Şefîqa Fexîr piştî demek dirêj dest bi rêwîtiya xwe ya hunerî kir
Hunermend Şefîqa Fexîr piştî navbera bi salan, rêwîtiya xwe ya afirîneriyê ji nû ve zindî dike û bi azweriyek ku tuvalê xwe li xwe kirî, vedigere. Hunerê vedigerîne qada bîr, nasname û azadiyê.
NECWA RAHÊM
Cezayîr – Wênegir a Cezayîrî Şefîqa Fexîr di salonek tije ronî û reng de disekine, wek şahida rêwîtiyek dirêj a bi sebir û berxwedanê tê dîtin. Tabloyên wê ne tenê berhemên hunerî ku li dîwaran hatî daliqandin e, di asta çîroka jiyana jinek ku neçar maye bi salan xeyalên xwe taloq bike, piştre bi baweriyek kûr û îradeyek bi hêz vegeriyayî ye. Pêşangeha wê ya dawî, ya ‘Ruhê Forman’ li Qesra Çandê ya Mufdî Zekeriya ne tenê tabloyên wê, jiyanek têkoşîn, bêrîkirin û ji nû ve jidayîkbûnê pêşan dide.
‘Min jiyana xwe ya pîşeyî demeke rawestand’
Wênegir Şefîqa Fexîr, dema behsa rêwîtiya xwe ya hunerê dike wiha dibêje: “Di sala 1985’an de min ji dibistana Bilind a Hunerên Ciwan dîploma girt. Piştre di dibistana amadeyî de wek mamoste xebitîm, piştre ji bo ku zarokên xwe mezin bikim, min jiyana xwe ya pîşeyî demeke sekinand.” Ev biryar ji bo wê fedakariyek ku berpirsyartiya dayîktiyê ferz kiriye, lê belê baweriya xwe ya derbarê hunerê dê bi bêdengî di hundirê xwe de bidomîne, tu caran winda nekir.
‘Piştî 20 salan vegeriyam’
Şefîqa Fexîr piştî salên dirêj biyar da ku nasnameya xwe ya hunerê dîsa bi dest bixe. Wê demê ji dilê xwe wiha tîne ziman: “Piştî 20 salan min ji zarokên xwe re got ku ezê dîsa vegerim. Di dibistanek taybet de min dîsa dest bi mamostetiyê kir, min wêne çêdikir û xebatên xwe didan aliyek.” Lê çîroka bingehîn, ji kurê wê yê ku di fikirî ku kêrhatiya wê veşartî nemîne hat. Bi ruyê ken wiha got: “Rojekê kurê min ez teşwîq kirim ku ji min re got divê tu pêşangehekê vekî. Çîrok ji wê derê destpê kir û keda min fêkiyên xwe da.”
Şefîqa Fexîr pêşangeha xwe ya yekem di sala 2013’an de vekir. Piştre pêşangeh û ezmûnên hunerî hev şopandin û di dawiyê de gihîşt vê pêşangeha kurtasiya ezmûna wê ya pîşeyî û hunerî. Şefîqa Fexîr, bi xêzkirina gul û cilên gelerî dest bi rêwîtiya xwe ya hunerî kir. Piştre bajarok kir mijar, piştre berê xwe da hunera razber û di dawiyê de dîmena xwezayê kûr kir. Ev cûr be cûrî ne tenê derbasbûnek di nava mijaran de ye, hewldana lêgerîna wateya di nava heyberan û xwebûnê de bû jî.

Di berhemên wê de jinên Cezayîrê bi awayek bi hêz cih digrin
Di berhemên wê de jinên Cezayîrê bi awayek bi hêz cih digrin. Ne tenê wek rêgezek estetîk, wek sembola bîr, berxwedan û nasnameyê jî cih digre. Şefîqa Fexîr vê nêzîkatiyê wiha tîne ziman: “Min mijarên wek jin û cilên gelerî bijart. Ji ber ku min xwest dayîkên me yên kevneşopiyên xwe diparêzin bi rûmet bikim.”
Ev bal kişandina ser mîrasa çandî û jinê, di tabloyên xwe de li dijî jibîrkirinê, berxwedanek çandî û hemû cûr be cûrên nasnameya Cezayîrê diparêze. Figûrên wê yên jin ne tenê ruyên hatine xêzkirin e, wek parêzvana nazenînî, rûmet û bîra kolektîf a bi sebrê hatî nexşandin derdikeve pêşberî me.
‘Heta min hevjînê xwe qanih kir gelek têkoşiyam’
Şefîqa Fexîr diyar dike ku xêzkirina hunermenên jin ne asan bû, bi taybetî jin hê neçar in xwe nîşan bidin û wiha got: “Yek ji zoriyên ku jin lê rast tên, feraseta mêrê serdest e. Min bi xwe jî heta ku hevjînê xwe qanih kir, gelek têkoşiyam. Piştî çend pêşangehan di dawiyê de wî ev rewş qebûl kir.” Li pişt van gotinan, têkoşîna bêdeng a dev ji berprisyartiya malbatê û baweriyan bernedayî û ji bo mafê îfade û hilberînê bernedayî heye.
Tevî hemû tengasiyan, têkiliya Şefîqa Fexîr a bi perwerdê re, wek perçeyek bingehîn ê mîsyona hunerê maye. Hunermenda ku îro di dibistanek a navîn de dixebite, bi kelecan wiha dibêje: “Eleqeyek gelek mezin a zarokan ji bo huner û wêne heye. Gelek xwendekarên keç ku berê min ders daye wan, ketine dibistana bilind a hunerên ciwan. Li gorî min huner ne tenê bi tabloyekê sînordar e, rêya xweşikbûn û ewlehiyê bi xwe ruhê nifşên nû ye.”
‘Divê jin kedê bidin’
Peyama Şefîqa Fexîr ku dixwaze bide jinan, aşkera, jidil û sade ye. Şefîqa peyamek wiha da: “Jin divê ji bo tiştê ku jê hez dike, ked bide. Ger em ji tiştekî hez bikin, divê em dev jê bernedin.” Ev gotin, kurtasiya ezmûna jinek ku piştî salan vegeriyaye xeyalên xwe ye û nîşan dide ku azweriya rast nemiriye, huner di heman demê de dikare bibe awayek azadî û serkeftina kesî.”
Pêşangeha bi navê ‘Ruhê Forman’ ku pêşangeha hunerên plastîk a hunermenda Cezayîrî Şefîqa Fexîre ye, ji 6’ê Gulanê heta niha li ‘Galeriya Baya’ a li Qesra Çandê ya Mufdî Zekeriya ya li paytext Cezayîrê didome û dê heta 30’ê Gulanê bidome. Di pêşangehê de 83 tabloyên ku di nava rastî û razberiyê de têkel bûne, cih digrin.