Di germa zêde de hewîzên avjeniyê ji bo jinên Îdlibê henaseyeke

Jinên Îdlibê hem ji bo ji germa zêde xwe hênik bikin hem jî ji deruniya şer û koçberiyê durkevin ligel kêmderfetiyan jî berê xwe didin hewîzên avjeniyê.

SOHÊR ÎDLIBÎ
Îdlib – Bi zêdebûna germahiyê re jinên Îdlibê berê xwe didin hewîzên avjeniyê. Bi avjeniyê hem xwe hênik dikin hem jî stresa şer û koçberiyê bela dikin. Ji jinên koçberên bajarê xan Şêxûnê Senaa El-Ilêwî ya 34 salî bi bişirîneke şermok sedema hatina xwe ya avjeniyê nîşanda. Senaa da zanîn ku ji bo daxwaza zarokên xwe ya hatina ser hewîzê bi cîh bîne selika xwe ya xwarinê firotiye û wiha domand: “Zarokên me li vir hinekî xwe ji bîr dikin, hewce carnan derkevin derve, kêfa xwe bikin û fêrî avjeniyê bibin. Ji ber vê yekê çûyîna hewzên avjeniyê girîng e û bi taybet di nav germa zêde ya vê dawiyê de weke pêdiviyekê tê tîdin.”
Her çendî bihayê wê zêdeye jî em ji ber zarokan neçarin biçin” 
Senaa El-Ilêwî tevî nirxên buha ên kirêkirina hewzên malbatê ji îsal karî xwesteka zarokên xwe pêk bîne, li kêleka wê jî nêzîkatiya xwediyên hewzan rexne kir û wiha dom kir: “Me tenê ji bo 12 saetan hewzek avjeniyê bi 40 $ veqetandiye. Mîktarek wiha qudreta piraniya welatiyên Îdlibê diyar dike, Piraniya wan mirovên koçber in ku yek ji sedemên çûyîna wan a hewzên avjeniyê belakirina giraniya şer û koçberiyê û peyîdakirina atmosferek arame. Hewzên malbatê ji bo avjeniyê ji zarok û jinan re ji cihên din yên avê ewletir e ku pir caran mirov di cihên din ên avê de rastî xenqandinê tê.” 
“Tenê cihê nefesgirtina zarokên me hewîzên avjeniyê ne”
Leme El-Hemîdo ya 25 salî dibêje ku bi heycan li benda çûyîna hewzên malbatî ye, ji ber ku di wir de ew demek xweş bi malbata xwe re derbas dike û gelekî kêfxweş dibe û wiha bêsebriya xwe tine ziman: “Tevî bihabûna kiriyên hewzên avjîniyê, em nikarin dev jê berdin, dîtina kêfxweşiyê li ser rûyê zarokên me dihêle ku mirov her tiştî bike û wan dilxweş bike. Her çendî ku avjînî gelekî sûdmend e, lê dîsa jî di hewzên avê yên Îdlibê de pir nexwşî hene.
“Ji ber karanîna klorê hewîzên malbatî nebaşin”
Bijîşk Lemya Qidêranî ya 38 salî li ser zirarên avjîniyê di hewzan de wiha dibêje: “Tiştê herî mezin ku zirarê li tenduristiya giştî di hewzên malbatî de dike, madeya Kilor e ku bi rêjeyek mezin dikeve hewzan. Ji xwe ava hewzan bi berdewamî nayê guhertin, ev yek jî pirsgirêkên tenduristiyê û nexweşiyên curbecur bi taybet nexweşiyên sing wek Rebû çêdike.” 
Bijîşk Lemya van şîretan dike ku dev ji avjeniya di hewzên ku bêhna klorê zêde jê tê berd in û li şûna wan hewzên ku ava wan bi periyodîk û bi domdarî tê guhertin bikar bînin. Beriya avjîniyê pêwistî bi merhema rojê heye da ku xwe ji şewtandina çerm biparêzin.”
Bijîşk Lemya girêdayî sudên avjeniyê jî ev tişt anî ziman: “Gelek feydeyên avjeniyê hene weke  gera xwînê teşwîq dike û  rewşa mirov rihet dike. Ji bilî vê yekê bi bandor beşdarî paqijkirina pergala nefesê dibe û bi taybetî nîşanên depresiyon û tevliheviyên psîkolojîk kêm dike û mejî rihet dike. Bê guman tiştê ku jinên Sûrî îro di nav şert û mercên dijwar û kirîzên derûnî de bi hewce ne, ew e ku di hewaya hewzên malabtî yên havînê de hinekî rihet bin. Ji xwe ev yek jî mirov dikare bêje ku beşek ji dermankirina derûnî, civakî û laşî ye.”