Zarokên Mexmûrî havînê li atolyeyan perwerda hunerî dibînin

Li wargeha penaberan a Mexmûrê Atolyeya Şehîd Delîla ku girêdayî Weqfa Jinê ya Şehîd Şervîn e, di demsala havînê de ji bo zarokan perwerdeyên hûnerî da destpêkirin.

Mexmûr – Li wargeha penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) Atolyeya Şehîd Delîla ku girêdayî Weqfa Şehîd Şervîn e, wek her sal îsal jî havînê bi serlêdana herî kêm 70 kesan dewreya perwerda wênexêziyê kir. Qursa wênexêziyê dê sê meh bidome. Komek jin hem di vê atolyê de perwerde dibînin û hem jî bi derfetên kêm, jêhatîbûnên xwe bi dilxwazî fêrî zarokan dikin ku zarok dema xwe baş binirxînin û jêhatîbûna xwe pêşbixin.

Beriya vekirina atolyeyê, ji bo tevahî cangoriyên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê mamoste Ayten Bulut li ser vekirina dewreya Atolyeya Şehîd Delîla axivî.  

‘Armanca me ew e ku hemû zarok di ferqa hunera xwe de bin’

Ayten Bulut di destpêka axaftina xwe de li ser armanca qursa wênexêziyê axivî û ragihand ku hewl didin hemû zarok di ferqa hunera xwe de bin. Ayten destnîşan kir ku ger zarok nikaribe hunera xwe bîne ziman, bi dîtinê jî nikaribe pênase bike, bi xêzkirina wêneyek li ser kaxizek dikare hest û fikrê xwe biteyisîne û wiha got: “Yek jî armanceke me ya sereke ew e ku em zarokên xwe ji bandora teknolojiye dûr bixin.

‘Pêwîst e zarok bikaribin enerjiya xwe biherikînin’

Ayten Bulut di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku pêwîst e zarok bikaribin enerjiya xwe biherikînin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Zarok pêwîst e di ferqa hunera xwe de bin û enerjiya xwe ya heyî di cihê pêwîst de bi reya hunerê xêz bikin. Em hemû zarokên wargehê di temenek biçûk de fêrî hunera wan bikin. Em fêr bikin ku ji xwe her zarokekê di bingeh de huner pê re heye. Ev stran gotin dibe, govend dibe û wênexêzî dibe. Di wargehê de her sazî di werza havînê de ji bo zarokan derfetan ava dike. Em jî wek atolyeya Şehîd Delîla vê di dewreya havînê de aliye wênexêzî de dixwazin bibin bersiv.”