Azîza El-Safranî: Em bi nexweşiyê re di mercên pir dijwar de têdikoşin

Hemşîreya li nexweşxaneya nexweşên koronayê Azîza El- Safranî li ser nexweşî û rewşa nexweşan dibêje ku vîrusa koronayê nexweşiyek e cidî ye divê kes û malbat pir bi baldarî nêz bibin û bizanibin ku ev nexweşî heye û rast e.

ÎBTÎSAM AXFÎR
Bîngazî- Her tişt berovajî bû, gava ku ez ketim beşa lênihêrîna giran a Nexweşxaneya Giştî ya El-Hawarî ya Bîngaziyê ku bi taybetî ji bo bûyerên koronayê hatiye veqetandin; ji min re gotin ku divê ez dûrî nexweşên koronayê bikevim. Di wê demê de ez ditirsyam lê berdestên bijîşkan bêyî ku bitirsin diçin û li rewşa nexweşan dinihêrîn, xwe gelekî nêzî wan dikirin, xwarin û dermanên wan didan wan di gel vê xeterê jî hin kesan ev bûyer bi cidî nedigirtin û bawer nedikirin. 
Xuyaye ku gel ew êşa berdestên bijîşkan di hundirê nexweşxaneyê de dikşînin nabîne, der barê vê mijarê de em bi berdesta bijîşkan Azîza Hemd El-Safranî re axivîn. Azîza di Tebaxa 2020’an de li nexweşxaneya El-Hawarî ya giştî dest bi kar kir, ji wê demê heya niha dev ji kar bernedaye dibêje: “Tevî ku bûye 33 sal ez karê hemşîretiyê dikim jî ev salên dawî yên herî zehmet bûn.” 
"Ez ji vîrusê ditirsim"
Azîza El-Safranî roja xwe ya li nexweşxaneyê û danûstandina bi rewşên heyî re wiha bi nav dike: "Ez danûstandinê bi gel re dikim wekî ku malbatên min bin. Saetên karê min di 8’ê sibehê de dest pê dike heya 8’ê êvarê. Di hefteyê de du rojan dema ez dikevim lênihêrînê di cih de berê xwe didim rewşên ku ez dişopînim. Bi wan re hinekî diaxivim û wan rihet dikim. Hin rewş hene bi hewceyî maskeyên normal in, hin jî bi hewceyî lûleya oksîjenê ne û dûre ez her demjimêr li germahiya bedenê û bêhnfirehiya wan dinihêrim û derman li gorî bernameya wê didim. Pir caran dema ku ez derbasî odeyê dibim, dibînim ku hin kesan jiyana xwe ji dest daye. Ez her ditirsim rojekê bi koronayê bikevim. Ji malbata xwe ditirsim lê heta niha pê neketim. Piştî ku kar bi dawî dibe, ez vedigerim malê li gel hevser û zarokên xwe, serdana dayika xwe dikim lê ji dûrî ve em li gel hev sohbet dikin. Bi qasî dikarim derketina ji derve kêm dikim da ku kesên temenê wan mezin ji min pê nekevin.”
Mafê malbatan heye ku beriya wefatê nexweşên xwe bibînin
Azîza El-Safranî der barê danûstandina bi rewşên ku hîs dikin, di navbera jiyan û mirinê de ne wiha got: "Ez bi malbata wan re dikevim têkiliyê da ku nexweşên xwe bibînin. Rast e ev yek qedexe ye, ji ber ku çawa nexweş xwediyên xwe dibînin rewşa wan hîn zêde xirab dibe lê ev rewşeke mirovî ye divê ku nexweş beriya wefata xwe malbata xwe bibînin. Em bi hemû tedbîrên pêwîst radibin piştre dihêlin ku malbat nexweşên xwe bibînin.”
Azîza El-Safranî rewşekê tîne bîra xwe û wiha dibêje; "Dayika El-Saad, yek ji wan bûyeran bû,  dest bi girînê kir û ji min re got ez dixwazim kurên xwe bibînim. Ji ber vê yekê min agahî da nobedar, wî pêwendî bi kurê wê re çêkir da ku were dayika xwe bibîne. Dayik di roja din de çû ser dilovaniya xwe. Ji ber vê yekê ez dibînim ku divê malbat nexweşên xwe bibînin û hemû tedbîran bigrin.” 
Dema ku em dengê cîhazê dibihîsin, bi lez baz didin
Di kar de hin şaşîtî bi me re derdikevin ango dema ku em li ser xwarinê bin û dengê cîhazê dibihîsin, em bêyî maske û lepik baz didin gel nexweş, ev yek jî li ser tevahiyan xeter e.
derûniya Azîza El-Safranî di nexweşxaneya koronayê de pir xirab bûye li ser vê yekê dibêje: "Derûniya min pir xirab e, bi taybetî dema ku ez nexweşek dibînim ku bi mirinê re şer dike û nikarim alîkariya wî bikim, ne tenê ez bi van rewşan bi bandor dibim, hemû karmend ji vê yekê êşê dikşînin. Dema ku ez ji kar derdikevim û bi hevserê xwe re diçim di cih de ez behsa nexweşan dikim, hevserê min dibêje bêdeng be û xwe rihet bike lê ez nikarim ji ber ku dixwazim bi avaftinê hinekî êşa di dilê xwe de kêm bikim.”
Tu kes girîngiyê nade aliyê derûnî
Der barê peydakirina pisporên derûniyê de ku dive rewşa nexweş a derûnî bişopînin de wiha dibêje; "Mixabin, pisporên me yên derûnî tune ne, dema ku ez diçim malê, her bi berdestên bijîşkan re diaxivim da ku li rewşa nexweşan bipirsim.”
Azîza El-Safranî wiha axaftina xwe didomîne; "Ji destpêka karê min ê li nexweşxaneyê de, tenê min 1000 dînar wergirtiye. Tê gotin ku me 10 hezar dînar wergirtiye ne rast e. Em hemû karmend wek tîmekê kar dikin, di navbera xwe de kar dabeş dikin.”
Divê ku xelk ji nexweşiyê bitirse
Der barê rewşên heyî û hejmara karmendan de ev xal destnîşan dike; "Rojên borî, hejmara me pir zêde bû û me karîbû destên xwe bidin hev lê niha hejmar ji wê demê kêmtir bûye.”
Berdesta bijîşk, Azîza El-Safranî, di dawiya axaftina xwe de bang li gel kir ku divê ji vê nexweşiyê bitirsin û ji kombûnan dûr bisekinin, ji pîr û kalan bitirsin, wan biparêzin lewre ev nexweşî rast e û bi xeter e.
 Hêjayî gotinê ye ku pandemiya koronayê di sala 2020’an de li Lîbyayê belav bû û yekem bûyera li wê derê di Adarê de hat tomarkirin, hejmara pêketiyan heya vê rojê gihîştiye 198 hezarî.