Belgefilmê Kurdî “Fehîmeya Koçer” li Festîvala Navdewletî ya Urdunê xelata sêyemîn wergirt

Belgefilmê bi navê “Fehîmeya Koçer; Ew Jina ku Tenêtiyê Hilbijart”, di nav 354 filman de di asta navdewletî de karî xelata sêyemîn a Festîvala Navdewletî ya Filmên Aşitiyê ya Urdunê bidest bixe.

Navenda Nûçeyan – Şeşemîn Festîvala Navdewletî ya Filmên Aşitiyê ya Urdunê bi sernavê “Urdun di Çavê Cîhanê de” hate lidarxistin. Piştî nîşandana hemû filman, filmên herî baş hatin hilbijartin û xelat li ser serkeftiyan hatin belavkirin.

Di Nav 354 filman de xelata sêyemîn

Di festîvalê de 354 filmên dirêj, kurtefilm, filmên çîrokî, belgefilm û filmên bi mobîlê ji 22 welatên cîhanê beşdar bûn. Di asta Herêma Kurdistanê de tenê belgefilmê bi navê “Fehîmeya Koçer; Ew Jina ku Tenêtiyê Hilbijart” beşdar bûbû.

Çîroka jineke Germiyanî ya tenê

Ev film nêzî 10 xulekan e. Senaryo û derhênana wê ji aliyê hunermend Cume Kerîm ve hatiye amadekirin û Sebah Husên Narkî wekî alîkarê derhêner cih girtiye. Her wiha Baran Germiyanî jî karê reng û montajê girtiye ser xwe.

Belgefilm behsa çîroka jiyana jineke bi navê “Fehîme” ya bi nasnavê “Koçer” dike ku ji malbata wê 53 kes hatine enfalkirin an jî bi saxî hatine binaxkirin. Niha ji xeynî çend serî sewal, mirîşk û qazên wê tu kes ji bo wê nemaye.

Sûdwergirtina ji dengê hunermendên Germiyanî

Di destpêk û dawiya belgefilmê de, sûd ji dengê hunermendên Germiyanî Mihemed Balaban û Husên Qadir Germiyanî hatiye girtin. Bi vê berhemê re, belgefilmê “Fehîmeya Koçer” serkeftineke girîng a navdewletî bi dest xist û navê herêmê li cîhanê da naskirin.