Jinên Ermen: Divê pirrengiya me bibe hêz û hevgirtina gelan
Jinên Ermen, li hember hewldanên ji bo avakirina zimanê nefretê bertek nîşan dan û banga xurtkirina têkiliyên civakî yên ji bo parastina ewlehî û aramiya herêmê kirin.
RONÎDA HACÎ
Hesekê – Bajarê Hesekê bi pêkhateyên xwe yên cuda û jiyana hevpar a gelên wê tê naskirin. Kurd, Ereb, Ermen û Suryan bi salan e li vê herêmê bi çand, ziman, ol û kevneşopiyên xwe li kêleka hev dijîn. Lê di van demên dawî de, hinek derdor hewl didin ku zimanê nefretê û fitneyê di navbera pêkhateyan de çêkin. Têkldarî vê mijarê jinên Ermen hişyarî dan û gotin ku ew li dijî teşwîqkirina nefretê, tundîtiyê û derxistina fitneyê ne.
‘Divê pirrengiya me bibe hêza me, ne sedema dijminatiyê’
Sîlda Sîmon diyar kir ku gelên Cizîrê, ji ol, mezheb, netew û çandên cuda, bi nifşan e bi hev re dijîn û got ku ew her dem banga aştiya civakî û jiyana hevpar dikin. Sîlda anî ziman ku zimanê nefretê û cudakariyê divê di civakê de cih negire û wiha domand: “Em wekî gelê Cizîrê, misilman û xiristiyan, ji hemû mezheb, netewe û çandan, bi nifşan e bi hev re dijîn. Em vê jiyana hevpar li ser bingeha hezkirin, lêborîn û hevkariyê hîn bûne. Ji ber vê yekê, em zimanê nefretê, fanatîzm û cudakariyê red dikin.”
Sîlda destnîşan kir ku parastina aştiya civakî û jiyana hevpar, berpirsyariya hemû kesên civakê ye û got ku jin, malbat, dibistan, saziyên civakî û partiyên siyasî divê di vê mijarê de hevkar bin. Sîlda ev daxwaz anîn ziman: “Divê em bi hev re bixebitin da ku nifşa nû li dijî zimanê nefretê bê hişyarkirin, qebûlkirina yê din û rêzgirtina ji hev bê xurtkirin. Divê em cudahiyên xwe û pirrengiya xwe wekî çavkaniya hêz û yekîtiyê bibînin, ne wekî sedema dijminatiyê.”
‘Têkoşîna li dijî fitneyê bi hişyarkirin û hevkariya gel pêkan e’
Fîroz Abdullah destnîşan kir ku fitne û zimanê nefretê bandoreke neyînî li hemû pêkhateyên herêmê dike û wiha pê de çû: “Gelên herêmê di demên cuda de bi hev re bûne alîkar, piştgirî dane hev û rêz li adet, kevneşopî û baweriyên hev girtine.”
Fîroz diyar kir ku bajarê Hesekê bi pêkhateyên xwe yên cuda û pirrengiya xwe tê nasîn û gelên wê ji mêj ve bi hev re dijîn. Wê got ku “Em wekî pêkhateya Ermen, bang li hişyariya civakî û rawestandina fitne û teşwîqkirinê dikin, ji ber ku ev tevger li gorî nirxên jiyana hevpar ên gelên herêmê nînin.”
Wê bal kişand ser girîngiya yekîtiya gel û hişyarkirina civakê û got ku rêya bingehîn a rawestandina fitne û teşwîqkirinê, xurtkirina hişyariya civakî û hevkariya gelan e.