Li Sûriyeyê jinek bi derhêneriyê deng vedaye

Derhênera Sûriyeyî Întisar Hezîm serkeftina di qada senaryo û derhêneriyê de bi şêwazek cuda, bi îfadekirina fikir û xuliqkariya jinan pêk anî.

NÛR EL-EHMED

Reqa – Di cîhanek ku rastî û xeyal ketine nava hev de, dest avêtiye çîrokên êşên gel û xeyalên kesan, yek ji kesên ku hunerê dike peyamek û sînemayê tîne halê rastiyê derdikevin pêş. Yek ji van navan jî derhênera Sûriyeyê Întisar Hezîm ku sînorên entelektuel û civakê derbas kiriye, nîşan daye ku jin di qada sînemayê de dikarin cihê pêşeng bigrin.

Ceribandina Întisar Hezîm, modelek ku di qada sînemayê de îlhamê dide bihêzbûna jinan e. Bi beşdariya aktîf a li nivîsandina senaryo û derhêneriyê, deriyên serdest şikand û li seranserê Sûriyeyê bûye hîndekara sînemayê. Bi xebatên xwe amûrên hunerê vegerand dengê heqîqetê û neynika rastiyê.

Rastiya welatê xwe teyîsand

Întisar Hezîm ku li Humusê jidayîk bûye, pênûs, îfadeya rû û jesta bedenî bi hostahî bi kar tîne, rastiya ku welatê wê dijî, bi teyîsandina civak û jinan re tîne ser ekranê. Dema van êşên ku ew bi xwe jî bûye parçeyek jê vedibêje, dibe rol modelek ku îlhamê dide jinan.
Gava xwe ya yekem a cîhana hunerê wiha tîne ziman: “Ji zarokatiyê ve eleqeyek min a mezin ji xwendina çîrok û romanan re hebû. Tiştên min didît her dem bi nêrîneke cuda nêz dibûm, min ji xwendina navrêzan gelek hez dikir. Di sala  2020’an de min kêrhatiya xwe keşif kir. Min dest bi nivîsandina kurteçîrokan kir û senaryo amade kir. Min hinek ji van pêşkêşî saziya senaryoyê kir û di sala 2022’an de li Şamê beşdarî gelek mihrîcanên wêjeyê bûm.”

‘Min bi ezim xeyalên xwe pêk anî’

Întisar Hezîm diyar kir ku piştre bi teşwîqa bavê xwe berê xwe deye nivîskarî û derhêneriyê. Întisam bi van gotinan behsa tengasiyên ku kişand kir: “Nirxên civakê yên kevneşop hene. Bi taybetî di qadeke ku mêr serwer in de, xebatên min bi guman hatin pêşwazîkirin. Îsbatkirina min ne asan bû lê belê min dest jê berneda. Ez bi ezîm têkoşiyam û min xeyalên xwe pêk anî.”

Di sînemayê de dengê jinan

Întisar Hezîm da zanîn ku du kurtefîlmên wê bi navê ‘Tama avê’ û ‘pencereyên girtî’ ku ji aliyê saziya giştî ya Sînemayê ya li Şamê ve hatine kêşandin hene. Întisar got ku herdu fîlm di çarçoveya rêze sînemaya rast de cih digrin û mijarên wan bandora krîza Sûriyeyê ya li ser gel e. Întisar Hezîm bi fîlman di çalakiyên hunerê yên weke mihrîcana fîlmên Khutuwat, mihrîcana mala Opera û mihrîcana Oscar a xuliqkarên Ereb de cih girt û got: “Bi fîlmê ‘Pencereyên girtî’ min xelata derhêneriya herî baş û bi fîlmê ‘Tama avê’  xelata senaryoya herî baş girt. Min şêwaza nivîsê, li ser psîkolojî, xebatên mirovî û qonaxên jiyana jinan dahûrand.”

‘Ez parçeyek ji sînemayê me ew jî parçeyek min e’

Întisar Hezîm wiha domand: “Ez hewl didim mijarên ku dest diavêje jiyana rast, mijarên cuda hilbijêrim. Ji ber vê min di piranî xebatên xwe de bala xwe daye ser krîza Sûriyeyê û rastiya heyî. Armanca min ew e tengasiyên ku civak dikşîne, bêyî cudahiya jin û mêr nîşanî hemû dinyayê bidim.” Întisar Hezîm anî ziman ku sînema parçeyek jiyana wê ye û wiha got: “Têkiliya min a bi sînemayê re gelek kûr e. Em hev temam dikin. Ez ê ji wê dûr nekevim. Bi heman awayî ger çîrok û romanan nexwînim ez di hundurê xwe de kêmaniyê hîs dikim. Sînema ji bo min hem kêf e, hem jî jiyan e. Min dibe cîhana min.”Întisar Hezîm da zanîn ku nivîsîna metna senaryoyek, gelemperî, salek an zêdeyî salekê didome û got: “Ji her fîlmê re kûrahiyek cuda lazim e. Senaryo stûna fîlm e, derhênerî jî ruh û estetîkek fikrî dide vê metnê. Ji ber vê ji bo her dem xwe bi pêş bixim senaryoyan dixwînim û fîlmê sînema temaşe dikim.”

‘Ji bo guherîn û bandora erênî amûra motîvasyonê ye’

Întisar Hezîm têkildarî nivîsîna senaryo û ceribandina sînemayê wiha got: “Sînema ne tenê kêfxweşî ye, amûra motîvasyonê ku fikrê kesan diguhere, nêzîkatiyên kevin ên civakê vedigerîne û jiyanê di aliyê erênî de bi bandor dike ye. Her fîlm çîrokek ku temaşevan jê dersê derxin vedibêje.”

‘Bandora sînemayê pir kûr e’

Întisar Hezîm di sînemayê nêrîna civakî guherandiye. Dibêje ku: “Bi saya ceribandina xwe ya di sînemayê de, min nêrîna civakê guherand, min li jinên derdora xwe bandor kir û îlham da wan. Bandora sînemayê gelek kûr e. Bi taybetî fîlmên ku êşên jinên Sûriyeyê kişandine tînin ziman... Ev fîlm dayîk, keç an jî jinek ciwan be, çîroka her yek ji wan bi dengê xwe vegotiye.”

‘Hedefa min pêşxistina qada sînemayê ye’

Întisar Hezîm destnîşan kir ku ew hedef dike qada sînemayê bi pêş bixe û ji bo vê hedefê weke hîndekar dixebite û wiha got: “Girîngiya ku Rêveberiya Xweser daye hunerê û dewlemendiya platformên çandî yên herêmî min ferq kir. Ev jî ez teşwîq kirim ku bêm herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û di qada sînemayê de perwerde bidim.”

Întisar Hezîm axaftina xwe bi bangeke wiha bidawî kir: “Ez bang li her kesê ku xwedî kêrhatiya nivîsîn û amadekirina sînemayê ye, dikim ku kêrhatiyên xwe keşf bikin. Divê ev kêrhatî veşartî nemîne, keşif bikin, bi pêş bixin û bi qada sînemayê bidin qezenckirin. Bi taybetî ji bo jinan. Ji ber ku huner li ku derê be, jin jî li wê derê ne.”