Ji ber zextên Talîbanê dev ji rojnamevaniyê berda û bû firoşkara seyar

Farzane Ayubî, diyar kir ku ji ber zextên Talîbanê gelek rojnamevanên weke wê bêkar mane û da zanîn ku bi firoşkariya seyar debara xwe misoger dike lê ji ber ji aliyê Talîbanê ve rastî gef û tacîzê tê wê dev ji vî karê jî berde.

BAHARÎN LEHÎB

Kabul – Li gorî rapora ku di sala 2023’an de ji aliyê Rêxistina Rojnamevanên Bêsînor ve hat weşandin; Efganistan, Vîetnam û Rûsya ji bo rojnamevanan welatên herî xeternak hatin tesbîtkirin. Yek ji wan rojnamevanan ku piştî Talîbanê rêveberiya Efganistanê desteser kir, hewl da ku di bin şert û mercên zehmet de pîşeya xwe bidomîne Farzane Ayubî ye. Lê belê Farzane Ayubî ku hem ji ber zextên Talîbanê, hem jî ji ber şert û mercên aborî yên saziya lê dixebitî neçar ma dev ji karê xwe yê rojnamevaniyê berde, niha hewl dide bi firoşkariya seyar debara xwe bike.

'Min 7 salan nûçegihanî kir’

Farzane Ayubî ya bi dezgeha li Kabîlê li kêleka rê vekir re cil û bergan difiroşe, wiha axivî: “Min 7 salan nûçegihanî kir. Min di gelek saziyên çapemenî, rojname, kovarên heftane û kanalên televîzyonê yên taybet de kar kir. Di pêvajoya xebata xwe de rastî gelek zehmetiyan hatim. Saziya çapemeniyê ya ku lê dixebitîm, ji aliyê aborî ve pirsgirêk hebûn ji ber vê yekê min dest jê berda. Ez niha li kêleka rê bi firoşkariya seyar debara xwe dikim.”

'Jin hepsê nava malê hatin kirin’

Farzane Ayubî, diyar kir ku ji roja hatina Talîbanê ve heta niha rojnamevanên jin bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû mane û wiha got: ‘Ji ber rewşa xirab a aborî gelek saziyên çapemeniyê hatin girtin. Di saziyên kar tên meşandin de jî destûr nayê dayîn jin bixebitin. Tevahiya jin hepsê malê hatin kirin û destûr nayê dayîn bixebitin.”

'Gotin xebata min xeternak e'

Farzane Ayubî, diyar kir ku ne tenê ew, hejmarek zêde hevpîşeyên wê bêkar mane û neçar in di karên cuda de bixebitin û wiha got: “Min nexwest kes bizanibe lê me nas dikin. Ji ber ku me di çapemeniyê de kar dikir. Ez têm tacîzkirin. Beriya çend rojan min du endamên çapemeniyê vexwend cihê ku lê dixebitim lê ji min re gotin divê ez herêmê biterikînim û xebata min xeternak e. Ez êdî nikarim firoşkariya seyar jî bikim.”

'Ne tenê rojnamevan hemû jinên Efganî neçar mane dest ji karê xwe berdin'

Farzane Ayubî, diyar kir ku ji ber li kolanan dixebite xwe di nava xeterê de hîs dike û wiha axivî: “Bi giştî rewş ji bo jinên Efganî krîtîk e. Hemû kes dizanin ku ne tenê rojnamevanên jin, hemû jinên Efganî neçar mane dest ji karê xwe berdin. Piraniya wan debara malbatên xwe dikirin. Cil û bergên ku ji bo bifiroşim min sandibû, gelek nayên firotin. Cil û bergên destên duyemîn pir erzan in. Bihayê wan li derdora 20, 50 an jî 100 Efganî ye û ji wê zêdetir nayên firotin. Kesên ku ev cil ji me distînin, nikarin wî pereyî bidin. Çend roj derbas bûn me tiştekî nekirî û nefirot. Di rewşa niha de jî dema jinên din derdê xwe vedibêjin, ez ji bilî rijandina rondikan nikarim tiştekî din bikim.”

Farzane Ayubî, bang li hemû welatan kir ku piştgiriyê bidin jinên Efganî û xwest ji bo ji nû ve dest bi karên xwe bikin, ji bo wan şert û mercên guncaw bên afirandin.