agahî be’

Şehrezad Manea ji ajansa me re behsa hezkirina xwe ya vê qadê kir û wiha got: "Ez ji bo lêkolînê, serdana muzexaneyan û heta temaşekirina belgefîlmên li ser şaristaniyên kevnar heweseke min a mezin heye. Destpêkakirina  min di vî warî de di sala 2020’an de bû dema ku pisporiya rêberên geştiyarî yên herêmî hat vekirin. Ez beşdarî pêşbirkek bûm û wê demê di nava yên asta herî jorîn de bûm û ji wir rêwîtiya min wekî rêberê geştiyarî û çandî dest pê kir.”

Der barê erkên xwe yên wekî rêberê geştiyarî de, wiha dibêje:"Gelek erkên rêberên geştyariyê yên din hene. Weke amadekirina rêwîtiyê, destnîşankirina cihê mebest û dîrokê, veqetandina cihê mayînê û dayîna agahdariya rast a dîrokî û çandî. Li vir divê rêberê geştiyarî bi van abîdeyên bêdem ên ku çîrokên gelan vedibêjin zana be. Hinek taybetmendî hene ku divê rêber xwediyê wan be, weke baweriya bi şiyan, jêhatîbûn û biryarên xwe ango baweriya bi xwe û nermbûn û sebrê.”

Şehrzad Manea destnîşan kir ku ev kar pir dijwar e û wiha bilêv kir: “Astengî bêhejmar in weke mînak ‘kiryar û tevgerên xirab ên hinek ciwanan û dijwariya herî mezin nebûna çanda geştiyariyê di nava hinek komên civakê de ye.”

Abîdeyên dîrokî

Der barê Konstantîn û girîngiya wê ya dîrokî de, Şehrezad destnîşan kir ku ev bajar nimûneyek mezin a bajarên kevnar e û tekez kir ku gotin dê ji bo ravekirina mezinbûna vî bajarî ku wekî Bajarê Kevirê Kevnar tê zanîn, kêm bin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dema ku hûn ji ezmanan ve lê dinêrin, wekî bajarekî ku di navbera ezman û erdê de daliqandî ye xuya dike. Gelek cihên geştiyariyê yên girîng dihewîne, weke Sowyîka ku dilê bajar e, cihekî bi jiyan û zindî ye her roj, her mehên salê wiha ye. Her wiha em pirên dîrokî yên li seranserê bajêr belavbûyî dibînin. Wek Pira Sîdî Mesîd ku 3 navên wê hene: Qentara Lahbal an Qentara El-Sabîtar û Pira Sîdî Raşêd ku goristana wî li bin pira kevirî ye. Weke yek ji gorên cîhanî yên herî dirêj tê hesibandin. Her wiha em dikarin behsa Qesra Ehmed Beg û Abîdeya Miriyan li Konstantîn bikin, abîdeyeke bîranînê ku di 2’yê Mijdara 1934’an de li serê Sîdî Mesîd hatiye vekirin.”

Di navbera gerştiyarî û medyayê de

Beriya ku Şîraz Delale di pêşvebirina geştiyariyê de pispor bibe, hewes û meyla wê ya ji bo mîrat û keşifkirina cihên herî xweşik ên welat ku li gorî rûbera xwe ya nêzî du milyon û nîv metre çargoşeyî ye weke parzemînek tê hesibandin, mezin bû. Tiştê ku alîkariya wê kir îstîsna û cudahî çêbike, komkirina wê ya di navbera medyayê û geştiyariyê de bû. Ji ber ku ji bo wê riyek tune ye geştiyariyê pêşve bibe ji bilî medyaya geştiyariyê ya ronakbîr.

Pêywendiya di navbera medya û geştiyariyê de

Rojnamevan, pêşkêşvana nûçeyan a berê û çalakvana pêşvebirina geştiyariyê ya li Cezayîrê, Şîraz Delale, diyar kir ku ev riya medyayê û geştiyariyê bi hev re tîne ba hev, wê nêzîkî bazara geştiyariyê kiriye, çi bi riya nûçeyên medyayê be çi jî bi riya eleqeya bi mîrat û cihên geştiyariyê yên li Cezayîrê be.

Damezrînera podcasta ‘Sefer El Kelem e’ Şîraz Delale, diyar dike ku yekem podcasta geştiyariyê li Cezayîrê ye ku bi awayekî cuda ne tenê bi danasîna bajaran lê bi kûrbûna geştiyariyê wekî bazareke çandî û aborî, bi geştiyariyê re mijûl dibe. Şîraz ezmûna xwe ya di vî warî de wiha tîne ziman û dibêje: “Di destpêkê de, ew heweseke rastîn bû ku ez li nava Cezayîrê bigerim û herêmên wê yên cuda keşif bikim. Ez bi dîroka bajarên Cezayîrê û mîrateya herêmî re eleqedar bûm û bi paşxaneya xwe ya medyayê, min hewl da vê hewesê di afirandina naveroka geştiyariyê de bikar bînim ku bedewî û cihêrengiya Cezayîrê ronî bike.”

Şîraz balê dikşîne ser fikra damezrandina podcastê û wiha domand: “Fikra destpêkirina podcastekê wekî cihekî ji bo axaftina li ser geştiyariyê bi awayekî cuda derket holê, ne tenê ji aliyê pêşvebirina cihan ve, di heman demê de ji aliyê nîqaşkirina bazara geştiyariyê, ezmûnên wê û dijwariyên wê ve jî. Îro podcast bûye amûreke medyayê ya bi bandor ji ber ku ew destûrê dide nîqaşkirina kûr a mijaran bi awayekî cuda ji naveroka bilez a di medyaya ragihandinê ya mecazî de tê dîtin. Armanca min a sereke ew e ku turîzma li Cezayîrê bi awayekî xwe dispêre diyalog û vegotinê pêşkêş bike da ku guhdar hîs bikin ew ezmûneke cihê dijîn, heta beriya ku ew bigihîjin wê derê jî.”

‘Jin di astên pêş ên pîşeya geştiyariyê de ne’

Li gorî Şîraz Delale, jinên Cezayîrî dikaribûn rê li ber xebata di rêberiya geştiyaran de vekin û wiha ramanên xwe rave kir: “Di salên berê de, ji ber xwezaya kar ku tevger û xebata çandiniyê ya domdar hewce dike, pîşeya rêberiya geştiyaran bêtir bi mêran ve girêdayî bû. Lê belê di salên dawî de, me dît ku hebûna jinan di vî warî de zêde dibe, çi weke rêberên geştiyaran, çi weke afrînerên naveroka geştiyaran, an jî di organîzekirina rêwîtiyan de.”

Zehmetiyên bi aloz

Şîraz Delale diyar kir ku ev jîngeh bê zehmetî nîn e, nemaze ji bo jinan û wiha got: “Pîşeya rêberên geştyariyê bi serê xwe pîşeyek rast û girîng e. Ji ber ku rêberên geştyariyê ne tenê bi mêvanan re di rastiyê de girêdana di navbera geştiyar, dîrok, çand û nasnameya cihê de ye. Jin bi pirsgirêkên aloz re rû bi rû dimînin ku tê de sînordarkirinên civakî û çandî jî hene.”

Der barê geşbûna geştiyariya jinan li Cezayîrê de, Şîraz got: "Di salên dawî de, medyaya dîjîtal roleke girîng lîst bi taybetî di teşwîqkirina gelek jinan de ji bo ku bikevin qada geştiyariyê. Îro, her kes dikare bi hêsanî ezmûnên xwe yên rêwîtiyê parve bike û cîhanê keşf bike, ji bo gelek jinan derî vekiriye dikarin li gelek deveran geştiyariyê bikin. Her wiha hişmendiyek li ser girîngiya geştiyariya navxweyî zêde dibe, nemaze ji ber ku Cezayîr welatekî bi cihêrengiya xwe ya xwezayî û çandî pir dewlemend e.”
Şîraz Delale bi van nirxandinan dawî li gotinên xwe anî: “Qada geştiyariyê li Cezayîrê hê jî xwedî potansiyeleke mezin e û hebûna jinan di vî warî de, çi di rêberiya geştiyaran de be, çi di afirandina naverokê de be, çi jî di lêkolîna akademîk de be, nirxeke rastîn li vê bazarê zêde dike.”