Amadekariyên Forûma Jinan a berfireh: Jinên Suweydayê di bin heman banî de ne

Foruma Jinan a berfireh hedef dike ku li Suweydayê hebûna jinan di jiyana civakî de xurt bike û beşdariya wan a bi bandor di pêvajoyên pêşketin û biryardayînê de misoger bike.

ROŞÊL CANYOR

Suweyda – Jinên li bajarê Suweyda yê Sûriyeyê amadekariyên destpêkirina forumek berfireh a jinan didomînin. Armanc bi forumê komkirina enerjiya jinan û di civakê de xurtkirina rola wan e.

Forum hedef dike ku beşdariya çalak a jinan di warên civakî, çandî, aborî û siyasî de xurt bike; piştrast bike ku deng û jêhatiniyên wan bi awayê herî bi bandor tên bikaranîn û rola jinan wekî hevkarên sereke di teşedayîna niha û avakirina pêşerojê de xurt bike.

‘Fikra forumê di roja jinan a navneteweyî de derket holê’

Mamoste Raja el-Şufî ku beşdarî xebatên amadekariyê yên forumê bûye, diyar kir ku fikra forumê di roja jinan a navneteweyî de derketiye holê, potansiyela mezin a jinên Suweydayê û berxwedana wan di demên dijwar ên bajar derbas kirine de îlham daye afirandina vê fikrê û got: “Me dît ku pêşengên hewldanê bi pirrengiya civakî û çandî derketin pêş. Ji ber vê yekê fikirîn forumeke ku hemû beşên civakê bêyî cudahiya olî, rewşenbîr, ciwan, muzîkjen, an jinên karker bîne ba hev, li dar bixe.”

Ji jinan eleqeyek zêde

Raja el-Şufî da zanîn ku di qonaxa yekem de ji bo berhevkirina piştgiriyê ji bo fikra forumê xebitîne, eleqeyeke mezin ji jinan dîtine û wiha got: “Piştî vê yekê, me rapirsek der barê armanc, hêvî û encamên hêvîkirî yên forumê de amade kir. Me gelek hevpeyvîn bi jinan re li navenda bajêr û gundan kir, ev lêkolîn hê jî didome û jinan daxwazeke xurt nîşan dan ji bo beşdarî projeyê bibin. Xebatên piştgirî û beşdarbûnê bi du riyên cuda tên meşandin. A yekem xwegihandina jinên li deverên dûr bi riya rapirsên dîjîtal, a duyem jî danîna têkiliyeke rasterast bi rêxistinên jinan û kesayetên jin ên bi bandor ên li bajêr re ye. Di vê çarçoveyê de civînek li bajarê Şehbayê hatiye lidarxistin, li Suweydayê gelek kombûn hatine organîzekirin û li Selahedîn û Qureyyayê jî amadekariyên ji bo civînên bi vî rengî didomin.”

Yekkirina hewldanan

Aktivîsta siyasî û civaka sivîl Rakiya el-Şeîr anî ziman ku ev forum ji bo pêwîstiya yekkirina hewldanên jinên li Suweydayê di bin sîwaneke hevpar de derketiye holê û wiha got: “Em hedef dikin ku ji bo hevkarbûna bi bandor û rast di pêvajoyên pêşxistina civakê û mekanîzmayên biryardayûnê de divê xebatên bi rêkûpêk bên meşandin. Plana xebatê ji çend qonaxan pêk tê, pêşî dê piştgirî ji rêxistinên jinan û civaka herêmî were girtin û piştre dê komîteyeke amadekar were avakirin ku yek an çend nûner ji her rêxistina jinan a li Suweydayê û her wiha jinên serbixwe jî tê de cih bigrin.”

‘Ev komîte dê rojeva sereke ya forumê amade bike’

Rakiya el-Şeîr diyar kir ku ev komîte dê rojeva sereke ya forumê amade bike û ji bo mijarên weke cihê civînê, hejmara beşdaran, armanc û komîsyonên ku werin damezirandin plan bike û got: “Piştî forumê dê komîteyên xebatê yên taybet werin damezrandin da ku biryarên hatine girtin bişopînin û pêşniyaran veguherînin gavên berbiçav.”

Qadek ji bo parvekirina ezmûn û agahiyan

Rêvebera pêşdibistanê û endama tîma amadekariyê Emel el-Atwanî, diyar kir ku ev forum dê rola jinan di civakê de xurt bike û dengê wan bide bihîstin û got: “Ev forum dê ji bo jinan cihekî peyda bike da ku ezmûnên xwe parve bikin, beşdarî pêşveçûna xwe ya kesane bibin û hişmendiya xwe di warên curbecur ên jiyanê de bilind bikin. Ev yek dê ji bo hişyarkirina li ser mafên jinan û mafên mirovan bi giştî bi sûd be û rê li ber avakirina torên hevgirtina civakî û aborî di navbera jinan de veke.”

Dê piştgiriya civaka herêmî diyarker be

Emel El-Atwanî tekez kir ku piştgiriya civaka herêmî di serkeftina forumê de hêmaneke bingehîn û diyarker e û diyar kir ku piştgiriya çaverêkirî dê bi giranî ji çavkaniyên herêmî were û wiha domand: “Civaka herêmî dikare pêbaweriya forumê zêde bike, ji bo çalakiyan cih peyda bike û bi xebatên medyayî re li qadê piştgiriyê bide çalakiyan. Ev forum dikare bi riya bihêzkirin û pêşxistina jêhatîbûna jinan di astên civakî û aborî de encamên erênî bide û her wiha ji bo beşdarî afirandina derfetên kar ên nû û adabtekirina baştir a jinan bi şert û mercên jiyana wan re dê bi sûd be.”

‘Amûrên medyaya dîjîtal dê roleke girîng di piştgiriya serkeftina forumê de bilîzin’

Emel El-Etwanî diyar kir ku forum dikare bibe hêzeke erênî ji bo bandorê li ser pirsgirêkên civakî bike bi veguherandina hewldanên takekesî ji bo xebata civakî ya rêxistinkirî û got: “Ev yek dê bi riya plansazî, hevrêzkirin, destnîşankirina pêşiyan û pêşxistina çareseriyên ji bo pirsgirêkan gengaz be. Amûrên medyaya dîjîtal dê roleke girîng di piştgiriya serkeftina forumê de bilîzin. Diyalogên di navbera jinan û biryarderan de dikarin rê li ber hewldan û projeyan vekin ku ji bo beşdariyên berbiçav zemîn amade bike.”

Nêrîneke bi hêvî der barê pêşerojê de

Emel El-Atwanî da zanîn ku ev forum dê tevgera jinan ji hewldanên takekesî ber bi xebata kolektîf a rêxistinkirî ve bibe û dikare bandoreke erênî li ser hemû beşên jinan li Suweydayê bike.

Emel El-Etwanî beriya forumê bang li jinan kir ku diyalogê li ser bingeha evînê, rêzgirtina ji bo nêrînên cuda û rêxistinkirina ramanan ber bi armancên hevpar ve organîze bikin.

Emel El-Etwanî destnîşan kir ku fikir û nêrînên cuda xwezayî ne û got ku serkeftin di rêvebirina vê cihêrengiyê de bi riya diyaloga avaker û têgihîştina erênî çêdibe.

Emel El-Etwanî li ser pêşeroja lêkolînên jinan di salên pêş de geşbîniya xwe anî ziman û diyar kir ku ger xwendin bi awayekî rêkûpêk û berfireh werin kirin dê destkeftiyên mezin çêbibin.

Emel El-Etwanî girîngiya xwedîbûna taybetmendiyên wekî baweriya bi xwe, serxwebûn, jêhatîbûna biryardayînê, îqnakirin û hêza ragihandinê ji bo zêdekirina bandora wan a civakî tekez kir û got ku gihîştina agahdariyê, şopandina pêşketinên teknolojîk û hişyariya di warên cuda de dê beşdariya bi bandor a jinan di civakê de jî xurt bike.