Şerê bê mirov û berxwedana bi zorê

Di nava şer de, guhertinên bingehîn çêdibin, danehevkirina çavkanî, biryardan û hêzê di destên saziyên leşkerî-ewlehiyê de ye û belavkirin û kûrbûna êş û azarê di asta civakî de dimîne. Ev ‘aboriya şer’ e.

ŞÎLAN SEQIZÎ

Navenda Nûçeyan – Çîroka ‘tevahî armancên leşkerî’ di şerê niha yê di navbera DYE-Îsraîlê li dijberî Îranê de, di rastiyê de hewldanek bû ji bo jiholêrakirina windakerên herî mezin ên vê pêvajoyê, ango gel bû. Di çarçoveya aboriya siyasî de, şer ne tenê bi eniyên pêşîn an jî armancên leşkerî ve sînordar e; berovajî vê, ew mîna pêleke domdar li seranserê tevahiya warên jiyana civakî de belav dibe.

Tiştên ku di vê vegotinê de veşartî ne ew in, lêçûnên rasterast ên şer ne di baregehên leşkerî de ne lê di maseyên valatir, mûçeyên kêmtir û paşerojên girtî ji bo gel de tên komkirin. Di pergaleke mîna Îranê de, ev lêçûn bi awayekî sîstematîk ji bo tebeqeyên herî xizan û nizim ên civakê tên veguhestin, di heman demê de beşên desthilatdariyê îmkana hilberandina xwe bi gihîştina nehevseng a çavkaniyan diparêzin. Bi vî rengî, şer ne tenê wêran dike, di heman demê de şêwazeke"veguhestina êşê" jî birêxistin dike, veguhastinek ku civak tê dibe qada sereke ji bo dayîna van lêçûnan.

Civakeke westiyayî ku di rewşa ‘berxwedaneke bi zorê’ de dijî

Di dilî vî şerî de guhertineke bingehîn çêdibe, denehevkirna çavkaniyan, birayar çêkirinê, hêzê di destên saziyên leşkerî-ewlehiyê de û belavkirin kûrbûna êş ûazran li seranserê civakê. Ev pêvajo beşek ji mantiqa navxweyî ya ‘aboriya şer’ e.

Di şert û mercên wisa de, saziyên wekî Hêzên Parastina Şoerşa Îslamî Sipaha Pasdarên Şoreşa Îslamî (IRGC) ew ne tene dibin aktorên ewlehiyê, di heman demê de dibin aktorên sereke yên aboriyê jî, aktorên sereke di gihîştina çavkaniyên stratejîk de, di nav de petrole jî, Xwedî pozîsyoneke bilind in. Berovajî vê, dewlet jî wekî dabînkerê karûbarên giştî bi aktorên ewlehiyê re hevaheng e, tişta ku kêmtir xuya dike ev e, çawa ev guhertin li ser jiyana rojane ya mirovan diteyîse, hem bi kêmkirina budçeyên perwerde û tenduristiyê, hilweşandina karûbarên giştî û zêdebûna lêçûnên jiyanê re. Bi gotineke din, her ku hêz li jor zêde bibe, zexta li jêr berfirehtir û kûrtir dibe.

Berovajî têgîna têkçûn û hilweşîna ji nişka ve, tişta ku rûdide cureyek ‘lihevhatineke bi zorê’ ye, rewşek ku civak ne ‘hildiweşe û ne jî baştir’ dibe, hêdî hêdî ji holê radibe, enflasyona kronîk, kêmbûna nirxa pereyan, bêewlehiya kar û hilweşîna asoyên pêşerojê nîşaneyên veguherînek kûr di ezmûna jiyanî ya mirovan de ne.

Di vê rewşê de, şer ‘êşê leztir dike’. Malbat ne tenê bi bilindbûna bihayê tiştan re rû bi rû dimînin, her wiha bi şêwazekî bêîstîqrariya derunî û civakî re jî rû bi rû dimînin, wekî tirsa ji pêşerojê, koçberiya bi darê zorê, bê bawerbûnê û kêmbûna hevgirtina civakî. Di vê wateyê de, civak êdî ne ‘bendeke abroî’ ye, qadeke hilweşînê ye, qadeke ku tê de jiyan tê wateya adaptebûna domdar a bi şert û mercên ku her diçin dijwartir dibin. 

‘Şerên nû li ser kavilên şerên berê ava dibin’ 

Ger em şerê roja me ya îro bi şerên berê re bînin gel hev, wêne zelaltir xuya dike, tişta ku diqewime pêvajoyeke danehvkirî ya wêrankirinê ye. Her şer tebeqeyek û ji binesazî, sermaye û baweriya civakî wêran û talan dike û şerên din li ser van kavilan ava dibe.

Ev ji bo gel, tê wateya jiyana din ava ‘kirîzeke daîmî’ de, ku tê de tu carî derfeta ji nû ve avakirin dernakeve holê. Her çiqasdî şer raweste jî, bandorên wê di jiyana rojane de bi awayê deyn, enflasyon û hilweşîna saziyan diyar dibe. Di encamê de, şer ne tene ji bo niha ji boo pêşrojê jî hilweîn û ketineke. Ev pêşeroja ku ji bo gelek welatiyan bûye asoyek nayê zanîn û dûr. 

Wêrankirina pirqatî ji binesaziyê heya debara jiyanê 

Wêrankirina şer rasterast bandorê li ser jiyana rojane ya mirovan dike, zirara li binesaziya bajar û şaristaniyê, astengiya guhertinê, girtina kampanya û kêmbûna gihîştina xizmetan hemû dibin sedema kêmbûna kalîteya jiyanê.

Di vê navberê de, çerxek xerab vedibe, yanî hilweşîna binesaziyên bajar bandorê li ser kêmbûna çalakiya aborî û dahatuya hikûmetê dike ku dibe sedema kêmbûna xizmetên giştî, zextê li ser civakê zêdetir dikin. Bi vî rengî, her teqînek an êrîşeke leşkerî zincîreke ji encamên ku di dawiyê de bi awayekî xirab vedigere ser jiyana mirovan.

Norma, petrol wekî telafîkirina windahiyan tê pêşkêşkirin, di rastiyê de, pergala aboriya petrolê wisa ye ku piraniya vê dahatê rewşa mirovan baştir nake, xirabtir dike. Mesrefên cezayan, torên navbeynkariyê, gendelî û ewlehiyê tê vê wateyê ku beşek piçûk ji vê dahatê ji bo bazarên civakî tê veqetandin. Di encamê de, li welatekî ku çavkaniyên xwezayî dewlemend e, civak heya niha jî bi kêmbûna çavkaniyên ji bo xizmetên bingehîn re rû bi rû ye.

Ev paradoksa, pirbûna çavkaniyan li gel xizaniya civakî, yek ji taybetmendiyên sereke yên aboriyek ku di dema şer de xwedî dike ye. Bi heman awayî, berdewamiya şer tê wateya zêdebûna lêçûnên şer. Ya girîngtir, ew van lêçûnan vediguhezîne pêşerojê. Ji nû ve avakirina binesaziyê, misogeriya ji bo demê û fînansekirina şer, tevahî çavkanî hewcedariyên xwe ji pêşerojê dikşînin.

Ji bo gel, ev jiyan ne tenê tê wateya ku aborî qels bûye, di heman demê de pêşeroja wê jî di bin gefê de ye. Nifşên pêşerojê dê bedelên giran ji bo vî şerî bidin, ku dê bi awayê deyn, enflasyon û kêmbûna derfetên pêşketinê ji wan re were şandin. 

Enflasyon di jiyana rojane de rûyê veşartî ye

Bandora herî girîng û berbiçav a şer li ser mirovan; enflasyon e. Enflasyon diyardeyek ku rasterast û rojane tê jiyîn e. Berovajî bacên fermî, enflasyon bêdeng û berbelav dixebite, hêza kirînê kêm dike, teserufan bêqîmet dike û newekheviyê girantir dike.

‘Şer dibe mijareke civakî’ 

Di vê pêvajoyê de, gel bêyî ku di biryarên wî de roleke bilîze, dibe dabînkerê sereke yê lêçûna şer. Wiha şer dibe mijarek pir civakî, valahiyek di navbera kesên ku biryaran didin û kesên ku lêçûnan didin de.

Di rewşekê de ku avahiya biryardanê parçe parçe û nezelal e, siyaseta aborî di wateya xwe ya klasîk de qels dibe. Biryar ne li ser bingeha planeke hevgirtî, lê bele, wekî encamek têkilî û pêşbaziya di navbera saziyên cuda de tên girtin. Ji bo raya giştî, ev tê wateya ezmûneke aborî ya nepêşbînîkirî, bi polîtîkayên ku ji nişka ve diguherin, bihayên ku neguherbar in û pêşerojek ku ne bi plan e.

Di vê rewşê de, valahiya di navbera civak û pergala desthilatdariyê de kûrtir dibe, valahiyek ku bi serê xwe dibe yek ji encamên herî girîng ên şer. Tiştê ku di dawiyê de dimîne, wêneyek aboriyê ku her diçe ji civakê qut dibe, aboriye bi enflasyonek bilind, îstîsmareke sînordarkirî, ji aliyê xizmetên giştî ve qels e û newekheviyek zêde heye. Lê ji nîşaneyên girîng ên aborî ezmûna jiyanî ya mirovan e.

‘Mirov encamên şerên sîsteman ên newekhev in’

Di vê çarçoveyê de, pirsa sereke êdî ne ew e ku gelo krîz dê bi dawî bibe lê bele, pirs ew e ku civak çiqas dikare vê rewşê tehemul bike. Ji ber ku tiştê îro diqewime, ji nû ve hilberandina berdewam a şert û mercan e ku tê de mirov bûne windakerên sereke yên sîstemek newekhev.