Dîwarên Stadyuma 12’ Adarê bi sembola jinê hate xemilandin
Koma Şopa Orkîd bi Şaredariya Gel ya bajarê Qamişloyê re, bi mebesta 8`ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, ser dîwarên Stadyuma 12’ê Adarê ya bajarê Qamişloyê, bi wêneyên sembola berxwedaniya jinan dike xîz kirin.
Qamişlo – Koma Şopa Orkîd, bi derfetên xwe yên xweser bi ferasetekê etîk yê xweşikbûyînê, bi çêkirina wêneyên dîrokî ya bi pênûsên xwe, bajaran dixemlîne.
Dîwarên Stadyuma 12’ê Adarê, bi wêneyên pakrawanên nemir û keziyên jinan ku sembola berxwedanî û vejînê ne, ji hêla koma Şopa Orkîd, Hevseroka Şaredariyê û Ofîsa Jinê ya Şaredariya bajarê Qamişloyê ve hatin xemilandin.
Koma Şopa Orkîd ku navenda wê li Qamişloyê ye, di`24’ê Hezîrana 2023`yan de hat avakirin. Şopa Orkîd bi derfetên xwe yên xweser dîwaran dixemilîne.