Li Rojhilatê Kurdistanê merasîma 'Hazar Def'

Bi hezaran jin û mêr bi erbaneyên xwe, tevli merasîma ‘Hazar Def’ a li gundê Degaga yê Rojhilatê Kurdistanê bûn.

NIAN HUSREVÎ

Sine- Li gundê Degaga yê navçeya Servabad a girêdayî bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê, roja 4’ê Nîsanê çaremîn merasîma “Hazar Def” hat lidarxistin. Di merasîma ku bi hezaran jin û mêr ji bajarên Kirmaşan, Merîwan, Dehgolan û Sinêyê bi erbaneyên xwe tevli bûbûn, dîmenên rengîn derketin holê.

Li Rojhilatê Kurdistanê merasîma “Hazar def” 4 sal in tê lidarxistin. Mirovên ku li hemû bajarên Rojhilatê Kurdistanê erbaneyê lêdixin, dibin mêvanên yek ji gundên Palengan, Haşmiz û Degaga û li wir merasîm tê lidarxistin. Beşdarbûna jinan a merasîmê roj bi roj zêde dibe. Merasîma ku vê carê li gundê Degaga tê lidarxistin rastî astengiyên dewleta Îranê hat lê tevî hemû tiştan jî bi hezaran kes ji bo lêdana erbaneyê ku nasnameya Kurdan e, tevli vê merasîmê dibin.

Bandora serhildanên Jin Jiyana Azadî çêbû

Hemû jin ku bi cil û bergên xwe yên gelerî, tevli merasîma Hazar Def a Degaga dibin. Jin bi wêrekî û hêza ku ji şoreşa 'Jin jiyan azadî' girtine, tevli merasîmê bûn.  

'Jin bi erbaneyê xwe îfade dikin'

Farideh K. a ku 48 sal in erbaneyê lêdide, bi gotinên; "Nayê wê wateyê ku erbane amûreke dînî ye û tenê li cihên wek tekê tê lêxistin" wiha got: "Ev amûr di şîn û kêfxweşiya gel de rola xwe dilîze. Dîroka wê digihîje beriya hezar û 400 salan. Ev amûra ku jin pir zêde lêdidin, ji amûreke muzîkê ya dînî derketiye. Bi taybetî em vê yekê di merasîmên Hazar Def de pir zelal dibînin. Erbane amûreke ku muzîka Kurdî temam dike û di destê jinan de derdikeve pêş e.”

Samey Kahnî ya tevlî merasîmê bû jî diyar kir ku ji zarokatiya xwe ve bi dengê erbaneyê mezin bûye û wiha got: “Dayika min erbaneyê lêdixist û em li ber dengê wê radizan. Piştî ku ez hinek din mezin bûn, erbane bû parçeyek jiyana min. Li gorî min jin dikarin bi vê amûra muzîkê xwe îfade bikin û dilê xwe der bikin. Şukur ji xwedê re, me ev amûr ji yekdestdariya mêran derxist.”