Corona û nebûna elektirkê barê bermaliyan girantir kiriye

Dagirkerî, xizantî, nebûna kar û pandemiya corona di ser de jî nebûna kehrebê jî rewşa jiyana niştecîhên kantona Gazayê zêde kir û barê jinan girantir kiri ye . Li ser vê mijarê jinan gotin; “Divê berpirsyarên Gazayê çareseriyek ji rewşa me re bibînin.”

Dagirkerî, xizantî, nebûna kar û pandemiya corona di ser de jî nebûna kehrebê jî rewşa jiyana niştecîhên kantona Gazayê zêde kir û barê jinan girantir kiri ye . Li ser vê  mijarê jinan gotin; “Divê berpirsyarên Gazayê çareseriyek ji rewşa me re bibînin.”
REFÎF ISLÎM
Xaza- Tevî şert û mercên jiyanê yên zehmet jî ev 15 sal zêdetire tenê 8 saet elektirîk digihe niştecihê Gaza yê. Di demê pandemiya corone de elektirîk daket 4 seatan. Xemsariya berpirsyaran barê bermaliyan girantir kiriye, pergala jiyan wan tevlî hev kiriye û bi taybet demên berdana elektirîkê jî ne diyar e. Jinên herêma Gazayê ji  rewşa bê elektirikbûnê nerazîne û dibêjin; “Divê rêveberiya Gaza yê ji rewşa elektirîkê re çareseriyekê bibinin.”
‘Zarokên me dersan li ser telefonê dibinin û şarz têra wan nake’
Dayika 5 zarokan Umeyme Heles ya 33 salî ku ji ber vê rewşê gelek tengasiyan dikêşe zehmetiyên xwe wiha anî ziman: “Em gelek zehmetiyan dikêşin. Ji ber zarokên me dersan li ser telefonê bi awayek online dibinin û şarza wê têra dersên wana nakin. Zarok ev du salin tehemula sermaya zivistanê nakin. Di malde mayina hemû endamên malbatê gelek zehmete, mirov êdî nikare hevsengiyekê di navbera pêjandina xwarin, paqijkirina malê û xwendina zarokan de çêke. Her wiha roj têrê min nake ez hemû pêdiviyên malê pêk bînim heta derfet nîne ku ez pirtukekê bixwinim.”
‘Min beranameyek ji bo karê mala xwe amadekiriye’
Lara Ganim ya 23 salî û dayika zarokekê ye û wê telefona xwe li gora hatina elektirîkê eyar kiriye, dema elektirîk hat da ku karê maye bi qedin e li ser vê rewşê ev nirxandin kir: “Min di got qey dayîka min zêdegavî dikir dema di got karê malê naqede lê min bawer nedikir ku ji ber rewşa elektirikê kar naqede. Ji ber wê min beranameyek ji bo karê xwe amadekiriye heta min telefona xwe li gora hatina elektirikê eyar kiriye dema nîvê şevê elektirîk were da ku karê malê yê maye ez biqedînim.”
‘Ji ber nebûna elektirîkê ez nikarim xwesteka keça xwe bi cih binîm’
Herî dawî jî jina 29 salî Regde Atîwî bi bîr dixe ku ji ber nebûna elektirîkê karê malê gelek zehmet bûye û êşa xwe ya ji bo nebûna elektirîkê wiha anî ziman: “Keça min ya 5 salî daxwaz ji min kir ku da ez jêre kekek di firinê de çêkim, ji ber kêm elektirîkê kek baş ne pija û ew jî giriya û daxwaza yeke nû kir e ji ber nebûna elektirîkê jî ez nikarim vê xwesteka wê bi cih binîm. Her wiha rewşa aborî ya civaka Gaza yê ji sedî 75 nikarin pêdiviyên malê yên normal yên weke ava û şerab pêk bînin. Heta nikarin xetek ya elektirikê ya jeneretorê ji bigrin ji ber nirxê elektirîka jeneretorê bilinde.”  
 Her wiha pargîdaniya Belavkirina Elektrîkê ya Gezayê li ser malpara xwe ya tora civakî daxuyaniyek weşand û dan diyarkirin ku li ser kêmbûna elektirîkê ji ber nebûna sotemeniya wek mazotê nikarin jenretoran pê bixin û kerebê bidin hemwelatiyan.