Muzexaneya ‘Ew Jiyan in’ projeyek afirîneriya jinên Îraqî belge dike
Lêkolînera Îraqî Zeyneb El-Nu’manî ferq kir ku jin beşek girîng ji avakirina şaristaniyê bûn û rola wan ji ya ku di pirtûkan de tê vegotin, pir mezintir e û projeya Muzexaneya ‘Ew Jiyan in’ ava kir.
RECAA HEMÎD REŞÎD
Îraq – Li Îraqa ku tebeqeyên dîrokê bi hev ve girêdayî ne û şaristanî hevdu hembêz dikin, hewldanek çandî ji dayîk bû û navekî eslê jinê bi xwe nîşan dide hilgirt: Muzexaneya ‘Ew Jiyan in’. Ev muzexane ji bo bihêzkirina kesan a bi rêya pêşxistina hişmendiya jinan hatiye veqetandin.
Ew qêrînek ji bo hişmendiyê ye
Ev projeya ku ji hêla lêkolînera Îraqî Zeyneb El-Nu'manî ve hatiye damezrandin û birêvebirin, ji têgeha muzexaneya tîpîk derbas dibe. Ew qêrînek ji bo hişmendiyê ye, encama rêwîtiyek dirêj a keşfê ye ku armanc dike jinên Îraqî vegerîne cihê wan ê rewa. Wek beşdarên yekgirtî yên şaristaniyê, ji şaristaniya Mezopotamyaya kevnar heya roja îro.
Proje di encama lêkolîna li ser dîroka jinên Îraqî de derket
Zeyneb El-Nu'manî destnîşan kir ku fikra projeyê ne biryarek ji nişka ve bûye, encama salan a lêkolîn û lêkolîna li ser dîroka jinên Îraqî bûye. Zeyneb, dîroka jinên Îraqî bi dîroka jinên li çar aliyê cîhanê re berawird kir. Bi demê re, wê dît ku jinên Îraqî di dîroka Mezopotamyayê de qet kesayetên paşguh nebûne, pirî caran di navenda biryardanê de bûne û di şekildana veguherînên mezin de roleke girîng lîstine.
Di nav kesayetiyên ku herî zêde bandor li Zeyneb El-Nu'manî kirin de Şahbanû Kubaba hebû, ku wek yekem jina ku di dîroka mirovahiyê de dewletek bi rê ve bir tê zanîn. Kubaba ne ji ber ku jina padîşah an mîratgirê text bû, ji ber ku biaqil û jîr bû ku gelê wê li dora xwe kom kir, hilkişiya ser desthilatê. Wê ewlehî û aştî ava kir û piştî serketinên xwe di şer de welatê xwe ber bi aramiyê ve bir. Ev mînak, wek ku Zeyneb El-Nu'manî dibêje, bes bû ku têgihîştina wê ya li ser rola jinan di şaristaniya Mezopotamyayê de ji nû ve teşe bide.
Çîrok li Babîlê destpê kir
Zeyneb El-Nu’manî bajarê Babîlê wek xala destpêkê bijart. Ev bajarê ku bi hezaran salan sembola afirandin û jiyanê bû, jinê wek çavkaniya hebûnê û berpirsyara berdewamiya wê didît. Ji ber vê yekê navê muzexaneyê, "Ew Jiyan in" tê vê wateyê ku jin ne tenê beşek ji jiyanê ye, lê jiyan bi xwe ye.
Babîl di heman demê de wek yek ji mezintirîn bajarên ku di dîroka kevnar de têne zanîn tê hesibandin û malek ji şaristaniyên herî kevin e ku şopa xwe li ser mirovahiyê hiştiye. Bajar li qeraxên Firatê li dilê Mezopotamyayê derketiye holê û bi taybetî di sedsala 18’an a berî zayînê de geş bûye.
Bilindahiya rûmeta Babîlê di sedsala 6’an a berî zayînê de hat, dema ku bajar veguherî navendek cîhanî ya zanist, huner û mîmariyê. Di vê serdemê de bû ku Baxçeyên Daleqandî û Deriyê Îştar bi xemlên xwe yên firûzî yên navdar hatin çêkirin.
Bi vê projeyê xwest balê bikşîne ser rola jinan
Ev bajarê ku bi hezaran sal berê jinan wek çavkaniya jiyanê didît, îro vedigere platformekê ku deng, wêne û afirîneriya jinên Îraqî vedigerîne. Wek ku Zeyneb El-Nu'manî rave kir bi damezrandina projeyê re, vîzyona wê berfireh bû û bû platformek belgefîlm, hunerî û çandî ku bi afirîneriya jinên Îraqî yên di hundirê welat û li sirgûnê de eleqedar dibe. Ji ber ku Zeyneb El-Nu'manî dixwest wêneyê stereotîpîk a ku jin tê de kêmkirî ne bişkîne û modelên rolê jin ên ku bandorek rastîn li ser civakê kirine, ronî bike.
Muzexaneyek ku dîwaran derbas dike
Muzexane ji tenê holên ku berhemên dîrokî nîşan didan bêtir bû; ew cîhek zindî bû, temsîlek zindî ya çandê bû. Arşîveke berfireh a pirtûk, rojname û kovarên kêm, ligel berhemên hunerî, cilên folklorîk û berhemên dîrokî yên ku qonaxên cûda yên jiyana jinên Îraqî nîşan didan, dihewîne. Her wiha beşek taybet ji bo huner û pîşeyên kevneşopî yên ku jin di dîrokê de pê re mijûl dibin, vedihewîne. Piraniya van tiştan bi hewldanên kesane yên Zeyneb El-Nu'manî hatine bidestxistin, wek ku ew rave dike, digel beşdariyên hunermend û lêkolîneran hem li hundir û hem jî li derveyî Îraqê.
Muzexane 150 berhemên hunerî dihewîne
Zeyneb El-Nu'manî ragihand ku mûzexane nêzî 150 berhemên hunerî yên bi mezinahî û serdemên cûda dihewîne, ku bi hev re portreyek berfireh a afirîneriya jinên Îraqî di seranserê serdeman de pêk tînin. Di nav vana de 8 peyker hene ku bi wateyek sembolîk a kûr dagirtî ne. Di nav wan de peykerê xwedawenda Babîlî ya ku wek "Xwedawenda Biharê" an xwedawenda avê tê zanîn, berhemek mezin e ku pîroziya avê û rola wê di afirandin û jiyanê de temsîl dike. Her wiha peykerê "Jina Serbilind" jî tê nîşandan, ku sembola hêz û berxwedana jinên Îraqî di seranserê dîrokê de ye.
Peykerên jinên berxwedêr û têkoşer
Perçeyên din ên girîng peykerê jinekê ye ku nan di firûnek axê de dipêje, ku rola jinan di şekildana jiyana rojane û parastina mîratê de tîne ziman; peykerê jinekê ku kelûpelan difroşe da ku malbata xwe xwedî bike, ku xebata dijwar û berxwedana jinên karker temsîl dike û peykerê jineke Sumerî ye ku di nav zozanan de maşûf (kelekek kevneşopî) digere, ku bi awayekî zelal têkiliya di navbera jin, xweza û avê de li başûrê Îraqê nîşan dide.
Her wiha du peyker, yek spî û yek qehweyî, cihêrengiya rengên çerm û pirrengiya çandî di nav civaka Îraqî de temsîl dikin. Peykerê Meryema Keçik, jina ku pêxemberek mezin kiriye nîşan dide, hêza dayîktiyê û rola wê di şekildana nirxên manewî de sembolîze dike. Peykerê Zeyneb Xanim, ku wek yekem jina ku platformek giştî ji bo veguheztin û parastina rastiyê bikar aniye tê dîtin, wêrekî û rola wê ya girîng di belgekirina bûyerên Kerbelayê de destnîşan dike.
Hewldanên parastina mîratê
Zeyneb El-Nu'manî bi rêya planên parastina arşîvê hem di formata kaxezî û hem jî dîjîtal de, beşdarbûna di komxebatên navneteweyî yên li ser parastina berhemên dîrokî de hewl dide ku gihîştina gerdûnî ya muzexaneyê berfireh bike, mîrata şahbanûyên Mezopotamyayê bi afirîneriya jinên hemdem ve girêbide.
Proje tenê bi Îraqê sînordar nemaye
Zeyneb El-Nu'manî destnîşan kir ku proje bi tenê bi Îraqê ve sînordar nebûye, her wiha li Swêd, Avusturalya û Urdunê jî belav bûye, bûye platformek gerdûnî ku afirîneriya jinên Îraqî li her deverê nîşan dide. Zeyneb pabendbûna xwe ya ji bo mîsogerkirina ku muzexane ne tenê çîrokên jinan, di heman demê de aliyên jiyana wan a rojane jî bi rêya cil, pîşe û berhemên dîrokî vedihewîne, tekez kir.
Zehmetî û berxwedan
Zeyneb El-Nu’manî tekez kir ku rêwîtî ne hêsan bûye. Ew rastî zehmetiyên girîng hat, bi taybetî nebûna cihekî muzexaneyek daîmî û piştgiriya darayî ya ne bes. Lê belê, ew dibêje ku bi mîsyona xwe bawer dikir û bi wê rastiyê ku jinên Îraqî heq dikin ku dîroka wan ji bo nifşên pêşerojê were belgekirin û parastin. Vê baweriyê ew motîve kir ku astengiyan derbas bike, heta ku muzexane bû projeyek cîhanî ya naskirî.
Zeyneb tekez kir ku ev hewldan beşdarî pêşkeftina civakê dibin û jinên ciwan teşwîq dikin ku bi fêrbûna ezmûnên jinên afirîner, çi bi serdana muzexaneyê an beşdarbûna çalakiyên çandî yên wê, hişmendî û zanînê bişopînin.
Jin ne tenê hêmanek alîkar a di civakê de ne
Di dawiyê de Zeyneb El-Nu’manî peyamek ji hemû jinan re şand û destnîşan kir ku hişmendiya jinê ber bi avakirina civatek saxlem ve ji hêla nirx û rola xwe ve gava yekem e. Hişyarî û baweriya jinê bi xwe ji bo mezinkirina takekesek hevseng û civatek hevgirtî bingehîn in. Wê zêde kir ku jin ne tenê hêmanek alîkar di jiyanê de ne, her wiha bingeha wê bi xwe ne jî.