Ji xewna taekwondo heta bîrên avê

Lavîn Kartal a ji bajarê Kobanê ye li Meletiyê a Bakurê Kurdistanê dijî, du sal in xerazê dajo û bîrên avê yên binerd dikole. Tevî rûbirû bûna ezmûnên dijwar di jiyana xwe de, bijardeyên wê rêya serxwebûnê ye.

SORGUL ŞÊXO

Qamişlo – Ne tenê li seranserê cîhanê, lê heman demê li Kurdistanê û Rojhilata Navîn jî, jin ji sedsalên berê bêtir rê û rêgehên cihêreng ber bi xwerêvebirin, serxwebûn, evîn û baweriya bi enerjî û hêza xwe ya bi salan veşartiye, dimeşînin. Tevî şerên bi salan ên li dijî nasname, hebûn, beden û giyanê wan hatine meşandin jî, bi biryar in ku rêya xwe ya serxwebûnê li hember her cûre êrîşên qirkirinê hilbijêrin.

Li Kurdistanê çîrok, proje û xebatên jinên Kurd yên balkêş derdikevin pêş ku ew rê ji jinên li peyî xwere jî vedikin.

Lavîn Kartal temenê wê 18 sal e, di du saliya xwe de ji bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê berê xwe didin Bakurê Kurdistanê û li bajarê Meletiyê dijîn. Ew zaroka mezin a malbatê ye ku ji sê xwûşk û birayekî pêk tên.

Lavîn di temenekî pir biçûk de barekî gelek mezin û karekî pir cûda dike ku bi rastî heta niha nimûneyên wê li herêmê nehatiye dîtin. Wek ciwaneke Kurd yekem car e û du sal in xerazê dajo û bîrên ava binerd li gundewarên Meletiyê dikole.

Lavîn ji ajansa mere behsa rêwîtiya xwe ya du salan û sedema ku berê xwe da ye vê xebatê kir.

 Rêhevala bavê xwe ya hemû kêliyan bû…

Lavîn rêhevala bavê xwe ya zaroktiyê bû û wiha behsa serpêhatiya xwe kir: “Ji zaroktiya xwe ve, ez bi bavê xwere diçûm û dihatim û bi her kêliya wî ya li ser xerazê û kolandina bîrê re pêre bûm. Ji bavê xwe fêrî ajotina otomobîlê û kamyonê jî bûm. Sê sal berê bavê min jiyana xwe ji dest da, wê çaxê em ketin nav tengasiyên jiyanê de. Li vir ya mezin ez bûm, ji lewra neçar mam ku karê bavê xwe û tiştên ku ji wî fêr bûbûm, dewam bikim.”

‘Hêviyên min mezin in’

Tevî ku di zaroktiyê de barê xwedîkirina malbata xwe hilda ser milên xwe, lê xewnên Lavîn yên taybet jî hene ku di pêşbirî rêya bicihanîna wê de gelek stirî hene. Lavîn wiha xewnên xwe û astengiyên dijî ji mere rêz kir: “Yek ji xewnên min ew e ku bibim mamosteyek taykwando. Ez 5 sal in li vir diçim werzîşê, lê ji ber kerta nasnameya Tirkî (Kimlik) a min nîne, ji min re heq nake ku bibim mamosteya taykwando. Min du sê caran piştî ku bavê min jiyana xwe ji dest da, spor terikand. Lê hêviyên mamosteyên taykwando di min de didîtin, bû sedem ku careke din vegerim sporê. Tevî ku ez ji yekem şagirtên taykwando bûm, lê dîtina hevalên bi min re dibin mamoste û ez tenê li wan dinêrim, dilê min dihat sotin. Eger kimlika min derkeve, ez ê bibim mamosteyek sporê û mezintirîn xewna min jî ev e. Hêviyên min mezin in.”

Bi xerazê bîran dikole

Lavîn da zanîn ku ew du sal in bi xerazê bîrên avê yên binerd dikole û wiha qala karê xwe yê pratîkî dike: “Du sal in fermî ez bi xwe xerazê dajom û bîrên avê dikolim. Di nav du salan de ez gelek tişt hîn bûm, ji hevjînê xaltîka xwe jî bêtir fêr dibim. Lê berî ez werim bîrê bikolim, têm cihê kolandinê hildibjêrim û li gorî qatên axê, av di bin vê axê re derbas dibe nabe. Paşê kûrahiya wê destnîşanî dikim û dest bi kolandinê dikim. Piştî kolandinê diqedînim, diceribînim û wiha êdî tê xuya kirin ka cûreya avê jî şêrîn an jî şor e.”

Karê ku ji temenê wê mezintir e

Lavîn li kêleka kolandina bîran, refê 11 dibistana amadeyî ya vekirî dixwîne her wiha diçe spora taykwando jî.

Lavîn careke din bal kişand ser hişmendiya civakê li beramberî jinan û karên ku dikin û wiha pêl da gotina xwe: “Gelek kes ji minre dibêjin: tu jin î, çawa vî karî dikî û ev kar ji tere nabe. Ez dizanim ev kar ji temenê min mezintir e û temenê min ji karekî wiha giran re pir biçûk e. Yên di temenê min de digerin, dixwînin û bi karên din re mijûl dibin. Lê ev karê bavê min e, ez ê bikim. Ti neçariya min nîne ku biçim van sedeman ji civakê şîrove bikin û parve bikin.”

‘Bi hêvî me hemû jin ji hêza xwe bawer bin’

Lavîn di dawî de ev peyamek piştgiriyê ji jinan re şand û got: “Jin dikare hemû karî bike, ger ji xwe û hêza xwe bawer û tekezdar be. Eger hun dizanin ev rê rêya we ye û diruste, bi bawerî tê re bimeşin. Ji xwere nebêjin ev karê mêran e an jî şerm e. Gava min dest pê kir, gelek kesan gotin ev kar ne karê te ye, ev karê mêran e û şerme tu keçikî, çênabe tu vî karî bikî. Jin û xeraze pir dûrî hev didîtin û digotin qet çênabe. Lê ez bi karê xwe serbilind im, çimkî ez karê bavê xwe dikim. Wek çawa ez ji xwe bawer im, bi hêvî me hemû jin ji hêza xwe bawer bin, da ku rojekê jî hewcedarê mêran nebin.”