Li Kobanê Kurdîtiya resen eşkere ye

Şemse Mihemed Tahir ya ji Kobanê dibêje; “Kobanê xwedî dîrok, çand û nasnameyek dewlemend e. Dema mirov dighêje Kobanê, çanda resen ya Kurdan hîs dike û dibîne.”

BERÇEM CÛDÎ

Kobanê – Herêma Kobanê 30 km li Rojavayê çemê Firat e û 150 km durî Helebê ye. Kobanê ji aliyê Rojhilat ve digihêje bajarê Hesekê û ji aliyê Rojava de jî herêma Efrînê. Di warê erdîngarî de herêmeke deştî ye û di bingeh de girêdayî deşta Pirsûsê ye. Lê di dema parçekirina Kurdistanê û avakirina sînoran de deşta sirucê bû du parçeyan.

Ji aliyê nav de, lêkolînker û dîroknas navê Kobanê bi gelek awayan dinirxînin. Lê hemû lêkolîn teqez dikin ku navê wê ji Kompani ango şîrketa firansî nehatiye. Ji ber ku dîroka Kobanê vedigere serdema Horî û Mîtaniyan a beriya zayînê di 1650`an de. Ji lewra tê gotin ku gelek kaniyên avê li Kobanê hebûn, ji lewra jêre dihat gotin Kaniya Banî. Her wiha tê gotin ku du êlên mezin bi navên Koma Banî ya bilind û ya nizim hebûn, ji ber vê nav hat sivikkirin û bû Kobanê. Wiha ji niştecihên Kobanê bi qasî tê bîra wan, ji bajarê wan re tê gotin Kobanê. Navê Eyn El-Ereb ku ji aliyê Rêjîma Sûriyê ve tê bi kar anîn, bingeha xwe dîsa ji kaniyên avê digre. Wê demê şêniyên Kobanê destûr didan koçerên Ereb ku pezên xwe lê av bidin. Ji ber vê navê wê kaniyê bibû, kaniya Ereban. Rêjîma Sûriyê jî ku navê bi sedan gund û deverên Kurdan li gor xwe guhertin, navê Kobanê jî veguherandin.

Ji bo naskirina dîrok, çand û taybetmendiyên Kobanê, kamîreya me berê xwe da kevintirîn deverên Kobanê Kaniya Kurdan ku civakbûna Kobanê li wir destpêkiriye û li gel Şemsê Mihemed Tahir ya 64 salî hevdîtin çêkir.

Şemsê Tahir ku bi eslê xwe ji Kaniya Kurdan e, di bîra xwe de gelek agahî û bûyerên ku jiyankiriye belge kiriye. Dema mirov Şemse dibîne, karektera jinên Kobanê yên bejin bilind, esmer û wêrek dibîne. Bi taybet jî devoka wê ya resen ku heta niha parastiye xuya dike. Her wiha Şemsê xwest ku cilên xwe yên ji çanda jinên Kobanê li xwe bike û wiha biaxive.

Kobanê bajarekî resen yê Kurdan e

Şemsê ji bo berovajîkirina navê Kobanê ya ji aliyê Rêjîma Sûriyê hêrsa xwe nîşan da û agahiyên ku ji dapîr û bapîrên xwe naskiriye wiha parve kir: "Kobanê bajarekî kurdan yê resen e. berê li Kaniya Kurdan her malek xwedî kanî bû, ji ber vê kaniyek dan koçerên Ereb da ku pezên xwe lê av bidin. Ji lewra navê wê veguherandin Kaniya Ereban, lê di bingeh de Kaniya Kurdan e. Ji xwe ev dever ya yekemîn bû ku di Kobanê de şên bû. Navê Kobanê jî bi gelek tiştan re girêdidin, lê ya dapîr û bapîrên me ji me re gotin ku wê demê du êlên mezin hebûn û navê serokê wan Kobî bû. Ji ber vê navê bajar kirin Kobanê. Lê dema ku Inglîz û Almanî hatin Kobanê û xetên tirênê avakirin, wan jî navên wê kirin Qopanî. Ereban jî navê wê kirin Eyn El-Ereb. Devera destpêkê ya Kobanê Kaniya Kurdan bû. Berê êrîşên hîn qebîlên Ereban (Inizan) li ser Kobanê hebûn, ji ber vê ji girê Kanî dernediketin. Piştî êrîş bidawî bûn, êdî mal li derdora Kaniyê hatin avakirin û dever berfereh bû. Heta tê bîra min li Miştenûr û li dora dibistanan reş mal tinebûn. Wê demê me diçû li Miştenûr kimî, goştberxik û kivark kom dikir, her wisa me pezê xwe lê diçêrand. Wiha jî roj bi roj Kobanê befereh bû û hejmara niştecihên wê yên resen zêde bû. "

Ermeniyan û Kurdan jiyan bi hev re parve kirin

Netewa Ermen piştî ku di 1915`an de di komkujî û qirkirinan re derbas bûn, berê xwe dan welatên cuda. Ji ber vê gelek malbatên Ermenî di Kobanê de jî jiyan kirin. Şemsê di nava axaftina xwe de bal kişad ser vê yekê û got: "Her wisa wê demê gelek Ermenî jî li Kobanê hebûn. Me jinan bi hev re li Kaniya Kurdan xalî, hirî û tiştên xwe dişuştin. Her wiha Ermeniyan boyax, xalî, qimaş, firaq û hemû amûrên çandiyê çêdikirin. Dîkanên wan li sûkê dihatin naskirin, navên wan jî gerebêt, serkîs, migir û wenês hebûn. Ya gerebêt a qimaşan bû, dapîra min diçû ji cem wî qimaş dikirî û ez jî bi xwe re dibirim. Ermenî di nava xwe de dibûn du beş, yên Bêsî jinên wan weke mebûn. Kiras, Xeftan û kitan li xwe dikirin, her wiha bi me re diçûn bêriyê jî. Lê beşa din çand û cilên wan cudabûn."

Kobanê bi pergala Eşîrî dijî

Civaka Kobanê di warê eşîrtî de tê naskirin, ev çand jî heta niha dewam dike. Li herêma Kobanê konfedresyonên mezin yên eşîran weke Berazî û Milan serwerbûn. Tê payîn ku konfedresyona Berezan di 1730`î de li herêma deşta Pirsûsê bi beşdarbûna malbatên koçber yên eşîra Berazî ji Serhedê hatibû damezrandin. Girêdayî mijra êlan Şemse Tahir wia dibêje: "Sê eşîrên Kobanê yên bingehîn hene, Kêtikî, Pîjî û Şêxan hene. Ev hersê êl di nava xwe de bi dehan ateyan dihewînin. Pêşengiyeke diyarker ya van hersê eşîran hebû, civakê û hikûmetan jî nêrîn û biryarên wan cidî digirtin. Lê di encamê de hemû di bin banê konfedresyona Berzan de xwebirêxstin kirine. Navê Berazan jî weke nasnavekî giştî ji niştecihên deşta Sirucê re tê gotin. Dibêjin Berzanî girs, bejinbilind, bihêz û ser hişkin. Ji lewra her kes metirsîdar nêzî me dibûn."

Jinên Kobanê hebûna xwe diyarker e

Di civaka Kurd e jin pîroz tê dîtin û heta niha jî asta xwe ya xwedewendiya ji serdema Neolotîkê de parastiye. Ji ber vê di Kobanê de reng, nasname û mohra jinan diyar e. Şemse Tahir agahiyên di vê çarçoveyê de wiha parve kir: "Kobanê di warê çandî, kitûr û ziman de dewlemend e. Jinan heta niha jî dest ji çand û hûnera xwe ya resen bernedane. Jinên Kobanê bi cesartin, tê bîra min dema bûyerek çêdibû bi şivan nobet digirtin û malên xwe diparastin. Xwedî nêrîn û sekeneke xûrtbûn, her wiha jinên pêşeng ku her kes ji bo perspekîfan li dor wan komdibûn hene. Cil û bergên jinên Kobanê xwedî taybetiyên cuda ne. Ji bo serî meles, kitan, şeir û işqor hene. Her wiha kiras, xeftan, bervanek, sixme, himêlî, kember û rext jî hene. Her wiha gelek gund û deverên Kobanê yên bi navê jinan tê naskirin hene. Weke gundên Til Xezal, Xanmamed, Xanik û  Etşane. Her wisa şkefta Xecê û ya keçikan jî hene."     

Jinên  Kobanê xwedî dengbêjî û lorîkanin

Dengbêjî daneyeke ku xwe dispêre kokên dîrokî yên çanda jinan. Jin bi riya dengbêjî çîrok, serpêhate, hest û bûyeran tînin ziman. Şemse Mihemed Tahir ku bi dehan dengbêjiyên ji hûnera Kobanê nas dike, wiha behsa vê mijarê kir: "Dengbêjî hunereke resen ya Kurdan e û li Kobanê jî gelek navdar e. Li Kobanê gelek dengbêjin navdar hene, weke jin jî hemû lorîkan û dengbêjiyê dizanin. Lê ji ber kevneşopiya civakê jinan nikaribûn weke mêran ji civatan re dengbêjî bigotana. Lê di şahiyan de, taziyan de û li ber dergûşa zarokan lorîk digotin."