Keleha keçikan bi dîwaren xwe yên bilind îhtîşama efsaneyên xwe didomîne
Dokhtar (Keleha keçikan) li Kirmanê, ji ber sedsalên ku derbas bûne, bandora şeran û bêxwedîtiyê texrîb bûbe jî; bi dîwarên xwe yên bilind îhtîşama xwe didomîne û mirovan ber bi rêwîtiya dîrokê ve dibe.
RERWÎN SULTAN
Kirman – Li bajarê Îranê Kirmanê ku yek ji cihên dîrokî û çandî ye; Dokhtar (Keleha Keçikan) li ser quntarek çiyayê li nêzî riya Firuzabat û Kewarê hatiye çêkirin. Ez ji pêlikên kelehê yên ji axê hatine çêkirin bi gavên hêdî têm jêrê. Ba, xwe li bircên keleha dîrokî dide, tingîniya demên borî tîne guhên min.
Li keleha ku gelek efsane li ser hatine gotin, çîroka ku herî zêde bawerî pê heye ew e ku; keça hukumdarên Medan Guwashir, kurmikek bûye û ji dendika sêvê derketiye, xwedî şans û hêza bi sêhr e. Li gorî çîrokê tê gotin ku keleh bûye cihekî ku mirov nikaribûye bigihîjî. Ji ber vê çîrokê bi navê Keleha Keçikê hatiye binavkirin lê di encama hewldanên ku bi salan domiyane de, dijminan xizmetkarê hukumdar xapandine û wê kurmika bi sêhr girtine, tune kirine û dûre kelehê dagir kirine. Her çendî çîrok biguherin jî di rastiya çîrokan de hebûna jineke xwedî hêzên derasayî heye. Dema ku li nava kelehê geriyam, min hîs kir ku wan jinên ji nava dîrokê hatine bi min re digerin.
Mîmariya keleha keçikê
Di çêkirina kelehê de malzemeyên xam ên weke kîl hatine bikaranîn. Beşek ji avahiya Keleha Dokhtar, li aliyê başûr rojhilat li cihekî bilind e, beşa din li Girê Kotaetarî ye, ji du beşên cuda pêk te. Her çendî di demên cuda yên dîrokê de gelek beşên kelehê hatine texrîbkirin jî heta roja me ya îro li ser piyan maye. Deriyê sereke yê kelehê dikeve aliyê rojava. Bircên Keleha Dokhtarê, ji çend kûleyên ku bi wan ewlehiya kelehê tê kirin pêk tên. Navê vê kelehê ji xwedawenda avê û bereketê Anahîta tê û weke Keleha Keçikan tê zanîn.
Kaleha Keçika Duyemîn
Beşeke din a kelehê 10 km. li bakurê bajarê Kirmanê, dikeve ser riya bajarê Zarandê û weke Keleha Keçika Duyemîn tê binavkirin. Keleha Keçikan, li rojhilatê bajarê Kirmanê, li ser girên bilind, li ser zinarek kevir li kêleka Keleha Ardeşîr a xwedî dîroka sê hezar salan hatiye çêkirin. Tê gotin ku zinarê keleh li ser hatiye çêkirin, 400 metre bilind e. Dema ku mirov xweşikbûna berhemên dîrokî dibîne û di nava dîrokê de dikeve rêwîtiyê, aliyekî rûyê madalyonê dibîne. Rûyê wê yê din jî ew e ku rayedar û rêveber eleqe nîşanî parastina abîdeyên xwedî tescîla neteweyî nadin. Keleha Keçikan jî îstîsnayek nîn e. Ji ber ku girîngî ji mîmariya dîrokî ya li derdora vê kelehê re baş nehatiye nîşandan, înşaeta bê destûr, çêkirina kuleya tekomunîkasyonê û înşaetên weke kompleksa sporê hatine çêkirin. Ji ber van sedeman keleh hatiye texrîbkirin û vê avahiya dîrokî hatiye wêrankirin.