Ji benên ku li pakêtên alîkariyê tên girêdan tiştên nû çêdike
Nîhal Hewêhî ya penaber li Xezayê benên plastîk ên li pakêtên alîkariyê tên girêdan, veguherand amûrên çandî û jiyanî.
RAFÎF ISLÎM
Filîstîn – Nîhal Hewêhî piştî koçberbûna ji Bêt Hanûna li bakurê Zîvala Xezayê û windakirina amûrên xwe, bi ramana selika dapîra xwe ya demên berê, ket nav hewldanan. Nîhal bi benên li pakêtên alîkariyan tên girêdan, gelek amûrên wek selik, nivînên zarokan û dolaban ji nûve çêkirin.
‘Pêdivî dayîka dahênanê ye’
Dema ku kurê Nîhalê ben ji bo agir kom kirin, ev fikir hat bîra wê. Lê ji ber dûmana wê ya jehrî û daxwaza cîranan, wê dev ji pêxistina benan berda. Nîhal Hewêhî got "Pêdivî dayîka dahênanê ye". Fikir ji ber koçberiyê çêbû ku jinan hemû milkên xwe winda kirin, ji ber vê yekê çûyîna sûkê bû krîzek ku pêdiviya wê bi çareseriyekê hebû, bi taybetî bi nebûna kîsikên qumaşê yên ku berê dihatin bikaranîn. Wê demê selika dapîra xwe anî bîra xwe ku ew dibir sûkê û sebze, fêkî û goşt tê de kom dikirin. Bi rastî jî wê selika xwe ya ewil hilberand û plastîkan li şûna qîşê bi kar anî. Nîhal diyar kir ku ew piştî ceribandinê piştrast bû ku pêdivî ye hin guhertin li ser bên kirin wekî zêdekirina parastinekê ji bo destan da ku hêsantir bê hilgirtin.
Nîhal Hewêhî ragihand ku nayê gotin ku tişt hêsan e û dikare ji careke ewil ve biserkeve û wiha domand: “Ew ben wek kêran tûj in û eger dest pê bibin, dê birînên kûr lê bikin. Ji ber vê yekê hişyarî şertê ewil e di dema xebatê de. Bi taybetî dema derbasbûnê ji bo bikaranîna amûrên din ên tûj di birînê an rastkirinê de wekî mîşrot (maketa tûj) û birê. Di dema xebata xwe de çend caran birîndar bûm û fikirîm ku dev ji kar berdim, lê pratîkê di danustandina bi benan re de pisporî da min.”
Ji benan nivînên zarokan çêkir

Nîhal Hewêhî ew ben bikar anîn û di destên wê de bûn nivînên zarokî ku dayîk bi rastî dikare zarokê biçûk tê de bike xewê. Her wiha bi dehan selik hilberandin ku wê û cîrana xwe di karûbarên xwe yên jiyana rojane de bikar anîn. Tepsî û çavkaniyên ku çend şitlên nane û top rihanê tê de çandine amade kirin û bi ser ketin. Heta ku ew gihîşt çêkirina tankeke avê û ew bi kîsikek plastîk dorpêç kir da ku ji hundur ve avê bernede. Wê da zanîn ku her wiha xalîçeyan ji bo erdê çêkiriye û dolabeke cil û bergan, nivîn û maseyek amade kiriye. Nîhal wiha domand: "Ez benan ji navendên belavkirina alîkariyê belaş kom dikim, lê dema ku zarokan zanîn, ew ketin pêşbaziyê ji bo komkirina wan û dûre tînin cem min."
Zindîkirina pîşeyên kevneşopî
Nîhal Hewêhî di dema xebata xwe de bi pirsgirêkeke din re rûbirû ma. Rengê wan benan ê xam, kesk e û nayê guhertin. Nîhal Hewêhî teşwîqeke berfireh ji jinên ku dema yekem car serdana konê wê kirin û dîtin ku ew çi dike matmayî man, dît. Dû re ji malbata wê ku dîtin hilberandinek heye ku gelek karên malê bi bihayê ku bi şiyana wan a aborî re têkildar e hêsantir dike. Nîhal tekez kir dibe ku ew berhem ji aliyê madî ve guncaw bin, lê ew pêdivî bi hêzekî mezin a bedenî û hişî ne. Nîhal hêvîdar e ku jin wê bibînin û piştgiriyê bidin wê da ku di peydakirina derfeteke kar de biserkeve.