‘Divê ku perwerdeya Kurdî di destûra Sûriyeyê de bi fermî were pejirandin’

Semîra El-Hesen dayika sê xwendekarên Kurd e daxwaza fermîkirina perwerdeya zimanê Kurdî di destûra Sûriyeyê de dike dibêje ku di serdema rejîma Baasê de gelek zoriyan kişandine, naxwaze careke din zarokên wan heman zoriyan bikşînin.

SORGUL ŞÊXO

Til Temir – Li Sûriyeyê zaravayê Kurdî Kurmancî ye. Piştî tepeserkirina ku bi dehan salan domiya niha vejîneke çandî û perwerdehî li Rojavayê Kurdistanê tê jiyîn. Lê pergala ku çêbûye îro ji hêla hikûmeta demkî ya Sûriyeyê ve bi dijwarî û astengiyên pejirandina fermîkirina zimanê Kurdî re rû bi rû ye. Malbatên xwedekaran dixwazin zimanê Kurdî di destûra Sûriyeyê de bi fermî were pejirandin.

Zimanê Kurdî beşek ji pirrengiya çandî û şaristanî li Sûriyeyê tê hesibandin lê tevî vê jî heta niha hikûmeta demkî bi awayekî fermî zimanê Kurdî weke zimanekî fermî yê Sûriyeyê nas nekiriye.

Semîra El-Hesen, dayîka zarokên bi navê Hêlîn, Elîn û Ehmed e. Zarokên wê dibistana seretayî dixwînin. Semîra El-Hesen der barê gumanên ku ew dijî û daxwazên xwe de weke dayîkên Kurd anî ziman.
 

‘Hêza dayîkan di zindîhiştina zimanê Kurdî de ji zextên rejîma Baasê bi bandortir bû’

Semîra El-Hesen weke Kurdek zehmetiyên ku di dibistanên rejîma Baasê de jiyane bi bîr tîne û dibêje: “Tevî hebûna şagirtên Kurd û mamosteyan em nikaribûn di dibistanê de bi zimanê xwe yê dayîkê biaxivin. Dema ku em bi Kurdî bi hev re diaxivîn, wekî ku me sûcek li dijî rejîma Baasê dikir, me sûcdar dikirin çimkî zimanê me li her derê hatibû qedexekirin. Bandora hişmendî û polîtîkayên rejîma Baasê li ser malên me jî hebû em bi hev re bi Erebî diaxivîn.”

Semîra rola dayîka xwe di parastin û zindîhiştina zimanê Kurdî de bi bîr xist û got: “Dayîka min bû sedem ku em zimanê xwe yê Kurdî di malê de zindî bihêlin. Çimkî wê di dibistanên rejîmê de nexwend û nehişt bandora wê sîstemê li ser çêbibe. Bi me re bi Kurdî diaxivî û zarokên biçûk ên di landikê de bi lorîkên Kurdî dihejand. Em bi kurmanciya xwe di hundirê mal de gelek kêfxweş dibûn, bêyî ku ji cezayên rejîma Baasê bitirsin.”

Şoreş ji bo zarokan şansek bû

Semîra behsa zarokên xwe yê di nav şer û şoreşê de çêbûn dike: “Zarokên me yê di nav şoreşê de çêbûn mixabin ji nava şerê ku rû dida, mezin bûn. Lê şansek bû ku bi Kurdî bijîn û bixwînin. Bi awayekî azad zarokên me zimanê xwe yê Kurdî li dibistanê fêr dibin, bêyî ku rejîmek hebe wan ceza bike. Dema ku em bihevre sparteka dibistanê li mal çareser dikin, ez jî bi zarokên xwe re hînî zimanê Kurdî dibim. Fersenda ku ji min çû îro bi zarokên xwere bidest dixim û dîroka xwe wekî Kurd dinasim.”

Kurd li Sûriyeyê ne kêmnetew in

Semîra El-Hesen da xuyakirin ku zimanê Kurdî ne tenê amûreke ji bo derbirînê yan veguhestina agahiyan e nasname bi xwe ye û wiha pêl da gotinên xwe: “Zimanê Kurdî çand, dîrok û nasnameya me ye. Wê kes nikaribe zimanê me tune bike. Wê çima hikûmeta demkî zimanê Kurdî li Sûriyeyê tune bike û nas neke? Kurd ne kêmnetew in li Sûriyeyê. Kurd di Sûriyeyê de xwedî dîrok û ax in, kes nikare hebûna kurdan ji nedîtîve were.”

‘Divê ku mafên Kurdan di destûra Sûriyeyê de hebin’

Semîra El-Hesen got ku Kurd û zimanê Kurdî ji hev nayên veqetandin, xwest di destûra Sûriyeyê de were naskirin û wiha dirêjî da gotinên xwe: “Bila mafên Kurdan di destûrê de hebin û parastî bin. Em weke dayîk tu carî napejirînin ku zarokên me perwerdeye ne bi zimanê xwe, bi Erebî bibînin û tenê di hefteyê de 2-3 demijmêran fêrî zimanê dayîkê bibin. Mafê zarokên me heye ku di fêrbûna zimanê dayîkê de azad bin. Çimkî zarokên me ger zimanê Erebî bixwînin wê dîrok û çanda xwe jibîr bikin. Her wiha wê zarokên me bibin mexdûrên hişmendî û polîtîkayên tunekirinê ji hêla hikûmeta demkî ve li Sûriyê ve.”

Semîra di dawî de got ku ew naxwazin êşa wan kişandiye zarokên wan jî bikşînin.