Erdnîgariya Urdunê çawa teşe dide jiyana jinan?
Li Urdunê polîtîkayên hikûmetê, bi newekheviya di navbera herêmên derdorê û bajar de jiyana jinan tê diyarkirin. Ev rewş, li gorî cihê ku jin lê dijîn diguhere û di aliyê xebat, ewlehî û azadiya tevgerê de faktorek diyarker e.
BARAA MAAYTA
Urdun – Li Urdunê mekan, di jiyana jinan de di çarçoveyek ku têkilî, derfet û sînoran bi rêk û pêk dike ye. Tax, bajar, wîlayet, ne tenê diyarkirina xizmetê pêşkêş dike, di heman demê de tevger, xebat û qada ewlehiyê jî xêz dike. Bi vî awayî ceribandinên jinên di nava welat de cuda dibin. Erdnîgarî dibe faktorek civakî û siyasî ya zayenda civakê, rê li ber wê yekê vedike ku derfet bi awayekî newekhev were belavkirin.
Tevî gotinên fermî yên der barê bihêzkirina jinan û zêdekirina beşdariya wan di qada civakî de, bi polîtîkayên ku hatine îlankirin, her diçe cudahiya di navbera rastiyê de mezin dibe. Nebûna binesaziyên gihandina bi awayê adil, domandina newekheviya pêşvebirina di navbera herêman de û normên sînordarkirî yên civakê, beriya biryarên herî asan ên jinan, neçar dike ku hesabên rojane bikin. Hikumet ji tercîhên weke xebat domandina perwerdeyê yan jî bi awayekî bi ewle tevger û şertên teşedayîna civakê ne dûr e.
Di vî alî de erdnîgariya, Urdunê ji bo fêmkirina rastiya jinan, dibe pirsgirêkek navendî. Ji ber ku ji zagonên desthilatdariyê wêdetir, bi riya mekan, xizmet, îtîbar û ceribandinan çawa tê pêkanîn derdikeve holê. Bi guherîna kevneşopiyan re, rasterast hevrûbûn, jiyana rojane û bedelên wê bi bêdengî ferz dike. Di vê rageşiyê de ku di navbera guherîna heyî de, jin hem qada jiyanê, hem jî weke ezmûnê bi mekan re di nava têkoşînê de ne.
Beşdariya kêm xirabûnên pergalî derdixe holê
Tevî gotinên fermî yên der barê bihêzkirina jinan de, li Urdunê, beşdariya jinan a aboriyê di asta herêmê de di rêjeya herî kêm de ye. Li gorî lêkolînên hêza kar, di sala 2024’an de rêjeya jinan a başdariya kar ji sedî 14.9 bû, ya mêran ji sedî 53,4 bû. Ev ferq ne ji ber nexwestina jinan a polîtîkayên derfetên kar û xwegihandinê dest pê dike, her pirsgirêkên pergalî ku digihîjin normên civakî yên tevgera jinan asteng dike û bedelê derketina qadên giştî zêde dike di teyîsîne.
Modelek civakî
Di vê çarçoveyê de, çîroka Munteha, ne îstîsnayek kesî ye, teyîsîna zindî ku mekan li ser jinan çawa weke serdestiyek nayê dîtin bi kar tîne ye. Mekan ji bo jinan diyar dike ku ew der jê re gengaz e û bi destûr e.
Munteha wiha dibêje: “Ez xwişka ji hemûyan biçûktir im, ez 52 salî me. Dayîka min der barê girîngiya serxwebûna aboriya jinan de xwedî hişmendiyek bi hêz e. Ji min re her dem digot; ‘jinek ku nikarine karê xwe bi rê ve bibe, ne jin e.’ Ev gotin kurtasiya nêrîna der barê jinan e di civakê de.”
Perwerde ne wekî îmyiyaz weke amûra hêzê ye
Di asta xwecihî de ji bo jinan piştî hevberdan û windahiyê, nebûna şemsiyeyek ku bi qasî pêwist biparêze, ji mafê perwerdeyê zêdetir bûye amûra hêzê. Munteha dema piştî dizewece, ji bo temamkirina perwerdeya xwe ya zanîngehê biryar dide zêrên xwe bifiroşe û wiha dibêje: “Dayîka min ji min re got zêrên xwe bifroşe, wê dîplomaya te zêran telafî bike lê belê zêr dîplomayê bi te nadin qezenckirin. Ev biryar ne luksek e, veberhênana ku ji bo pêşerok nediyar hatibû kirin bû. D heman demê de peyamek vekirîbû ku dewlet her dem ji bo te nabe tora parastinê û divê jin ewlehiya xwe bi destên xwe ava bike.”
Kar û rê kêliya ku mesafe bûye bar
Di polîtîkayên civakê de, xebat weke derfet tê dîtin lê belê di jiyana jinan de riya ku diçe kar, dibe têkoşîna rojane. Munteha nêzî 31 salan xebitiye, erka wê ya yekem di Kampa Koçberan a Bakayê de bû divê her roj, beriya ku roj derbikeve ji malê derbikevin û got: “Ez nêzî saet 5’an ji malê derdiketim, heta 7:30’an digihîştim.” Ev yek ji ber nebûna wesayîdên giştî û bi ewle bû.”
Li gorî texmînên Banqeya Cîhanê li Urdunê ji sedî 47’ê jinan, ji ber kêmaniya amûrên gihandinê, maliyet, ewlehî û tacîzan daxwazên kar red dikin. Ev rêje nîşan dide ku berpirsyar ne ji ber tercîhên jinan e, polîtîkayên hikumetê ne.
Tacîz wek amûra dûrxistinê ye
Di qadên giştî de jin ne tenê ji xizmetê bêpar in, ewlehiya wan jî tune ye. Munteha vê yekê bi eşkere tîne ziman û dibêje: “Yên tacîz dikin qet nanêrin tu girtiyî yan na. Ji ber ku tu jin î tacîz dike. Ji ber nebûna mekanîzmayên parastinê yên bi bandor, tacîz dibe amûra dûrxistinê ji bo jinan.”
Hilbijartin teng dibin kontrol zêde dibe
Cudahiya pêşketinê di navbera wîlayet û peytextê de, ne tenê ji bo xizmetan, di awayê jiyana civakî de jî diteyîse. Munteha çûyîna Îrbd jî wiha tîne ziman:
“Bajar e lê ez xwe wekî ku di gundek mezin de bim hîs dikim. Meraq, kontrol û reşkirin dibe parçeyek ji jiyana rojane. Ji ber serê min vekiriye, bi gotinên bêexlaq hatim pênasekirin. Ji min re gotin tu Xirîstiyan î lê belê ez misilman im. Li vê derê civak tenê li jinan nanêre, wan ji nû ve pênase dike û li ser vê pênasekirinê wan ceza dike.”
Barê kedê yê ji bo mafê ku hikumetê hesab nekiriye
Her çendî jin bi ser bixin ku bikevin qada hêza kar jî barê di nava malê de bûye faktorek diyar. Keda lênêrîna bê beramber, kêmbûna baxçeyên zarokan û parvenekirina rolan, domandina jinan a di kar de lawaz dike.
Ji ber vê di çarçoveya bijartekên jinan de û fikirîna ji polîtîkayan cuda yan jî barkirina biryarên ku li wan hatiye ferzkirin ne gengaz e. Munteha ji Îrbidê, der barê bêbandorbûna xwegihandina nava bajar de wiha dibêje: “Ez her roj neçar dimînim texsyê bi kar bînin. Rojê 4 dînar e. Ji mûçeyê min ê mehane 120 dînar di re de diçe.”
Ev reqem nîşan dide ku cih, çawa dibe barekî mayînde yê aborî, nîşan dide ku jin di navbera xebat û dûrxistinê de tên neçarkirin.
Guherînên hêdî û berpirsyariya ku tê taloqkirin
Beşdariya jinan a aborî li gorî salên din her çendî zêde bibe jî pêşketin kêm e. Guherîna rast ne di gotinê de, bi polîtîkayên gihîştina edalet, qadên xebatê yên baş û mekanîzmayên parastina ji tundiyê gengaz e.
Çîroka Munteha ne îstîsna ye, neynika rastiya bi hezaran jinên ku li Urdunê dijîn e. Xizmetên kêm, kevneşopiyên hişk, bajarên ku bê ewle ne, bi serê xwe dibin pirsgirêkek jinan. Ji ber ku tevgerên jinan tên kontrolkirin.
Her çendî hûrgiliyên mekan werin guherîn jî çarenûsa jinan jî tê guhertin. Karkirin ne xeter e, maf e. Tevger ne xeter e, dibe çalakiyek xwezayî. Erdnîgarî jî ji astengiyê derdikeve dibe qada jiyanê.