Hunermenda Tûnisî ya li ser avê wêne çêdike, rengan vediguherîne çîrokan

Hunermenda Tûnisî Zehra Zerruk ne bi tercîhek plankirî, bi tesadufî ket nav hunera ebrû. Lê belê, li beramberî şikestinên divê hunerê de hatin jiyîn, peyamek ku wate bide jiyana wê dît û ew kir qadek ku êşên jinan bîne ziman.

ZIHÛR EL-MEŞREQÎ

Tûnis – Ezmûna hunermenda Tûnisî Zehra Zerruk vediguherîne çîrokeke bedewiya sînoran derbas dike, bîr û azweriya ku li mirovahiyê digere. Bi rêya hunera ebrû ku av dibe neynikek ji bo reng û ruh. Hunermend dinyayek ku huner û dîrok, jêhatîbûn û nasname ketî nav hev de derdixe holê.

‘Ev huner nîşaneya vebûna çandî ya Tûnisê ye’

Hunermend Zehra Zerruk di hevpeyvîna ku bi coşek mezin vegotî de, çîroka xwe ya naskirina hunera bi navê ‘ebrû’ ango wek  ‘wêneyê li ser avê’ parve kir û got: “Pirtûk di demên berê de bi kalîte û teknîkên girêdanê yên bêhempa dihatin hilberandin û çermê lawiran di nava beşa hundirîn a bergê de û kaxezên bi nexşên ebrû û bi reng yên mermer bikar dianîn. Ev tevlihevî ne tenê armanca estetîkê hildigre, di heman demê de pêşveçûnek girîng di parastin û girêdana pirtûkan de nîşan dide. Bi saya vê yekê, gelek pirtûkên ku ji 200 salî zêdetir e karîne heta roja îro zindîtiya xwe biparêzin. Ev huner nîşaneya vebûna çandî ya Tûnisê ji dîrokê ve û ji bo parastina mîrasa xwe ya fikrî, girîngiya ku didin hunera dest a bijare a dinyayê ye.”

‘Huner stargehek e’

Zehra Zerruk diyar kir ku huner di sererastkirina dilsoziya civakî û dewlemendkirina ruhê mirovan de roleke navendî dilîze û wiha domand: “Atolyeyên ebrû yên ku ez dimeşînim, ne tenê cihek ku perwerdeya teknîkî dide, di heman demê de bûye cihên ku çîrokên cûda yên mirovan lê dicivin in. Beşdar ji temenên cur bi cur, ji 20 salî heta diihe 80 salî ne. Gelek kes hunerê wekî terapiya psîkolojîk û cîhek ji bo îfadekirina çîroka xwe dibînin. Huner amûra herî bihêz ê di şerê li dijî alozî û neyînîtiyê di civakan de ye. Ew ‘rizgarker’ e ku exlaqê mirovan baştir dike û hêzek manewî ku di jiyana rojane ya kesan de diteyîse ye.”

‘Li şûna telefonê, firçeya wêne bidin zarokên xwe’

Zehra Zerruk, bang li malbatan kir ku li şûna zarok bibin dilsozê teknolojiyê, divê ber bi qadên afirîner ên wek muzîk, şano û wênesaziyê ve werin teşwîqkirin û wiha got: “Li şûna telefonê, firçeya wêne bidin zarokên xwe. Bila enerjiya xwe bi xêzkirina li ser kaxez û dîwaran xerc bikin. Ev ji wê yekê baştir e ku ew rastiya civakê bi tevgerên xwe yên şaş hilweşînin. Huner tekane hêz e ku dikare civakek hevseng û saxlem ava bike.”

Zehra Zerruk her wiha behsa pirtûka xwe ya bi navê ‘Rêwîtiya di Perestgeha Avê de’ ku berhema lêkolîna wê ye kir û ev tişt gotin: “ Ev pirtûk, ku yek ji berhemên berfireh ên pêşîn e ku bi zimanê Erebî hatiye weşandin, dîrok, teknîk û aliyên manewî yên hunera ebrû, bi taybetî di çarçoveya serdema Huseynî li Tûnisê de, digre dest.”

Madalyeya bronz wergirt

Zehra Zerruk da zanîn ku wê di pêşbirka Afirîneriya Navneteweyî ya li Avusturalyayê de bi saya lêkolîna xwe ya zanistî ya li ser enerjiya av û rengan, madalyaya bronz stendiye. Zehra bal kişand ser hewldanên xwe yên ji bo zindî hiştina vê mîrasa hunerî û veguherandina wê wekî referansek akademîk û afirîner a li cîhana Ereb û Efrîkayê.

‘Ebrû ezmûnek mirovî ye’

Zehra Zerruk got ku têkiliya di navbera dayîkekek hunermend û zarokên wê de ji lênêrîna kevneşopî wêdetir diçe û vediguhere ezmûnek mirovî ya kûrtir. Zehra ragihand ku têkelbûna huner û dayîktiyê qadek taybet pêşkêş dike ku afirînerî û hişmendiya zarok zêde dike û wiha pê de çû: “Her çend nestên dayîktiyê di her jinê de xurt be jî, dayîkên hunermend bi nêrînên cûda nêzî tiştan dibin û ev bandorek erênî li ser hevsengiya psîkolojîk a zarokan dike.”

Ji lîstika bi firçeyan heta hişmendiya civakî

Li gorî Zehra Zerruk, zarokek ku di atolyeya dayîka xwe de mezin dibe, ji salên xwe yên herî biçûk ve dest bi keşfkirina cîhanê bi rêya reng û firçeyan dike û ev tişt gotin: “Ev têkiliya zû, ne tenê şahî ye. Di heman demê de amûrek girîng e ku sûd dide beşdarî pêşkeftina kesên ku dikarin xwe bînin ziman û xwedî asta hişmendiya bilind bin. Ev bingeha estetîkî ne hewce ye ku zarok di qada hunerên dîtbarî de bipêşbikeve; berovajî wê, rê li ber wê vedike ku di qaên cûda yên wek wêje, zanist an werzîşê de bighîjin serkeftinê.”

Ji nivîskara jin a ciwan heta şampiyona werzîşê

Zehra Zerruk vê nêrîna xwe bi ezmûna xwe ya şexsî ya bi keça xwe re nîşan da. Dema ku keça wê tenê şeş salî bû, wê dest bi karê afirîneriyê kir û di çalakiyek huner û wêjeyê de xelata ‘Nivîskara Jin a Herî Ciwan a Tunisê’ wergirt. Wê helbest nivîsand û bi awayekî çalak beşdarî festîvalên wêjeyî û pêşangehên zarokan bû.

Keça wê ku niha 18 salî ye û xwe ji bo ezmûnên mezûnbûna amadeyî amade dike, bi serkeftinên xwe yên akademîk û werzîşî derdikeve pêş. Eleqeya wê ya destpêkê ya bi huner û bedewiyê re di dawiyê de ew ber bi cîhana deryayî û werzîşên avî ve bir. Wê gelek şampiyonî û madalya qezenc kiriye.

Zehra Zerruk bal kişand ser hêza dayîkê ya li ser hunera zarokan û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Beşdariya herî mezin a ku huner dikare ji bo dayîktiyê pêşkêş bike, hêza mezinkirina kesekî serkeftî û hevseng e ku dikare sûdê bide civak û welatê xwe.”