Behiye Hemed, ji Enfalê sax ma û niha firoşkar e

Behiye Hemed Ebdulla, wek gelek jinên din ên Kurdistanê, xwedî çîrokek trajîk e û gelek êş û zehmetî jiyan kiriye. Ew niha li bajarê Koye xwediyê dikanekê ye û piştî êrîşên Enfalê kariye li ser lingên xwe bisekine.

Şiya Koyî

Koye – Jinên Kurd her dem bi zehmetî û nexweşiyan re rû bi rû mane. Bi taybetî ew kesên ku di êrîşên Enfalê de mirov û xizmên xwe winda kirine, ji neçarî ji bo debara jiyana xwe koçê bajaran kirine. Berpirsiyariya mal û zarokan ketiye ser milê wan. Behiye Hemed yek ji van jinan e ku ruxmê her tiştê karibû li ser lingên xwe bisekin.

Di dema êrîşên Enfalê de, yek ji kurên wê winda dibe. Şêva ku kurê wê winda dibe berbi saetên sibê de hevjînê wê ji qehrê kurê xwe de jiyana xwe ji dest dide. Bi vê awayî, Behiye bi zarokên xwe re tenê dimîne. Lê ew dev ji têkoşîna jiyanê berneda; wê zarokên xwe wekî jinek bihêz û wêrek mezin kirin. Îro jî, ew hîn jî bi neviyên xwe re dijî û alîkariya wan dike.

Ew di çandinî û berhevkirina berheman de dixebite

Behiye Hemed Ebdulla got: “Ez ji gundê Xelekan im di sala 1946’an de hatim dinyayê. Paşê, bi saya xizmên xwe, ez hatim Koye û li vir zewicîm. Min hemû karên ku pêwîst bûn kirin; ez bi çandiniyê, çandina titûnê, berhevkirina genim û berhemên din re mijûl bûm. Em her tim malbateke mezin bûn; çar bira û jinên wan di heman malê de dijiyan. Heşt zarokên min hebûn, lê yek ji kurên min di dema êrîşa Enfalê de winda bû. Heman şev bavê wî jî ji xeman jiyana xwe ji dest da. Ev bûyer gelek me xemgîn kir. Kurê me yê delal li ber çavê me winda bû. Ji derveyê van bûyeran sê caran mala min ji aliyê rejîma Baasê ve hat şewitandin. Lê ez her dem jinêkî karker bûm, qet hewcedarê destê kesekî nebûm. Her dem min pişta xwe da xwe.”

‘Gava ez diçim dikanê xemên min kêmek kêm dibe’

Behiye li ser karê dikanê got: “Berê ez dixebitîm ji bo ku zarokên min bi serbilindî bijîn û çavê wan li destê kesekî nebe. Lê niha ji bo xwe diçim dikanê, jiber xemên min gelek in. Gava ez diçim dikanê hinek ji wan têne jibîrkirin. Kesê min zor nake ku ez biçim lê, ez pir kêfxweşim ku ez gihiştim vê astê jiber min gelek zehmetî dîtine. Ya ku dilê min xweş dike ew e ku zarok û neviyên min baş in û ez bi wan re dijîm.”

Wê jiyana gelek dayikan xilas kiriye, wek pîrik kar dike

Li gel hemû zehmetiyên ku pê re rû bi rû ma, Behiye Ehmed, jineke wêrek, ne tenê lênêrîna mal û zarokan kir, lê di heman demê de di karên mirovî de jî cih girt. Ew alîkariya jinên cîranan jî dike û wiha dibêje: “Gava ku jinên cîranên me pitîkên xwe tanîn dînyayê min alîkariya wan dikir. Min wek pîrik kar dikir û navikê pitikan dibirî. Min ev hemû bêyî ku li benda tiştekî bimînim kir."