Ji bo pirtûka ‘Vegotina şer ji çavên jinên Yemenê’ roja îmzeyê hat lidarxistin

Weqfa Sutur, berhemeke vegotinê ya kolektîf ku di encama perwerdeya 30 nivîskarên jin ên Yemenê de derket holê weşand. Berhem ezmûnên rast ên ku jinan di pêvajoyên şer de jiyane girt dest.

RANIA ABDULLAH

Yemen – Li bajarê Taîzê yê başûrê rojavayê Yemenê, roja 23’ê Gulanê ji bo nasandina pirtûka bi navê ‘Vegotina şer ji çavên jinên Yemenê’ çalakiya îmzeyê hat lidarxistin. Ev berhema ku bi pênûsa jinên nivîskar a hedef dikir bîra şerê Yemenê belge bike ye. Berhemeke projeya çandî û wêjeyê ye. Êşên li pişt şer, koç, bandorên psîkolojîk û travmayên hatin jibîrkirin radixe ber çavan.

Xebata ku ji aliyê Weqfa Pêşxistina Çandî ‘Sutur’hat meşandin, li bajarên cuda yên Yemenê perwerde da nêzî 30 jinên nivîskar. Di pirtûka hevpar a derketiye holê de cih da zêdeyî 20 vegotinên pêvajoyên şer ên di navbera salên 2015-2026’an.

‘Hedefa bigehîn bihêzkirina jinan e’

Midura Weqfa Pêşketina Çandî ya ‘Sutur’ Hanin el-Agvanî, diyar kir ku hedefa bingehîn, bihêzkirina jinan di qada çandê de ye û hewl didn ezmûnên wan bi riya wêjeyê werin dîtin û got: “Proje di destpêkê de tenê Taîzê girt dest, ji ber eleqeya zêde, ji bajarê weke Sana, Aden, Îb û Mukalla bi beşdariya jinên nivîskar berfireh bû. Vegotinên ku di projeyê de hene, bi koç, êrîş, birçîbûn û hestên tevlîhev ên şer ava bûne teşe girtiye. Di şertên şer de, heman xebat ji bo jinên nivîskar gelek sînordar e.”

Xebatên jinan zêdetir xuya dikin

Mîmar Bucra el-Agbarî da zanîn ku çalakî di aliyê qeydkirina çîrokên mexdûrên şer ên nehatine dîtin de girîng e û diyar kir ku travmayên jinan jiyane û bi salan e bêdeng mane, bi van cureyên xebatan xuya dikin.

Şêwirmenda psîkolojîk Rîm el-Absî îfade kir ku proje ne tenê xebateke çandî ye, di heman demê de ji bo jinan qada îfadeya ya bi ewle ava kiriye. Rîm el-Abdî da zanîn ku di pêvajoya ji heqderketina travmayan de, anîna ziman a tiştên ku mirovan jiyane, roleke başkirinê dilîze.

Pirtûk rêbaza berxwedan û piştevaniyê nîşan dide

Ji nivîskarên beşdarî projeyê bûye Tesnîm el-Merunî, anî ziman ku xebat û kêrhatiyên nivîskariyê bi pêşxistiye û di nava qada çandî ku şer ferz kiriye de ji bo xwe qadeke nû vekiriye.

Mevzûna beşa dermansaziyê nivîskar Hanîn Aklan jî îfade kir ku azweriya wê ya nivîsandinê ku ji zarokatiyê ve didome, di demên şer de bûye rêbaza berxwedan û piştevaniyê. Hanîn Aklan anî ziman ku di metna bi navê ‘Guleya di bîrê de’ku di pirtûkê de cih girtiye de, behsa wê dike  ku şer ne tenê ji aliyê fîzîkî ve dibe sedema windahiyan, di heman demê de dibe sedem ku mirov nasname, xeyal û hezkiriyên xwe winda bikin. Hanîn Aklan bang kir ku divê şer bi dawî bibe qadek were vekirin da ku jinên nivîskar bikaribin ji nû ve wêje û hunerê biafirînin.