‘Jin bi saya perwerde û pîşeyek dikarin li dijî mercên zor têbikoşin’
Pêvajoya perwerdeyê di warê ramanî de mirovan bi pêş dixe, dibe wesîle ku derdora xwe binase û bikeve ferqa behreyên xwe. Ji ber vê yekê dîploma yan jî pîşe, di rewşên cuda û mercên jiyanê de pêşiya jinan vedikin û dibin temînat.

REFÎF ÎSLÎM
Xeza- Li Xezayê ji bo zarokên keç û jinan, pîşe yan jî perwerdeya bilind, weke temînata jiyanê tê dîtin. Jin bi wê yekê di warê aborî de serbixwe dibin û jiyana xwe bêyî girêdana hevjîn, bav, bira yan jî kesên din dikarin bidomînin. Ev yek bi taybetî di pêvajoyên şer û pavçûnan de, dema ku bandor li çavkaniyên debarê yên malbatan dibin, zêdetir girîngiya wê derdikeve holê.
Endama hîndekar a Beşa Sosyolojiyê ya Zanîngeha El-Ezher û doçenta alîkar a di ware pêşxistina civakî de Şirîn Ed-Danî, got ku divê pîşe di çarçoveya xwedîbûna pîşeyek, dîploma jî di çarçoveya perwerdeya akademîk de werin nirxandin. Li gorî wê her du awayên perwerdeyê jî behre û bikêrhatiniya mirov bi pêş dixe lewer mirov bi qasî ku xwedî hest e divê tasteqîn be û perwerde di navbera hest û aqil de hevsengiyek çêdike.
‘Perwerde nêrîna jinan a ji bo xwe û derdorê diguherîne’
Şirîn Ed-Danî, diyar dike ku pêvajoya perwerdeyê nêrîna jinan a li derdorê û cîhana wan a hundirîn diguherîne û dibe sedem ku bi rewşên cuda re bi awayekî çalak derkeve serî û wiha didomîne: “Jin dixwazî di warê hunerê de, dixwazî di warê tendirustî û medyayê de perwerdeyê bibînin, bi saya perwerdeyê dikarin ji çarçoveya malbat, dibistan û derdora bi sînor derkevin, têkiliyên civakî çêbikin û zanîna xwe bi pêş bixin.”
Şirîn Ed-Danî got ku di civakên Rojhilata Navîn de jin hê jî di warê perwerdeyê de bi sînor in û bi bîr xist ku berê li welatên Ereb perwerde û xebata jinan qedexe bû û wiha got: “Dema ku em îro bi demên berê re muqayese bikin em ê bibînin ku bi taybetî li welatên ku pêşketin li wan çêdibe guherînên erênî hene.”
‘Welatên Ereb daristanên ku keçên ciwan di navbera gur û cinawiran de bijîn nîn in’
Şirîn Ed-Danî, feraseta paşverû ya ‘parastina malbatî’ rexne kir û got: “Bêparkirina jinan ji perwerdeyê nabe parastin. Îzolekirina jinan ji cîhanê, wan li paş dihêle û dike kesayetên vederkirî. Wisa nabe lewre cîhan navê jinên serkeftî di pirtûkên dîrokê de dinivîsîne.”
Şirîn Ed-Danî bal kişand ku welatên Ereb, daristanên ku ‘keçên ciwan di navbera gur û cinawiran de dijîn’ nîn in û diyar kir ku jin hem di nava saziyan de hem jî ji derveyî wan bi zagonan tên parastin. Her wiha diyar kir ku di civakên çanda civakî ya dijberiya perwerdeyê serdest e jî gelek jin li paş dimînin.
Perwerde pîşe û derûniya baş
Şirîn Ed-Danî diyar kir ku di demên şer û pevçûnan de jinên xwedî pîşe û dîplomayên perwerdeya bilind in xwedî derfet in û wiha domand: “Di demên wiha de jin bi krîzê re hevrû dibin, têdikoşin û behreyên xwe derdixin holê. Ger jin berê xwedî pîşe nebe, di nava şer de nizane çi bike, neçarî berpirsyariyên ku nikaribe rake dimîne. Lê dema ku xwedî pêşe bin, dikarin debara xwe bikin. Vê rewşê di şerê li Xezayê de pir zelal bû. Gelek jin, beriya şer di saziyan de dixebitîn lê bi êrîşên Îsraîlê re ev sazî hilweşiyan. Jin bi carekê bêkar û piştgirî man. Li ser vê yekê gelek jinan ji bo debara xwe bikin, berê xwe dan pîşeyan. Di vê pêvajoyê de diyar bû ku perwerde, amadekarî û derûniya baş çiqas di aliyê erênî de bandorê li jiyana jinan dike.”
Şirîn Ed-Danî diyar kir ku van faktoran li ser têkiliya jinan bi mêran re jî bandorê çêdikin û wiha domand: “Jin bi wê yekê dikare bi mêr re têkiliya wekhev çêke. Jinên ku di warê aborî de neçar dimînin bi mêrek ku naxwazin pê re bijîn re jiyana xwe bidomînin, rastî şîdet û heqaretê tên divê êdî bêdeng nemînin. Ev bêdengî di warî derûnî de zarokên bi travma û malbata belavbûyê bi xwe re tîne.”
‘Jin bi girêdana bi kesên din re nikarin bijîn’
Şirîn Ed-Danî, diyar dike ku civakên jinên wan hilberîner bin, bi pêş dikevin, beriya êrîşên li ser Xezayê ji %49’ê civakê ji jinan pêk dihat û ji ber ku vê rêjeyê di warê aborî de nedixebitî, welat ber bi têkoçûna aborî ve çûye û wiha berdewam kir:
“Ji bo pêşketina civakan rola jinan girîng e. Sermayeya herî mezin a jinan tendirutî û dahata wan e. Jin bi baweriya bi kesên din nikare bijî lewre dibe ku rojek ew kes nexwaze pê re bijî. Belê wê demê dê jin çi bike?”
Şirîn Ed-Danî herî dawî vê bangê li jinan kir:
“Pîşeyek hîn bibin, dîplomayek bigrin. Ji bo xwe xebateke aborî biafirînin. Xwe nespêrin hincetan. Gava pêşîn bavêjin. Dibe ku rê zor be lê bizanibin dê ew rê ji we re vekirî be.”