Mîhrîcana Nûjiyan dengê jinên ji dehan welatan gihand hev
Mîhrîcana Nûjiyan ku ji gelek welatan jinan bi sînemayê anî ba hev, di heman demê de nîşan da ku rastiya ku jin pê re rû bi rû ne yek e. Jinên ku ji welatên cûda beşdarî mîhrîcanê bûn, gotin ku mîhrîcan derfetek mezin ji bo jinan ava kiriye.

BÊRÎVAN ÎNATÇÎ
Qamişlo – Mîhrîcana Fîlm a Jinan a Nûjiyan di navbera 25-31’ê Gulanê de li bajarê Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat lidarxistin. 40 filmên ji çar aliyên Kurdistanê, Îranê, Efganistan, welatên Ewropa, Portekîz, Ermenistan, Amerîkaya Latîn û welatên Ereban di mihrîcanê de hatin nîşandan. Berhema keda hevpar a jinên ji welatên cûda jî hat nîşandan.
Filmên ku di mîhrîcanên navnetewî de hatin pêşandan jî cih girtin. Di çarçoveya mihrîcanê de panêlên têkildarî xebatên sînemayê û sînemaya jinan ji aliyê derhênêrên jin ve hatin dayîn. Her wiha li ser navê rojnameger Cîhan Bîlgîn a di êrîşa dewleta Tirk de tevî rojnameger Nazim Daştan hatibû qetilkirin, pêşangeha wêneyan hat lidarxistin.
PDK’ê rê neda derhenêrên jin derbasî Rojava bibin
Ji gelek welatan jin beşdarî mihrîcanê bûn. Dihat payîn ku derhênêrên jin ên ji Rojhilat û Başurê Kurdistanê jî beşdarî mihrîcanê bibin. Lê belê tevî ku destûra derbasbûna wan a ji deriyê Sêmalka hatibû dayîn jî, PDK’ê hatina jinan asteng kir. Digel vê yekê jî ji gelek welatan jinan, ji bo beşdarî mîhrîcanê bibin berê xwe dan Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.
Benameya li parkê zêdetir bal kişand
Mîhrîcana ku 7 rojan berdewam kir, hewaya bajarê Qamişlo jî guhert. Bernameya ku ji danê nîvro heya êvarê li Navenda Mihemed Şêxo dewam dikir, bi gelemperî êvaran jî li Parka Azadî ya bajêr berdewam dikir. Li aliyekê jî, keda destan a jinan li qadê hem hatin pêşandan hem jî hatin firotin.
Ji her temenê mirov li qadê bûn
Li Parka Azadî di hewaya vekirî de temaşekirina fîlman atmosferek cûdatir li mihrîcanê zêde kir. Mirov dikaribû ji her temenê kesan li parkê bibîne ku ji bo temaşekirina fîlman berê xwe dane vir. Li gel beşdariya zêde ya ciwanan kesên bi temen mezin ên li qadê jî, bala me kişand.
Li benda dîtina lawê xwe bû
Di tevahiya 7 rojan de hinek ji bo temaşekirina fîlman hatibûn qadê, hinek kes jî ji bo dîtina nasên xwe yên di fîlman de cih girtine lê paşê di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane. Dayîkek ku bê sebir li benda fîlmê Suwariyên Şengalê bû, bi dilekî germ li bendê bû ku lawê xwe yê jiyana xwe ji dest daye, carekê din bibîne.
Serpêhatiya Aurora, berxwedaniya Hêza
Ji nav gelek filmên ku hatin pêşandan Aurora’s Sunrise û Hêza bandorekî mezin li temaşevanan kir. “Aurora’s Sunrise” a ku derhenêriya wê Inna Sahakyan dike û keda hevpar a Ermenistan, Litvanya, Almanya ye çîroka rastîn a Aurora Mardiganian vedibêje. Aurora jineke ku ji Qirkirina Ermeniyan a 1915’an filitî ye û di qirkirinê de malbata xwe winda kiriye, bi zorê neçarî koletiyê hatiye hiştin û koçberiya bi darê zorê jiyaye. Dema Aurora’s Sunrise hat temaşekirin, temaşevan nekarîn bi rondikên xwe.
Yek ji filmên ku herî zêde bandorê li temaşevanan kir jî belgefîlma Hêza ya bi derhenêriya Derya Denîz hatiye çêkirin bû. Belgefîlm bi revandina Hêzayê Êzidî ji aliyê DAIŞê ve, zehmetiyên wê yên di dîlgirtinê de, hewldanên wê yên dubare yên xwekuştinê û reva wê ya dawî di sala 2015’an de dest pê dike. Piştî revê, ew vedigere Şengalê û tevlî Yekîneyên Jinên Êzidî (YJŞ) dibe û dibe fermandar. Di sala 2016’an de, ew beşdarî operasyona rizgarkirina Reqayê ji DAIŞ’ê dibe û di sala 2017’an de, ew malbata ku di dema dîlgirtinê de alîkariya wê kiriye dibîne. Fîlm êş, berxwedana wê û lêgerîna wê ya edaletê ya Hêzayê eşkere dike. Çîroka Hêza ya ku beşdarên mihrîcanê bi baldarî lê temaşe kirin jî li ser lingan çepik girt.
Dengê jinên ji welatên cûda gihand hev
Li aliyê din gelek filmên din ên mîna Anqa ya derhêner Helîn Çelik ku balê dikşîne ser serpêhatiya 3 jinên Urdunî, A picture to remeber (Wêneyek ji bo bîranînê) ya derhêner Olga Chernykh, Sima’s Song (Strana Sîma) ya derhêner Roya Sadat ku balê dikşîne ser serpêhatiya du jinên Efganî jî di nav filmên herî zêde bal kişandin de bûn.
Mihrîcana fîlm a Jinan a Nûjiyan ku ji gelek welatan jinan bi xebatên çandî û hunerî anî ba hevdû, di heman demê de jî nîşan da ku rastiya ku jin pê re rû bi rû ne, êşên ku hatine jiyankirin hevpar in. Di vê wateyê de bi anîna jinan a ba hev ya rast mihrîcan mîna navê xwe bû xebatekî ku bikaribe têkoşîna jinan a cîhanê jî bîne gel hevdû.
‘Dixwazim vê derê zêdetir nas bikim’
Hevseroka Festîvala Fîlmên Jinê ya Olhares de Mediterraneo, Silvia de Marco ya ji Portekîzê beşdarî mîhrîcanê bûbû û Isabella Balena ya ji Îtalyayê hatibû bi xwe di warê wênekeşiyê de pispor e, têkildarî beşdariya xwe ya mihrîcanê ji ajansa me re axivîn.
Silvia de Marco têkildarî xebatên ku ew dimeşîne wiha got: “Ez hevseroka Festîvala Fîlmên Jinê ya Olhares de Mediterraneo me. Ev festîvala jinan a herî kevin a çêkirina fîlman e li Portekizê. Me di sala 2014’an de destpê kir û îsal sala me ya 12’an e. Ez bername çêdikim û bi produksuyonê re dibim alîkar.”
Silvia de Marco ya ku di heman demê de çavderiyên xwe yê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê anî ziman wiha got: “Ez dihizirim ku hefteyeke ji bo naskirina rewşa vir ne bes e. Berî ku ez werim vir min kêmekî li ser xwend û lêkolîn li ser têkoşîn û dîroka ku li vir hatiye jiyankirin, kir. Ji ber ku ez dizanim çîrokeke duvûdirêj e. Aniha li vir ez hîs dikim ku ez dixwazim zedetir fêm bikim û nas bikim. Ez kêfxweş im ku piştî Festîvalê ez hefteyeke din li vir bimînim. Ez dixwazim bi kesên ji vê derê re sohbet bikim ji bo ku ez herêmê baştir fam bikim."
Silvia de Marco ya ku li ser atmosfera mîhrîcanê got “Niha em bi hev re di festîvalê de ne û ez gelek enerjî digirim ji vir. Gelek jinan dibînim ku gelek tiştan balkêş dikin" û wiha domand: “Ev hesteke pir xurt e û ez dibînim li vir însan hene ku gelek karên girîng dikin, ku tiştekî di cîhanê de biguherin. Lê di heman demê de ez li dervayî bajêr jiyaneke normal dibînim, dixwazim wê fem bikim ji ber ku ez dizanim li dervayê festîvalê jî gelek tiştên girîng diqewim in. Pêwîstî zêdetir bi naskriianwan tiştan dibînim."
‘Fîlmên hatin hilbijartin balkêş in’
Ev festîvalekî pir girîng e. Festîvala Fîlmên Jinan li Rojava gavekî pir girîng e. Di heman demê de filmên ku hatine hilbijartin pir balkêş in. Hinek fîlm pir xurt in. Carnan ez dihizirim ku belkî dixwazim fîlmek sivik temaşe bikim, ji ber ku jiyan bi xwe zehmet e. Lê piştre ez fam dikim çima ye. Em di Festîvala xwe de jî wan nîşan didin, ji ber ku em dizanin pir girîng e. Ji ber vê ez dibêjim hilbijartina fîlman pir balkêş e. Li kêleka vê dixwazim bêjim ku me hevkarî kiriye di aliyê bername de. Ji ber vê ez gelek pê serbilind im ku Festîvala me û Festîvala vir piştiriya hev dikin.”
Silvia de Marco bal kişand ser beşdariya jinên ciwan a li mihrîcanê û got: “Tiştek ku ez gelek girîng dibînim ev e ku gelek jinên ciwan tevlî vê Festîvalê dibin, di aliyê wan de fîlm nîşan didin an jî wêne çêdikin. Me çend semîner jî dan û ev bi rastî jî dihêle ku ez difikirim peşketin çêdibe û pêşaroja me wê cuda be. Sînema gelek girîng e wek amûrek komunîkasyonê û wek amûrek veguhertinê. Ji ber ku çîrokeke ku em behs dikin û çawa em behs dikin, gelek girîng e ji bo guhertina civakê."
‘Sînema dikare jinan bîne ba hev’
Em hînî çîrokên mainstream (çîrokên ku xitabî gelek aliyan dikin) bûn. Em hînî dîroka ku ji destê ku serkeftin hatiye nivîsandin, bûn. Niha wext hatiye ku însanên ku ji berê de dengê wan tunebû, dengê xwe bi dest bixin. Bi awayekî sînemaya xwe çêkin, fîlmê xwe çêkin, wek fîlmên xwe ji gelê Rojava ye. Gelek girîng e ji bo nîşandana helwesta xwe, em li vir in. Ev çîroka me ye. Ev pêşaroja ku em ava dikin e. Ev sînema rêbazek pir vekirî ye ji bo komunkasyonê. Ji ber vê yekê gelek gelek girîng e û dikare bibe pir bi hêz, ji ber ku di milekî de li hestên însanan bandor dike. Di heman demê de zanebûn jî dide, ji ber di her fîlmek de çîrokek heye. Em behsa bûyeran dikin. B riya filman tu dikarî behsa wan bûyeran wek ku çêbûne, bike. Di heman demê de tu dikarî bi awayek hestiyar tevlî însanan jî bike.
‘Dema vegeriyan dê dilê min li vir bimîne’
Ez tenê dixwazim spasiya Festîvala Nujiyan a jinan bikim, ji bo dawetkirina min û hevala min Sara. Ji bo me ev rûmetek pir mezin e. Ev tecrubeyek pir cuda ye ku em hatine vir. Ez vê nabêjim, tenê ji ber ez hevdîtinê dikim. Bi rastî jî ez vê di dilê xwe de hîs dikim. Me ewqas însanên pir xweşik me nas kir. Ew pir şîrîn in û vekirî ne. Ez bawer im wexta ez vegerim, dilê min wê li vir bimîne.”
‘Ji bo naskirinê ji me re bû derfetekî baş’
Wênekêş Isabella Balena jî hestên xwe wiha anî ziman: “Me Şoreşa Jinan a Rojava li Îtalyayê bihîst û lewra min xwest vê cihê û her tiştî ku jinan li vir dikin, nas bikim. Ez hatime vir, ji bo ku ez bi çavê xwe bibînim û ji bo çêkirina belgefîlmek li ser wê. Heya niha derfeta min çênebû ku ez rêxistin û saziyên wê nas bikim. Ji ber ku her kesî bi vê Festîvalê mijûl dibe û em fîlman temaşe dikin. Lê rêxistineke pir balkêş e. Bi taybet balkêş e ji bo me wek însanên ji şaristaniya rojava ne. Ev derfeteke pir baş e ji bo me, ji bo ku em bibînin çi li vir diqewime. Ji bo vê ez bawer im ku tiştê li Rojava diqewmin, derfeteke pir mezin ji bo civakê ye. Ne tenê ji bo Rojava ew derfeteke pir mezin ji bo cîhanê ye jî.”
‘Ev mîhrîcan derfetek mezin e’
Isabella Balena wiha berdewam kir: “Ez bawer im ev cara yekê ye ku ev Festîval tê lidarxistin. Lê ez bawer im ev tiştek pir girîng e ji ber ku em dikarin bibînin ku ev jinên bi hêz ji Rojava çi dikin. Sînema, dîrektor an jî dîrektora televîzyonê gelek tişt dikin. Ji bo vê ez bawer im ji bo cîhana rojavayî û cîhanê giştî, ev derfeteke pir mezin e ji bo naskirina rewşa vir. Di heman demê de ji bo jinan ev der derfeteke ji bo naskirina cîhanê ye. Tiştek ku ez dikarim bibînim, rêxistinbûyînek pir xurt li vir heye. Halbûkî her tim derfeteke jî ji bo pêşxistina Festîvalan jî heye. Ez tenê di dawî de dikarim bêjim, Bravo!”