Fewziye Al-Gîlofî: Rojnamegerên tûnisî li dijî zîhniyeta mêr di karê xwe de bi israr in

Di civaka Tûnisê de heta tu bibî rojnamegerek divê tu xwedî îrade û vîneke xurt bî û li hemberî zîhniyeta civakê ya tund jî xwedî helwest bî.

 
ZIHUR AL-MEŞRIQÎ
Tûnis - Deh salên dawî bûne şahîd ku di cîhana rojanmegeriyê de beşdarbûna jinên ciwan zêde bûye û ji aliyê nivîskî û lêpirsînî de jin gelek afrîner in û pêşveçûnên girîng bi dest xistine. Sandîkaya Neteweyî ya Rojnamagerên Tûnisê aşkera kir ku; “Hejmara rojnamavanên jin ji sedî 50 zêdetir e. Di demên dawî de ji aliyê afrênerî û pêşveçûnê ve gavên girîng avêtine. Li ruxmê ku civaka Tûnisê ev rewş derbas kiriye jî jinên rojnameger di asta biryargirtinê de li paş in.”
 Jinên rojnameger di sendîkayan de bi heqdestek kêm kar dikirin. Rêveberên sendîkaya Tûnisê di her fersendê de beşdariya jinên rojnameger di biryargirtinê de girîng dibînin û li ser tundiya ku li pêş xebatên wan dibin asteng helwesta xwe nîşan dan. 
Li ser pêşketina rojnamegerên jin li Tûnisê, Endama Nivîsgeha Kargêriya Sendîkaya Neteweyî ya Rojnamegerên Tûnisê û berpirsiyara karûbarên civakî Fewziye Al-gîlyofî di hevpeyvînek de ji ajansa me re axivî.
Hûn wekî rojnameger û endama nivîsgeha kargêriya yekitiyê, rola jinên rojnamevan di misogeriya dîmengirtinekê de û di nava zehmetiyan de çawa dinirxînin? 
Belê hebûna nûçegihanên jin di qada  çalakiyan de pir girîng e. Her wiha hejmara jinên rojnameger li qadên çalakiyan têra xwe hene. Li ruxmê pirsgirêkên ku hene jî nûçegihanên Tûnisê bi hêza vîna xwe ya xurt hebûna xwe di her qadê de bi dîmenên xwe îsbat dikin. Lê hîn jî di pêkêşkirina bernameyên siyasî, yên di televîzyon û radyoyan de hejmara jinan kêm e her wiha di edîtorên rojnamayan de jî em nabînin.
Wekî tê zanîn rojnamegerên jin di çalakiyên tevgerên siyasî û civakî de li Tûnisê di aliyê daxwazên edalet û pêkanîna wekheviyê de li pêş bûn. Piştî 10 salên şoreşê gelo guhertinek çêbû?
Bi rastî li ruxmê ewqas keddayînê jî hîna rewş wekî xwe ye. Xirabtir bûye xebatên me hîn jî di asta pêkanîna wekheviya fondayîn û edaletek navbera jin û mêr de didomin. Lê zîhniyeta mêr a serdest û êrîşa wê ya li ser rojnanegerên jin, herî zêde ji aliyê kesên berpirsyar, pêwendîdar û kirîdar ve tên kirin.
Çapemeniya Tûnisê hîn jî di asta pirsgirêkên wekî şantaj, newekheviyên di pêşketin û gihîştina asta rêveberiyê ya di dezgehên çapemeniyê de ye. Hûn vê rewşê çawa şîrove dikin?
Rêjeya nûçegihanên jin di qada medyayê de ji %50 derbas kiriye lê di meqamên biryargirtinê de kêm e. Sedema vê jî zîhniyeta mêrê serdest e ku jinan di pêşketina pêkanîna mafên ragihandinê de lawaz dibîne. Dîsa hevnegirtina jinên rojnameger di parastina mafên xwe de jî dibe asteng.
Wekî rojnamevan, hûn di projeya wekheviya mîras de ku li Tûnisê nîqaşên berfireh derketin pêş de çi dibêjin? Jinên li Tûnisê dê destkeftiyên qezenc bikin?
Wekî kes ez piştgiriya vê pêvajoyê dikim. Li ruxmê gurkirina nîqaşên di navbera civakê û dijberên oldaran de, di vê mijarê de baweriya min bi pêkanîna wekheviya zayendî mezin e.
Her wiha ez di wê baweriyê de me ku wê dewleta medenî wekheviya giştî di navbera civakê de pêk bîn e. Ji ber ku em di welatek destûra wê li ser bingeha wekheviyên maf û erkên hemwelatiyan de hatiye nivîsandin dijîn. Çima di pratîkê de wê neyê pêkanîn?
Li ser vê ez dixwazim bi bîr bînim. Şoreşa jinên Tûnisê li dijî dagirkeriyê û bi destxistina kovara Rewşa Kesan di sala 1956’an de hatiye ragihandin. Helbet nêrînên dijber hebûn lê bi alîkariya hikûmetê ev yek qezenc kirin. Mijara mîrasê jî hema bêje bi îradeya siyasî dê pêk were. Heta ku jinek li qadan têbikoşe wê şoreşa wekheviya di mafan de her hebe û wê bi ser bikeve.
Hûn reftarên rayedarên Tûnisê li hemberî rojnamegerên jin çawa dibînin? Ango hûn kîjan zehmetiyan di helwestên wan de dibînin?
Desthilatdariya Tûnisê bi gelemperî guh nadin jinan. Her çendî di rola xwe de pêkan û serkeftî be jî di avakirina hikûmetê de hebûna wê red dike. Ez têdigihîjm ku di berjewandiya her kesê de ye. Dema jin di saziyên ragihandin, pergalên pîşeyî yan jî di saziyên civaka sivîl de bin dê jinên rojnameger xwedî erk û misyon bin. Her wiha divê jin bi hev re bibin yek da ku hevkarî û hevgirtinekê di nava civakê de misoger bikin.
Piştî 10 salên Şoreşa Tûnisê hûn rewşê bi gîştî çawa dinirxînin?
Şoreşa Tûnisê jî wekî şoreşên welatên Ereban ên din çêbû. Lê belê gelek aloziyên aborî jî hene. Lê Tûnis di rewşek azad û demokrasiyê de ye. Ev jî di hilbijartinan de bi rengekî azad ku me tu caran nejiyabû aşkere bû. Kes di civaka Tûnisê de jî xwedî ramanên azad in. Tevî ku tengezariyên ku di aliyê siyasî, civakî û aborî hene hêviya me ew e ku em ê bi gelemperî li hemû qadên civakê serkeftî bin.