Gomrig: Taxek ku hembêza xwe ji sê netewan re vekiriye
Taxa Gomrigê ya bajarê Kobanê ku ev zêdetirî sedsalek e ji aliyê Kurd, Ermen û Tirkmenan ve hatiye avakirin, heta niha jî xweserî, reng, çand û mozaîqa xwe diparêze.
BERÇEM CÛDÎ
Kobanê – Bajarê Kobanê ku li ser sînorên di navbera Bakur û Rojavayê Kurdistanê de ye, ji bo gelek pêkhateyan bûye stara xweparastin û berdewamkirina hebûna xwe.
Kobanê weke navend, di destpêka avabûna xwe de tenê ji Kaniya Kurdan û Mişidê pêk dihat. Piştre êdî jiyana civakî berbelav dibe ku tevî gundbûnê êdî bajarbûyîn jî destpê dike. Beriya salên 1915’an Kobanê weke gund dihat naskirin. Piştre di pêvajoya komkujiyên li hember Ermenan ku ji aliyê Osmaniyan ve hatin kirin, bi sedan malbat berê xwe didin erdnîgariya Kobanê. Li gel Ermeniyan gelek malbatên Turkmen û Kurd jî ji ber zordariya Osmaniyan bi wan re tên.
Di sala 1915’an de hat avakirin
Malbatên ku Kobanê weke stargehek ji bo xwe hildibjêrin, li taxa Gomrigê ya li ser sînor bicîh dibin ku li gel Kurdên deverê dest bi avakirina taxê û sazkirina jiyaneke hevbeş dikin. Ji bo vê jî dîroka avakirina taxê ji 1915’an ve destpê dike ku Kobanê bi vê yekê re êdî derbasî qonaxa bajarbûnê dibe. Taxa Gomrigê ku heta niha bermahî û şopên xwe yên kevnar diparêze, ew tabloya rengîn a ji gelek netew û baweriyan hat avakirin hîn jî xwe dide der. Bi taybet jî pira kaniya avê, mizgefta mezin û sînema hê jî hene.
Şaredariyê ji bo parastina vê mîrateyê gelek hewl daye
Gomrig bi taxên xwe yên teng, malên ji kevirên reş û axê, di heman demê de şêwazê sazkirina malan yê taybet û cuda tê nasîn. Tevî tax mezin bûye û gelek malên modern hatine avakirin jî, heta niha jî dema ku mirov di nava taxê de digere, xwe mîna ku di wê serdema avabûna wê de dijî hîs dike. Şaredariya gel a Kobanê jî, ji bo ku vê mîrateyê biparêze bi gelek hewildanan ev tax her tim parastiye. Li gor zanyarên ku ji gelê taxê hatin girtin, ji sedî 70 Ermenî bûn û di heman demê de hîn malbatên Cihû, Turkmen û Ereb jî lê dijiyan. Ji bo vê jî li taxê 3 dêr, goristaneke Ermeniyan û yek jî ya Cihûyan, dibistaneke Ermenan û mizgeft hebûn.
‘Taxa Gomrigê nîşaneya jiyana hevpar û demokratîk e’
Nayîme Aqîl a 60 salî ku ev zêdetirî 40 sal in di taxê de dijî û derheqê taxê de gelek tiştan dizane, qala taxê û jiyana di nav de kir. Nayîme diyar kir ku wê gelek malbat nas kiriye û dîtine û wiha pê de çû: “Taxa me ji kevintirîn taxên Kobanê ye ku bajarvanî ji vê taxê destpê kiriye. Navê taxê jî xwe dispêre gomriga ku ji aliyê hikûmeta Sûriyê ve hat çêkirin, wê demê li ser sînor xetên tirênê hebûn ku ji ber wê gomrig hat çêkirin û navê taxê jî li ser vê bingehê hat lêkirin. Lê ez bawer dikim beriya wê jî navê taxê ne Gormrig bû. Temenê min têr nekir ku ez malbatên Ermen û Turkmen yên destpêkê bibînim, lê dîsa jî min gelek malbat dîtin û na skirin ku heta niha jî hîn ji wan li Kobanê dijîn.”
Her miletek karê pîşesaziya xwe dike
Nayîme anî ziman ku jiyaneke hevbeş a komînal li vir bipêş ketiye ku bê cudahî civak û bajarbûnê destpê kiriye û wiha domand: “Jixwe piştî perçebûna Kurdistanê, gelek malbat ji hev veqetiyan ku hinek li serxetê û hinek jî li binxetê man. Turkmenan jî ji ber zordariya Osmaniyan berê xwe dan vê deverê û Ermenî jî ji bo xwe ji komkujiyan biparêzin hatin vir. Kurd bi çandiniyê re mijûl dibûn ku ev pîşeya wan bû. Ermenan jî karê pîşesaziyê dikirin. Ji ber ku jiyaneke hevpar ava kirin, êdî fêrî pîşeyên hev bûn ku bi hev re sûk vekirin û tax dorfireh kirin. Heta taybetmendiyên civakî, jiyanî û heta xwarina me jî êdî wekhev bibûn ku ev jî girêdana kûr a di navbera me de pêk hat, diyar dike.”
Tê payîn ku piraniya Ermenên li vê deverê, bi êrîşên çeteyên DAIŞ’ê re ji taxê derdikevin û li hîn bajarên Sûriyê û welatên din bicîh dibin. Tevî vê jî hîn gelek mal û erdên wan li Kobanê hene ku carnan malbat tên serdana wan jî dikin. Ji xwe heta niha çend malbatên Ermen û Turkmen li taxa Gomrigê jî hene.