Almaz Romî: Emê weke jin feraset û hebûna xwe li her derê biparêzin

Şaredara Kobanê Almaz Romî tekez kir ku ewê weke jin bi rol û bandora xwe mohra xwe li serkeftina xebatên şaredariyê bidin û got “Emê ji bo jinên Rojava û Sûriyeyê bibin mînaka hêz û îlhamê.”

BERÇEM CÛDÎ

Kobanê – Şaredara Kobanê Almaz Romî, cîgirên wê û endamên meclîsa rêveber, di 9’ê Nîsanê de bi awayek fermî erka xwe girtin û dest bi kar û xebatên xwe kirin.

Xebatên entegrasyona sazî û dezgehên Rojavayê Kurdistanê di nava hikûmeta demkî de berdewam dikin. Li bajarê Kobanê ku di destpêkê de Şaredarî entegre bû, jin vê gavê weke bidestxistina destkeftiyeke ku xwe dispêre têkoşîna jinan, dinirxînin.

Ajansa me ji bo ku vî gavê girîng û naveroka wê ji nêz ve bişopîne, li gel Şaredara Kobanê Almaz Romî hevdîtin çêkir.

‘Lihevkirin û xebatên entegresyonê şekil digirin’

Almaz Romî bi bîrxistina hevpeymanê dest bi nirxandina xwe kir. Almaz diyar kir ku êdî lihevkirin teşe digre û wiha pê de çû: “Di hevpeymana 29’ê Çile de yek ji rojevên sereke, mijara entegrasyona demokratîk bû ku ev demek e xebatên wê tên meşandin. Li bajarên Rojavayê Kurdistanê gav bi gav ev hevpeyman teşe digre. Bi taybetî li bajarê Kobanê jî yekemîn gava entegreya rêveberiyê, erkdarkirina serok û meclîsa rêveber a şaredariyê bû. A niha jî em 7 kesên ku bi awayek fermî ji aliyê parêzgeha Helebê ve hatin erkdarkirin, li ser karê xwe ne û ji bo pêkanîna erka xwe amede ne.”

‘Êrîş û şerên li herêmê hemû xebat asteng kirin’

Almaz Romî di nava nirxandina xwe de bal kişand ser rewşa Kobanê a giştî. Almaz bi bîr xist ku Kobanê ev salên dirêj e ku di nava êrîşên dijwar de ye û her tim di nava xebatên avakirinê de bûye. Almaz da zanîn ku rêveberiya şaredariyê jî kedek mezin daye ku bikaribin sererastkirinên berbiçav pêk bînin û wiha domand: “Lê mixbabin her tim Kobanê di nava dorpêçê de bû. Dem bi dem binesaziya wê ji ber êrîşan dihat rûxandin û ew derfeta ku xebatên avakirinê bi serî bikin tunebû. Niha jî ekîba nû ya şaredariyê heman erkê digre ser milê xwe ku em bikaribin ji bo Kobanê û gelê xwe xizmetên herî baş pêşkêş bikin û em bi rengekî kolektîf bajarê xwe ji nû ve ava bikin û sererast bikin. Gelê me salên dirêj e êş û zirarê jiyan dike, niha dem hatiye ku em bi hev re gavên mezin bavêjin.”

‘Sîstema şaredariyê xwe diparêze’

Almaz Romî teqezkir ku wê şaredarî tenê di hinek mijaran de xwe bispêre parêzgeha Helebê û ev agahî parve kirin: “Pergala me ya niha di guhertin û veguhertinê re derbas dibe. Weke Şaredarî, dê sîstema xwe biparêze. Tenê êdî ji aliyê bûdceya Şaredariyê de wê lêveger li parêzgeha Helebê be. Li aliyekî din jî sazkirina projeyên ku pêwîstiya Kobanê demildest pê heye, di heman demê de temamkirina projeyên ku nîvco mane, niha di rojeva me de ne. Anha gelek proje li pêşiya me hene ku destpêkê pêwîstiyên sereke yên xizmetguzarî bikin piratîkê û piştre jî êdî emê projeyên heyî pêk bînin.”

‘Emê palpiştiyê ji bo hemû jinan bikin’

Almaz ku bi taybetî li ser mijara erkdarkirina jinan rawestiya, destnîşan kir ku ev yekem car e ji aliyê hikûmeta demkî ve jinek weke hevşaredar tê tayînkirin. Almaz Romî got ku “Ev ji bo gelek kesan balkêş bû. Ji ber ku li gor rewşa heyî ji aliyê her kesî ve xuya bû ku wê hebûna jinan di nava pergala Sûriyeyê de nînbe, lewra jî ji bo me jî rewşeke balkêş bû. Jixwe niha em sê jin cihê xwe di komîteyê de digirin, weke serok û du jin jî endamên melcîsa rêveber in. Li gor vê jî weke jin emê vîna jinan, rewş û projeyên jinan di xebata xwe de bingeh bigirin û bikaribin bi vê erkê re ji her jinekê re bibin palpişt.”

‘Emê li her derê feraset û sekna xwe biparêzin’

Almaz Romî bal kişand ser girîngiya hebûna jinan a di nava pergala rêveberiyê de. Almaz Romî ragihand ku di heman demê de ewê weke jin, bibin bersiva nêrîn û helwestên li hember wan, da ku bikaribin vî barî hilgirin û wiha pê de çû: “Jixwe weke kesayet jî ev salên dirêj e ku em di nava xebatê de û li gor ezmûnên me, em dibînin ku saziyên ku di nav de rol û nasnameya jinê bingeh be, helbet wê ew sazî serkeftî be. Emê jî careke din bi heman ferast û seknê hebûna xwe di vê xebatê de diyar bikin û ji bo jinên din jî bibin îlham û hêz.”

‘Em bi biryar û îsrar in’

Almaz Romî da zanîn ku ew di serkeftina xebata xwe de bi îsrar in û wiha dawî li nirxandina xwe anî: “Niha çavê herkesî li ser xebatên şaredarî û rêveberiya wê ya nû ye. Ji ber ku em bikin nekin, Şaredarî saziyeke girîng a girêdayî civakê ye û xebatên wê gelek bi wate û nirx in. Em jî weke ekîba Şaredariyê û bi taybetî weke jin, em di biryara xwe de bi îsrar in. Emê bi sekin û xebatên xwe xwedî li vî bajar û gelê xwe derkevin û baweriya wan bighînin serkeftinê.”