Li Annaba Cezayîrê Mîhrîcana Çandî ya Neteweyî ya Şanoya Jinan

Li bajarê Annabayı Cezayîrê, mazûvaniya lidarxistina 8'emîn a mîhrîcana Çandî ya Neteweyî ya Şanoya Jinan dike. Ev çalakî, nêrîneke nûjenkirî dihewîne ku armanca wê xurtkirina hebûna jinan a di qada şanoya Cezayîrî de ye.

RABIYA XARÎS

Cezayîr – Jinên Cezayîrî yên ku beşdarî 8'emîn lidarxistina Mîhrîcana Çandî ya Neteweyî ya Şanoya Jinan a li bajarê Annabayê dibin, tekez kirin ku hebûna nasname û mîratêey di şanoyê de pêdiviyeke hunerî ye, ev yek rê dide şirovekirina nû ya mîratên çandî û jiyaneke nû dide wan. Beşdar li vê mîhrîcanê wek derfetekê dinhêrin ku ji bo afirîneriya jinan asoyên berfireh vedike.

Di bin dirûşma ‘Aqaq’ (Aso) de, bala hezkiriyên şanoyê ber bi ‘Cewherê Rojhilatê Cezayîrê’ ango bajarê Annabayê ve dikişe. Ev bajarê ku li rojhilatê dûr ê welêt û bi qasî 600 kîlometreyan dûrî paytextê ye, mazûvaniya 8'emîn çapa Mîhrîcana Çandî ya Neteweyî ya Şanoya Jinan dike. Mîhrîcan dê ji 30'ê Îlonê heta 5'ê Cotmehê berdewam bike.

Ev çap berhemên jinan jî di nava xwe de digre

Ev beşa mîhrîcanê ku ji aliyê Şanoya Herêmî ya ‘Azzedine Medjoubi’ û Mala Çandê ya ‘Mohamed Boudiaf’ ve tê lidarxistin, xwedî nêrîneke nûjen e ku sînorên kevneşopî derbas dike. Li vir jinên şanoger ne tenê bi rola lîstikvaniyê sînordar dimînin; ew wek xwediyên vîzyonê, nivîskar û derhêner derdikevin pêş û asoyên afirîner vedikin ku cihêrengiya pirsgirêkên jinan di nava civak û qada hunerî de nîşan didin.

Mîhrîcan peykera Hipponia dihewîne

Mîhrîcan peykerê ‘Hipponia ya Annaba’ ya wek hêmaneke navendî ya ku mîrateya dewlemend a bajêr temsîl dike, dihewîne. Navê ‘Hipponia’ ji ‘Hippo’yê’ tê. Ev, navê dîrokî yê kevnar ê Annabayê ye û girêdaneke kûr bi axê re radixe ber çavan. Ev mîrate bi rêya pêkhateyeke hunerî tê nîşandan ku ji du kesayetiyên girîng ên di bîra neteweyî de îlhamê digre: Saint Monica ku sembola jina Numîdî ya bi sebir e û Dihya (Al-Kahina) ku sembola şervana jin a parêzvana axa xwe ye. Ev têkelî hebûneke jinane ava dike ku jinan bi şanoyê ve wek ‘bavê huneran’ girê dide.

Navê mîhrîcanê banga vebûna ber pêşerojê dike

Ev bingeha dîrokî, sernavê mîhrîcanê yê bi navê ‘Afaq’ (Aso) temam dike. Sernavek ku bi awayekî xurt banga vebûna li hember pêşerojê û daxwaza gihîştina destkeftiyên şanoyî yên girîng dike. Ji bo xurtkirina vê aliyê, wêneyên sembolîk bi awayekî bi bandor tekez dikin ku jinên di vê qadê de ne tenê fîgurên estetîk û balkêş in. Ew hêz, şaristanî û berdewamiya çandî temsîl dikin. Ev yek bi zelalî di maskeya şanoyê ya ku ew di destên xwe de digirin de tê xuyakirin.

11 performans di bin çavdêriya akademîk de ne

Ev çapa mîhrîcanê ji pêşkêşiyeke tenê ya dîtbarî û hunerî wêdetir diçe. Ew bi nêzîkatiyeke kûr a rexneyî û rewşenbîrî ve tê pêkanîn ku ji bo nirxandin û diyaloga derbarê 11 performansên şanoyê yên plankirî de derfetê diafirîne. Ji bo vê armancê mîhrîcanê komîteyeke nirxandina rexneyî ava kiriye ku ji komeke bijarte ya akademîsyen û lêkolînerên pispor ên ji zanîngeh û saziyên neteweyî yên cihêreng pêk tê.

Komîte dê bi 11 berhemên sereke û performansên monologê re ku hem ji bo temaşevanên mezin û hem jî ji bo zarokan hatine amadekirin, mijûl bibe û ji bo her pêşandanekê analîzeke rexneyî ya taybet amade bike. Ev analîz dê bibin bingeha nîqaşên piştî performansê yên di forumên rewşenbîrî yên vekirî de. Rexne dê wek amûrên avaker ji bo çavdêrî, kûr fikirîn û danûstandina nêrînan li ser hêmanên cihêreng ên berhema şanoyî xizmetê bikin. Ji nivîsandin, derhênerî, performans, dramaturjî û senografiyê bigre heya lêkolîna têkiliya mirovî ya ku di navbera performans û temaşevanan de tê avakirin.

Înkubatorek afirîner 37 jinên afirîner dicivîne

Di gaveke girîng a rêxistinî de, mîhrîcan cara yekem foruma ‘Rêber û Nivîskarên Projeyên Hunerê yên Jin’ di bin mijara ‘Projeya We, Vîzyona We, Pêşeroja We’ de dest pê dike. Ev însiyatîf afirînerên jin, nivîskar û derhêner dide pêş, raman, senaryo û vîzyonên nû yên ku ew tînin da ku dîmenê şanoya Cezayîrê ji nû ve şekil bidin, nîşan dide.

Forum cîhek taybet ji bo afirînerî, perwerdehî, rêberî û danûstandinê diafirîne, ku sûdê dide 37 jêhatiyên jin ên derketî. Ev însiyatîfa perwerdehiyê li ser du rêyên temamker dixebite. Rêya yekem 24 rêberên projeyan di atolyeyek taybetî de vedihewîne ku danûstandina hunerî, pêşxistina stratejiya ragihandinê û pêşvebirina kar vedihewîne. Ev rê bi pêşkêşkirina giştî ya 20 projeyan li ber panelek profesyonel, bi karanîna formata ‘pîç’ dighîje lûtkeyê da ku rêyên nû ji bo pêşkeftinê veke. Rêya duyemîn ji bo 13 şanonivîsan tê veqetandin, her nivîskarek ji nirxandinek profesyonel sûd werdigre ku xwezaya bêhempa ya senaryoya wê û rêça wê ya pêşkeftinê vedibêje.

Armanca forumê hebûna jinan xurtir bike

Armanca forumê ew e ku hebûna jinan di şanoyê de ji performanseke sade ber bi hilberîn û rêveberiyê ve biguhezîne. Ev yek bi rêya dersên masterê li ser danûstandina çandî, fînansekirin û sponsorgeriyê, her wiha danişînên pêşkêşkirinê li ber panelên pisporan û rêberiya dramaturjiya takekesî, pêk tê. Li gel performans û atolyeyên perwerdeyê, mîhrîcan bi pêşangeha ‘Di Navbera Doh û Îro de’ ya cilên şanoyê yên jinan bîranîna dîtbarî ya şanoyê pîroz dike. Ev pêşangeh hevkariyek di navbera Şanoya Herêmî ya Annaba û Şanoya Neteweyî ya Cezayîrê de afirîneriya jinan ronî dike.

Nêrînên jinan bernameya bihêzkirinê erênî dibînin

Beşdarên vê rûniştinê bi yekdengî pesnê bernameya mîhrîcanê dan, bi taybetî ‘Foruma ji bo jinên pêşeng ên projeyan û nivîskaran’ ew wek gaveke kalîteyî û qadeke bêhempa dîtin.

Derhêner û lîstikvana xwediyê gelek xelatan Leyla Bin Atiya got ku “Foruma ji bo jinên pêşengên projeyan ji bo jinan asoyên nû û girîng vekirine. Li şûna ku wan tenê di rola performankeran de sînordar bike, derfetê dide jinan ku bibin xwediyên projeyan û biryarderên xwedî vîzyoneke hunerî ya zelal.” Leyla  behsa taybetmendiya beşdariya xwe ya di vê çapa mîhrîcanê de kir û wiha vegot: “Piştî ezmûnên berê yên di vê bûyera taybet a jinan de min vê carê bi projeya xwe ya şanoyê ‘Antigone’ rûbirûyê dijwariyeke nû dibûm. Forumê wek derfeta yekem a rastîn dibînim ku ev proje jiyanê bi dest bixe û were pêşkêşkirin û wek baştirîn proje bê bijartin.”

Leyla Bin Atiya bal kişand ser berpirsyariya hunermendê Cezayîrî ya parastina bîr û nasnameyê û veguherandina vê mîrasê bo karekî afirîner ku karibe bala temaşevanên hevdem bikişîne. Leya dibêje: “Ev nêrîn li gel felsefeya mîhrîcanê ye ku di bîranîna peykerê ‘Hippo Regius’ de wek semboleke mayînde ya şaristaniyê xwe nîşan dide.”

‘Ev forum derfeteke rastîn dide ku em bi rêya şîretên pisporan projeya xwe bipêş bixin’

Nivîskara Cezayîrî Hadiya Xazîr, kêfxweşiya xwe ji bo beşdarbûna vê bûyerê bi projeya xwe ya bi navê ‘Ew (Jin) û Bîranîn’ (Hiya wa al-Zakira) anî ziman. Ev projeya ku ji romana wê îlham girtiye, ji bo wergirtina şêwirmendiya taybet û rûbirû hatiye bijartin. Hadiya Xazîr da zanîn ku xebata wê pişta xwe dide bîr, mîras û nasnameyê da ku diyalogeke nû di navbera rabirdû û niha de geş bike.

Di çarçoveya beşdariya xwe ya di bernameya ‘Xwediyên Projeyan’ de, Hadiya Xazîr piştrast kir ku ew  hewl dide berhema ‘Ew (Jin) û Bîranîn’ bîne ser dikê. Ev berhema ku di eslê xwe de romanek e, ji bo şanoyekê ku mijarên bîranîn, nasname, jinbûn û ezmûna mirovî lêkolîn dike, hatiye veguherandin. Hadiya wiha axivî: “Ev forum derfeteke rastîn pêşkêş dike da ku ew bi rêya şîretên pisporan projeya xwe pêş bixe û fêr bibe ka çawa têgeheke wêjeyî dikare bibe berhemeke şanoyî ya temamkirî.”