Platformek ji bo huner û afirîneriya jinan: Navenda Kezwan
Rêvebera Navenda Kezwan a Çand û Hunera Jinan a bajarê Hesekê Yusra Ilyas, da zanîn ku ji gelek pêkhateyan mirov tevlî xebatên wan ên çand û hunerê dibin û diyar kir ku bi felsefeya neteweya demokratîk dê hemû pêkhate çanda xwe biparêzin.

ZEYNEB ÎSA
Hesekê – Navenda Kezwan a Çand û Hunera Jinan a Hîlala Zêrîn li Hesekê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê platformek ji bo ronîkirina deng û afirîneriya jinan e. Bi riya çalakiyên hunerî û çandî yên cihêreng, navend cihek ji bo derbirîna azad peyda dike, mîrateya herêmê diparêze û piştgirî dide rola jinan a di pêşxistina civakê û xurtkirina hebûna wan a di jiyana çandî de. Rêvebera Navenda Hîlala Zêrîn Kezwan Yusra Ilyas ji ajansa me re behsa kar û xebatên navendê kir.
‘Çanda gelê Kurd a herî kevnar e’
Yusra Ilyas da zanîn ku jin gerek çanda xwe biparêzin û xwedî lê derkevin. Yusra destnîşan kir ku çand ji bo wan hebûn e û wiha got: “Gerek em jin, her dem çand û hebûna xwe biparêzin. Her mirovek bi çanda xwe tê naskirin, em jî weke gelê Kurd bi çanda xwe tên naskirin. Çanda me kevnar e. Dema ku em xwedî li vê çandê derkevin wê civakeke azada were avakirin. Ji ber ku çand û civak bi hev ve girêdayî ye. Heger em çanda xwe neparêzin, wê civak û çanda me qir bibe.”
‘Çandên hemû pêkhateyan li navendê tên pêşkêşkirin’
Yusra Ilyas diyar kir ku hemû pêkhate cihê xwe di Navenda Kezwanê de digrin. Yusra da zanîn ku navê kezwan ji çiyayên Kezwanan hatiye û wiha berdewam kir: “Navenda Hîlala Zêrîn di sala 2021’an de hatiye avakirin. Lê ji bo vekirina navenda Hîlala Zêrîn a Kezwan, ev 3 meh in amadekarî dihat kirin. Ev Navenda Kezwan, ji bo ku hemû pêkhate cihê xwe tê de bigrin û çanda xwe bibarêzin hat vekirin. Ji ber ku felsefeya neteweya demokratîk hemû pêkhateyan di nava xwe de dihewîne bi Kurd, Ereb, Suryan, Ermen, Êzidî, Elewî û Durziyan ve. Di navendê de çanda Suryan, Ermen û Ereb jî di hemû şahiyan de tê pêşkêşkirin. Me xwest em navê navendê bikin Kezwan ji ber ku çiyayê naskirî li bajarê Hesekê Çiyayê Kezwanan e ji bo wê jî me navê navendê kir Kezwan.”
‘Bi avakirina Şoreşa Rojava re me çanda xwe bi pêş xist’
Yusra Ilyas diyar kir ku armanca wan ew e hemû çandan ji bişaftinê biparêzin û wiha domand: “Çanda me bi hezaran salan hatibû tunekirin, em dûrî çanda xwe ketin. Lê bi avakirina Şoreşa Rojava re, em xwedî li çanda xwe derdikevin, çanda xwe diparêzin. Ji bo wê jî armanca me ew e ku ne tenê ya gelê Kurd, em çanda hemû pêkhateyan ji bişaftinê biparêzin. Gelek zehmetî hatin kişandin. Berî ku şoreşa Rojava destpê bike me kar û xebatên xwe bi awaweyekî veşartî dikir. Bi avakirina Şoreşa Rojava re me çanda xwe bi pêş xist, lê gel zarokên xwe zû bi zû nedişand çandê. Digotin çawa zarokên me derkevin ser dikê bistirên an jî dîlan bigrin. Her tiştî şerm didîtin lê bi ziyaretkirina malan me çandê bi gel da naskirin êdî dayîkên temen mezin dixwestin werin dengbêjiyê bikin. Koma dayîk û zarokan hat avakirin lê roj bi roj ev zehmetî ji holê rabûn. Êdî gel zarokên xwe dişîne çand û hunerê.”
‘Komên me tevlî gelek şahî û mihrîcanan dibin’
Yusra Ilyas bal kişand ser komên ku cihê xwe di navenda Hîlala Zêrîn a Kezwan de digrin û wiha pê de çû: “Komên ku cihê xwe di navendê de digrin ne tenê yên bajarê Hesekê ne. Komên ji bajarokan jî tên li vir perwerdeyên xwe dibînin. Heftiyê sê rojan perwerde tên dayîn. Koma dayîkan a dengbêjiyê heye, koma gerestên a stranan, komên dîlanê û yên şanoyê hene. Hemû komên me cihê xwe di şahiyan de digrin. Wek şahiya 8’ê Adarê, Cejna Newrozê, 4’ê Nîsanê, 19’ê Tîrmehê û 15’ Tebaxê. Komên me yên zarokan tevlî gelek mihrîcanan bûne di nav de mihrîcana Ş. Berçem jî hebû. Di her cihî de komên me cihê xwe digrin.”
‘Em haziriya gelek projeyan dikin’
Yusra Ilyas da zanîn ku di pêşerojê de wê di navendê de şevbuhêrkan li dar bixin û projeyên cuda bidin avakirin û wiha bi dawî kir: “Di pêşerojê de gelek proje hene em dixwazin di navendê de ava bikin. Beriya niha me şevbuhêrk li dar dixistin, niha jî em haziriya şevbuhêrkên din dikin ji bo li dar bixin, bi dengbêjiyê demeke xweş bi hev re derbas bikin . Di dema li pêşiya me de jî em hazirtiya mihrîcanekê dikin. Banga me ji hemû jinên cîhanê re ew e ku xwedî li çanda xwe derkevin çanda xwe em bi destên xwe biparêzin da ku em civakeke azad ava bikin.”