Li Cezayîrê vîna jinan li dijî paşverûtiyan dîroka şanoyê dinvîse
Tevî ku di Şanoya Neteweyî ya Cezayîrê de di hebûna jinan de başbûnek berbiçav tê jiyîn jî, pirsgirêk hê jî didomin. Lîstikvanên jin di navbera rolên xwe yên malbatî û pîşeyî de asê dibin û gelek tengasiyan dikşînin.
RABIA XERÎS
Cezayîr – Şanoya Cezayîrê, mîna eynika veguherînên civakî û çandî yên welat di dehsalan de jiyaye tê qebûl kirin. Hebûna jinan a li ser dikê jî, mîna mijarek nakok a di navbera kevneşopiyên mîrasgirtî û xwestekên ji bo rizgarî û afirîneriyê de diherike. Ev jî, di navbera redkirin û qebûlkirinê de asê maye û wisa didome. Di çarçoveya 18’emîn Festîvala Şanoya Profesyonel a Neteweyî ya di 22’ê Kanûna 2025’an de dest pê kir û di 1’ê Çileya îsal de bi dawî bû de, gelek lîstik hatin pêşandan.
Bi taybetî jî lîstika bi navê "Pênc Jin û Wesayîtek" a ku çîroka pênc jinên ku heft sal û nîv bi awayekî ji cîhanê îzole jiyane vedibêje, balê kişand. Em bi temaşekirina vê lîstikê ferq bikin ku hebûna jinê ya li ser dika şanoyê, bi awayekî şênber baş bûye. Lê di heman demê de em ferd bikin ku li hinek herêman bandora astengiyên civakî yên hatine mîrasgirtin hê jî didome.
Allalou: Yek ji pêşengên tevgera şanoya Cezayîrê
Dema ku em berê xwe didin destpêka deh saliya sêyemîn a sedsala 20’an, em rastî nakokiyek girîng tên. Zor û zehmetiyên mezin ên ku şanoya zindî bûye, di mijara kişandina jinan û teşwîqkirina wan a ji bo beşdarbûna xebatên şanoyê de dikşîne. Allalou ya ku navê wê ya rastîn Alî Sallalî ye û mîna yek ji pêşengên tevgera şanoya Cezayîrê tê hesibandin, vê rewşê di bîranînek xwe de bi awayekî zelal tîne ziman. Allalou, destnîşan dike ku di vê demê de kêmbûna lîstikvanên jin pirsgirêkek cidî bû û dibêje “tu jin derneket ser dikê.” Allalou, da zanîn ji ber ku civaka muhafezekar jinên ku derdikevin ser dikê red dikir, mêr neçar diman rolên jinan bilîzin.
Hejmara şanogerên jin zêde bû
Piştî salan her çiqas hêdî be jî hinek guhertin hatin jiyîn û lîstikvanên jin ên pêşeng ên Cezayîrî dest bi derketina ser dikê kirin. Di nav wan de lîstikvana Cezayîrî Marîe Suzanne, lîstikvana şanoyê Aïcha Goury ya bi nasnav ‘Kalthoum’ tê zanîn û yek ji kesayetiyek mezin ên şanoya Cezayîrê Nourîa Kessderlî ya navê wê ya rast Hadîce Ben Aïda û yekem stêrka Ereb ku di Festîvala Fîlman a Cannesê de li ser xalîçeya sor meşiya, cih digre.
Di avakirina Civata Hunerê de 15 mêr û tenê 2 jin hebûn
Her wiha heyama damezrandina Civata Hunerê ya Eniya Rizgariya Neteweyî ya di sala 1958’an de li Tûnisê hatiye damezrandin û di dîplomasiya çandî û giştî de roleke girîng lîst, dikare mînak bê nîşandan. Di civata ku berhemên girîng ên mîna "Zarokên Bajarok", "Nemiran", "Ber bi Ronahiyê ve" û "Xwîna Azadan" pêşkêş kir de, li hember 15 lîstikvanên mêr tenê du jinên bi navê Riqîa Drî û Malîka Ibrahîmî cih digirt. Ev yek bi zelalî nîşan dide ku ketina jinan a qada lîstikvaniyê ji ber paşverûtiyên civakî û pêşdaraziyên ku rola jinan sînordar dikirin, çiqas dijwar bû.
Sonya: Şanogera pirsgirêkên jinan ên civakî nîşan dide
Ev rewş heta damezrandina Dibistana Hunerên Şanoyê ya di sala 1964’an de hat avakirin û piştî navê Enstîtuya Neteweyî ya Hunerên Şano û Koreografiyê hate dayîn, bêyî ku di astekî mezin de biguhere ma. Di vê serdemê de, hewildanên ji bo jinên Cezayîrî beşdarî şanoyê bên kirin derketin holê. Di nava vana de Sonya ya hunermendek ku gelek şanoyên ku pirsgirêkên civakî yên ku jin pê re rû bi rû dimînin, cudakarî, tundî û zexta rolan di navbera kar û malbatê de digre dest pêşkêş kir, cih digre. Lîstikên wê yên mîna "Fatîma" û "Hatta Altem", ji bilî performans û derhêneriyê bi hebûna xwe ya nerm jî bandor li nivîsandina şanoyan jî dike re, dikarin bi zelalî di çarçoveya şanoya femînîst de werin nirxandin.
Modaa Zeyneb: Pispora teknîkî û plansaziya şanoyê
Di nava dengên bilind de, tecrûbeya Modaa Zeynep a ciwan derdikeve pêş. Modaa Zeyneb, bi saya şans û coşê xwe di cîhanek ku berê plan nekiribû, lê bi demê re bû beşek ji rêwîtiya wê ya kifşkirina xwe û pêşxistina jêhatîbûnê de dît. Modaa Zeyneb a 20 salî ya mîna jinek ciwan di qada hunerên performansê de di sehneya şanoya herêmî de dixebite, xwedî pisporiya teknîkî ya plansaziya bajarî ye û Enstîtuya Bilind a Biskrayê qedandiye. Modaa Zeyneb der barê destpêkirina xwe de şanoyê de dibêje ku şano ji bo wê qet ne armancek bi zanebûn bûye, lê perçeyekî xeyalên wê yên zarokatiyê yên li ser hebûna wê ya pêşerojê bûye.
Rizgarkirin û nûjenkirina enerjiya bedenî

Modaa Zeyneb, da zanîn bi tesadufî ketiye nava cîhana şanoyê û wiha got: “Ez dema projeyek medyayê ku min bi hevalek xwe ya hunermend re amade dikir, ketim nava şanoyê. Hevala min pêşniyar kir ku ez beşdar bibim û min jî qebûl kir. Min qet hêvî nedikir ku ez di bernameya perwerdehiyê de werim pejirandin û tu car ji ceribandina vê tecrûbeyê poşman nebûm.” Modaa Zeyneb, da zanîn li gorî wê şano ne yekane deriyê azadiya sedîsed e û diyar kir şano ji bo wê bûye qadekî ku dema derdikeve ser dikê, enerjiya di hundirê xwe de azad dike û enerjiyek nû qezenc dike.
‘Gelek jin di hevsengkirina rolên xwe de tengasî dikşînin’
Modaa Zeyneb a îro hebûna jinên Cezayîrê ya li ser dika şanoyê mîna fedakarî bi nav dike, wiha dibêje: “Lîstikvaniya şanoyê, bi tena serê xwe ne zehmet e, lê belê gelek jin di hevsengkirina rolên xwe yên li ser dikê û rolên ku ew di jiyana rast de mîna dayîkan digirin de bi zehmetiyên cidî re rû bi rû dimînin. Digel ku îro li Cezayîrê metna şanoyê ya jinan bi awayekî bihêz hebûna xwe nîşan dide û ji nivîsandinê heta rêveberiyê di rewşa pêşbaziyê de be jî, hê ji astengiyên dîrokî û civakî-çandî yên bi avahiya civakê ve girêdayî re bandor dibe.”
‘Şano di aliyê naverok, şêwaz û avahiyê de gelek cureyan dihewîne’
Modaa Zeyneb, di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku li hinek herêman malbatan hê jî şano ji bo jinan mîna qadekî ne guncaw dibînin û ev yek jî bi tirsa "şerm" an jî fikarên "îtîbarê” çêdibe û wiha got: “Li gorî min ev nêrîn şaş e. Şano bi yek şêwaze re ne sînordar e û di aliyê naverok, şêwaz û avahiyê de gelek cureyan dihewîne. Dema ku şanoya zarokan armanc dike bi performansên kêfxweş zarokan perwerde bike û kesayetiyên wan bipêş bixe, şanoya nedevkî xwe dispêre tevgera fîzîkî û tevgerên rûyî (mîmîkan). Her wiha cureyên şanoya belgefîlm ku agahdarî û hişmendiyê pêşkêş dikin jî hene.”