Li Êlihê Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Jinan dest pê kir
Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Jinan ku bi dirûşmeya “Jina Azad, Hunera Azad” li Êlihê tê lidarxistin bi pêşengeh, panel û nîşandana fîlman dest pê kir.
Êlih – Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Jinan ku bi Organîzasyona Sanatça, Federasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) û Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) bi dirûşmeya “Jina Azad, Hunera Azad” li Êlihê li dar dixin, dest pê kir.
Mîhrîcan bi pêşengeha wênesaz Rûken Ekîncî ya li baxçeyê Şaxa Petrol-Îş a Êlihê dest pê kir û bi panela ku hunermend Devrîm Demîr û Salîha Ayata weke axivîner tev li bûn berdewam kir. Di panela ku li eywana konferansê ya Şaxa Êlihê ya Petrol Îş’ê hate li darxistin de pankarta “Jin jiyan azadî” hate daliqandin. Tevgera Jinên Azad (TJA), Dayikên Aştiyê, Platforma Ked û Demokrasiyê ya Êlihê , Rêxistinên bajêr ên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (HEDEP) û gelek kes beşdarî panelê bûn.
Di panela ku moderatoriya wê şanoger Rûgeş Kirici kir, Seroka Komeleya Çand Huner û Wêjeyê ya Jinan (KASED) Devrîm Demîr li ser mijara “Li Mezopotamyayê qirkirina çandî”, rêvebera KASED’ê Salîha Ayata jî li ser mijara “Di çand û hunerê de sazîbûna jinan” axivîn.
‘Qirkirina çandî timî bûye polîtîkayeke serweran’
Devrîm Demîr, diyar kir ku desthilatan çanda gelan dizî ne û wiha li ser piyan mane û wiha got: “Mezopotamya cihekî ku çanda gelan lê ji dayik bûye mezin bûye û pêşve çûye ye. Çandê li vir nasnameyek avakiriye. Vê nasnameyê bingeha gelê li vir derxistiye holê. Û tevkariyeke mezin li pêşketina wê kiriye. Qirkirina çandê ya ewil a di dîrokê de li Mezopotamyayê çêbûye. Di polîtîkayên roja me de qirkirineke çandî tê ferzkirin. Qirkirina çandî her tim bûye polîtîkayeke serweran. Û ev ji xwe re weke hedef hilbijartine.”
Devrîm Demîr, bal kişand ser êrişên li ser çanda gelê kurd ên ku bi Peymana Lozanê re bûne 4 parçe û got: “Ev peyman bi armanca li Rojava û Başûr erebkirina kurdan, li Rojhilat farskirina kurdan, li Bakur jî tirkirina kurdan hate îmzekirin. Lê niha di merheleya ku hatî de hemû êriş vala hatin derxistin. Kurd li her qadê xwedî li çanda xwe derketin û li hemberî êrişan li ber xwe dan. Niha li cîhanê behsa çanda kurd tê kirin.”
‘Jinan pêşengî kir’
Rêvebera KASED'ê Salîha Ayata jî di axaftina xwe de behsa girîngiya rol û mîsyona jinan a di qada çand û hunerê de kir û wiha got: “Ji bo jinan rola zarok anîn, xwedîkirin, xwarin çêkirin hatiye dayîn. Ji bilî wan tiştek ji bo jinan tuneye. Lê jin bi têkoşînê nîşan da ku maf nayê dayîn tê girtin. Jinan çawa di her qadê de pêşengtî kir di qada çand û hunerê de jî pêşengtî kir.”
‘Jinên kurd ligel êriş û qirkirinan xwedî li çanda xwe derket’
Salîha Ayata, daxuyand ku berhemên jinên kurd heta îro hatin û ev jinên ku xwedî wan berheman e, bûn pêşengên wê têkoşînê û wiha bi lêv kir: “Jinên kurd li dijî ferzkirina exlaqê ya civakê derketin. Piştî ku kurd bûn 4 parçe bi qirkirina çandî re rûbirû man. Înkarkirin heta roja me ya îro jî berdewam dike. Lê jinên kurd ligel êriş û qirkirinan xwedî li çanda xwe derket. Mînak dayik li malê her tim çîrokan vegot, denbêjî ji malê derket û belavî civakê bû. Ev tişt tê wateya parastina çandê."
Piştî axaftinan panel bi pirs û bersivan bi dawî bû.
Di çarçoveya mîhrîcanê de, dê li Salona Dawetê ya Elegancê pêşangeha cil û bergên gelerî pêk bê û dû re jî Eylem Aktaş û Jin MA dê konserekê bidin.