“Bi vê girêkê ez daxwaza xwe emanetê ruhê te dikim”

“Ya hêza mezin ya xwedanê vê qubeyê min ji bîr neke bi girikekî hêvî daxwaz û pêşeroja xwe emanetê cihên xwe yên pîroz dikim.”

SITÎ ROZ

Şengal – Dema ol an jî bawerî tê gotin, hinek rê û resm, gotin û qewl tên bîra mirov lê di rastiyê de baweriya civakek ne tenê bi van zindî dimîne. Bawerî hêz û enerjiyeke gelekî kûr e ger te ev hêz û enerjî ji dil û mêjî ve bawer kir, çi negatîf be yan jî bozîtîf be, te baş şîrove kir û wateya wê te gihand heqîqetê wê bêguman hemû hucreyên bedena te bihejîne. Ev hejandin girêdana mirov bi baweriya ku li ser mezin bûye qeyîm dike û zû bi zû nema qut dibe. Li vir em qala baweriya Êzidayetiyê dikin.

Her dem tê gotin ku baweriya Êzidayetiyê ji avabûna cîhan û mirovan hêz digre rê û resmên vê baweriyê li ser qanûna gerdûnê hatiye avakirin. Vê yekê têkiliya Êzidiyan bi xwezaya derdora xwe re kûrtir dike û hêza hezkirina ji hev re jî bandorê li jiyana her duyan dike. Mînak; Êzidî bawer dikin ku ger te xirabiyê li axê kir an jî zirarê da, wê ev ax ji te bixeyîde, dibe ku ezman jî ji te bixeyîde û bereketa xwe nede te. Lewma bi hêz û enerjiya gerdûnê gelekî bawer dikin û li ser wê jî dijîn. her wiha Êzidî ji ber ku dîk banga sibehê didin, yanî mizgînya hilatina rojê didin, xwarina goştê wî weke guneh tê dîtin. Ev û gelek mînakên tijî hene ku ji mirovan re nîşaneya girêdana xweza, gerdûn û Êzidayetiyê bi hev ve dide xuyakirin.

Bi çend hevokan mirov nikare rastiya kûr a vê baweriyê derxe holê û pênase jî bike. Mijareke gelekî kûr û zehmetiyên wê jî gelek in. Her ku mirov tiştekî fêr dibe tiştekî din te dikşîne û tu bi pey wê dikevî û ev rêwîtiyê di rastiya baweriya Êzidayetiyê de tu car bi dawî nabe.

Perî çi ye?

Yek ji rê û resmên vê baweriyê ku bêguman ên pêşengiya wê dikin jinên Êzidî ne. Perî li hemû qubeyên Êzidiyan hene. Perî bi xwe qumaşekî ji herî re lê ev periyên ku li qubeyan tên bicihkirin hemû di destpêkê de bi ava Zemzem a Laleşê tên morkirin (yanî helalkirin.)

Perî qumaşên rengîn, hinek qubeyan jî tenê rengên kesk, sor û zer in, hinke qube jî hemû reng tê de hene. Van rengan jî bi hilbijartin tên diyarkirin. Zer rengê roje, kesk rengê xwezayê ye, sor jî rengê gulên di xwezayê de ye. Di heman demê de rengên din weke spî, mor nîşaneya rengînbûna gerdûnê ye.

Perî ji bo pêkhatina hêviyan weke pirê ne

Periyên rengîn ku di hundirê hemû qubeyan de hene weke pira gihandina hêviya mirovan ji hêza ku jê bawer dikin. Dema kesek tê qubeya xwe ziyaret dike deriyê qubeyê weke rêzdayîn û pîroz be maç dike û derbasî hundirê qubeyê dibe. Piştî wê berê xwe dide periyên rengîn ku xweşikbûneke balkêş didin û girêkek lê dide. Beriya ku girêkek lê bide, girêkek vedike piştre hêviyek ji xwedanê qubeya lê ziyaret bûye daxwaz dike û girêkek xwe lê dide.

Di demên berê de yan jî di dîrokê de û li gorî gotinên kesên temenê wan mezin dibêjin dema di rêwîtiyeke wan de dayika wan tiştekî ji wan daxwaz kiriye, ji bo ku ji bîr nekin li kirasên wan an jî li kefên wan girêkekî lê didan û digotin her ku we vê girêkê dît wê bê bîra we ku min tiştekî ji we daxwaz kiriye. Periyên di hundirê qubeyan de ji heman rêbazê tên. Tu derbasî qubeya xwe dibî, cihê ku baweriya te bi hêza wê/wî heye, tu li periyên ku hatine dailqandin di hundirê qubeyê de girêkekî lê didî û hêviya xwe daxwaz dikî, bi vê girêkê tu dibêjî “Min hêviya xwe emanetê te kir, hêviya min ji bîr neke.”

Êzidî her dem ji bo hev xêrxwaz in

Ji ber ku Êzidayetî bi xweza û gerdûnê re yek e lewma dil û mêjiyê Êzidiyan tu car nahêle xirabiyê bifikrin yan jî xirabiyê li bo kesan bixwazin. Lewma dema Êzidî dua dikin destpêkê ji 74 qewmên xwedî re dua dikin piştre ji xwe re dua dikin. Ji ber vê yekê jî dema berê xwe didin qubeyê û bixwazin girêkekî li periyan bidin, destpêkê girêkekî vedikin, dema vedibe tê wateya ku daxwaza kesê/a ku girêk lê dabû wê pêk bê. Yanî destpêkê xêr û hêviya ên din jê re digihîjîne miradê piştre hêviya xwe daxwaz dike û girêkek lê dide.

Berê reng tunebûn hemû spî bûn

Ji bo ku em agahiyên têrker der barê periyan de bigrin me gelek pirs kirin lê her kesê heman tiştî ji me re digot. Me bi tesadufî micêwrê Qûbeyê Amadîn dît û me pirsên xwe weke barana zivistanê barandin. Dibêje ku “berê perî hemû rengê wan spî bû ji ber ku berê weke niha qumaşên bi reng tunebûn. Eger qumaşên spî jî nebûna xavik bûn. Bi qasî tê bîra min û ji min re qal kirine berê 80 sal periyên me ne rengîn bûn, tenê spî bûn.”

Her sal tên helalkirin

Di cejna Cemayê de ku her sal tê pîrozkirin van periyan tên helalkirin an jî ciwankirin yanî tên guhertin. Dema guhertina wê tê Micêwirên Qûbî hemû girêkên ku lê mane yek bi yek vedikin da ku daxwaze her kesê pêk bê, piştre hemû kom dikin û dixin cihekî bi navê ziyaretgeh, ev cih jî li ser riyanê bi şeklê qubeya lê biçûk e, wateya wê jî ew e ku dema kesekî derbas bibe şûna ku derbasî qubeyê bibe berê xwe bide wê ziyaretgahê û maç dike weke ku qubeyê ziyaret kiriye. Yanî dema tu bi wê ziyaretgahê bawer bikî êdî her tişt cihê pîrozbûyînê ye.

Lê hinek qube periyên wan kevin bûne û yên ku her sal diguherînin di nav Çiyayên Şengalê de vedişêrin. Armanc ji vê yekê ew e ku van Periyan li cihekî, destê kesek nagihîje wan bên parastin.

Periyên nû dema tînin destpêkê li ava zemzemê ya Laleşê tên morkirin yan jî helalkirin û yên ku vê yekê dikin jin in. Piştre li cihê qubeyê jin van periyan bi hev ve didirûn, tê tercîhkirin ku jinên nezewicî bin ji ber ku weke pîroztir tên dîtin. Piştre her sal bi rê û resmên olî, xwendina qewlan van periyên nû li qubeyê tên siwarkirin.

Perî nîşaneya ala Êzidiyan in

Her wiha perî ne tenê di hindirê qubeyê de tên bicihkirin. Ji periyan perçeyek biçûk bi rengê kesk, sor û zer carna jî spî li hilêla serê qubeyê ya ku bi şeklê roj yan heyvê ne tên daliqandin, weke nîşaneya cihê Êzidiyan e. Yanî ala xwe li ser cihên xwe yên pîroz bilind dikin.