Di pêvajoya hevberdanê de astengiyên yasayî û civakî yên li ber jinan

Alîkara Dadwerî Kinêr Loqman geşedanên yasayî û pirsgirêkên civakî yên piştî hevberdanê nirxandin. Kinêr da zanîn ku pirsgirêkên weke bidestxistina nefeqeyê û mafê dîtina zarokan bandorê li rewşa jinan dikin.

ŞILÊR KOYE

Koye – Pêvajoya hevberdanê di bingeh de ji bo bidawîanîna têkiliya zewacê dema têgihîştin û lihevnehatin digihîjin astek bê encam, çareseriyek qanûnî û rewa ye. Lê belê di piraniya civakên kevneşopî de, hevberdan pirsgirêkan bi dawî nake, dibe destpêka qonaxek nû ya êş û tundiya li dijî jinan.

Jinên hevberdane li şûna ku derfet bê dayîn ku jiyana aram û bi rûmet ji nû ve bidin destpêkirin, gelek caran dibin hedefa giliyên civakê, zexta psîkolojîk ji hevjînên berê, destdirêjiya zayendî li cihê kar û bikaranîna zarokan û nefeqe weke qertên zextê li dijî wan. Alîkara Dadwerî ya Dadgeha Pêşîn a Koyê Kinêr Loqman bi nirxandina rola qanûnên Herêma Kurdistanê di parastina mafên jinan de, bal kişand ser destnîşankirina pîvan û tundiya ku piştî hevberdanê jin rû bi rû dimînin.

‘Piştî hevberdanê jin ji aliyê civakê ve tên tewanbarkirin’

Alîkara Dadwerî ya Dadgeha Pêşîn a Koyê Kinêr Loqman têkildarî hevberdanê û piştî wê tundiya li dijî jinan tê kirin ji ajansa me re axivî û wiha got: “Tundî û pirsgirkên ku jin rastî tên, di dema gilîkirina ji bo hevberdanê de tundî destpê dike û gelek cureyên tundiyê hene. Beşek ji wê bi edet û kevneşopiyên ku bandor li ser civakê kirine ve girêdayî ye. Ew jî wisa kiriye ku beşek kesên civakê rastî tundî û binpêkirinê bên. Mînak ger em behsa hevberdanê bikin, dema jinek hev berdidin, ji aliyê civakê ve rastî gotinan tên û destê xwe dirêjî jinan dikin û jê re dibêjin ew jina ‘Hatî berdan.’ Qet nehatiye bihîstin ku bibêjin jinê bi xwe daxwaza hevberanê kiriye. Zû jinan sûcdar dikin û bi bêrêzî li wê dinêrin, mîna ku sûcek giran kiribe şermê dixin çavên wê. Di demekê de divê bêjin ew jin mafê wê yê jiyanê heye û dobêjin divê rû bi rûyî tundiyê bê. Berevajî dibêjin ger jinek baş bûya nedihat berdan, mixabin ev gotinane wisa dikin ku cih û kesayeta jinê xirab bibe û bi heje. Ew jî wisa dike ku ew jin bê paşguhkirin û rê li ber wê bê girtin.”

Pirsgirêka nefeqe û destdirêjî ji aliyê xwediyên kar ve

Kinêr Loqman wiha got: “Ger di aliyê qanûnî de lê binêrin, pirsgirêka herî sereke ew e ku jin dê çawa zarokê xwe bigre, ew jin ji bo pêkanîna pêwîstiyên zarokan hewl dide karekê bike û bibe xwedî aboriya serbixwe. Pirsgirêka mezin a jinan ew e ku nikare li ser lingên xwe raweste û zarokên xwe xwedî bike û dema li pey kar digere, ji aliyê xwediyê kar ve rastî destdirêjiyê tê. Ev jî di aliyê çandî û kevneşopiyê de tê. Pirsgirêkek din ew e ku ew jinên hev berdidin nefeqe ye, hinek pereyê ku dadgeh ji bo jiyana zarok dide, ew mêr nade yan jî di dema xwe de bi cih nake. Ew jî weke tolhildan an şerê derûnî li hemberî jinan dike. Ew jî wisa dike ku bargiranî bikeve ser jinan. Gelek caran dema di dema dîtina hev a zarokan li gorî peymana ku di dadgehê de hatiye çêkirin, neheqiyê li dike, yan jî zarok naynin ku dayîk bibîne. Vê jî weke qerta zextê bi kar tîne. Ew jî êşê dide ruhê dayîkê û pergala derûnî ya kes têk dide. Jin jî ne xwedî aboriyek wiha ye ku bi xwe bigre û gelek caran aloziyên derûnî zêdetir dibe.”

‘Jin rastî  tacîza zayendî tên’

Kinêr Loqman da zanîn ku gelek caran ew jinên li mala xwe dimînin, dîsa ji aliyê kesên din ve rastî tacîza zayendî tên û got: “Rojane di çapemeniyê de tê bihîstin ku jinek ji aliyê hevjînê xwe yê berê ve hatiye kuştin û rastî êrîşê hatiye yan jî gef lê hatiye xwarin. Mixabin rojane ev rewş dubare dibe. Gelek pirsgirêk ji bo jinan derdikevin bi taybetî dema ku hevjîn dibihîse dixwaze bizewice û jiyanek nû dest pê bike. Ew pirsgirêka mezine û tewanê kuştinê bi xwere tîne û ji bo zewacê hilweşîne hevjîna xwe bi bê exlaqiyê tewanbar dike. Rojane em rastî van hemûyan tên.”

‘Jin hişyar bûne’

Kinêr Loqman di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Cihê kêfxweşiyê ye, piştî rizgarkirina Iraqê, bi qanûnên şexsî ji bo berjewendiyên jinan gelek guhertin û qanûnên sererastkirî ketine bin temînatê. Tevî hemû çandên paşverû ku gelek caran dibêjin ger hûn hevjînê/a xwe berdin hûn ê tiştek negirin, ev ne rast e. Niha asta hişyariya jinan gelek bilind e, dizanin qanûnên herêma Kurdistanê ku piştgiriya wan dikin hene. Dema tên ber dadgehê û li hemberî tundiya ku li dijî wan tê kirin gilî dikin, mafê wan tê parastin.”