Hunermenda Mexribî hunera zecel û razber dike yek

Naîma Ouhemou, wêne û helbesta gelêrî dike yek û destnîşan dike ku hunermend nikare her tim biryara tiştên ku binvîse an jî hilberîne bide.

RECAA XEYRET 
Mexrib –
Helbestvan û wênesaz Naîma Ouhemou, zecel ango helbestên ku bi zimanê gelêrî tên nivîsandin û hunera razber, bi baweriyên xwe yên li ser pirsgirêkên tevlihev ên mirovî re, mîna rêbazek derbirînê ya lihevhatî qebûl kir. Bi azadiya axaftinê û firçeyê re, ji bo xwe zimanê xwe yê bêhempa yê derbirînê afirand.
Mirov dikare bifikire ku di navbera helbesta gelêrî û hunerên plastîk de, ji aliyê şêweya derbirînê ve dûrbûnek heye. Lê belê, Naîma Ouhemou van her du waran veguherand rewşeke lihevhatî û temamker û hestyariya xwe ya hunerî ya nazik ku bi tecrûbeya mirovî şêwe bûye, him bi rêya helbest û him jî tuvalê anî ziman.

Naîma Ouhemou, him bi rêya helbestên xwe ya zecel û hem jî tabloyên xwe, xwest ku nirx û wateyên mirovî yên ji rastiyên civakî û çandî yên Mexribî xwedî dibe re, derkeve rêwîtiyek mirovî.

Zecel rêwîtiyek jiyanê ye

Naîma Ouhemou, tecrûbeya xwe wiha tîne ziman: “Min ji bo tiştên ku di hundirê min de diqewimin û hestên min ên li ser tiştên ku li dora min diqewimin vebêjim, helbesta zecel nebijart; helbest bi xwe ez  bijartim. Ez li merasîma cenazeyê hevjîna apê xwe bûn. Di navbera wan de dilsoziyek pir xurt hebû. Tevî kesayetiya wî ya xurt, kêliya ku apê min li cîhê vala yê hevjîna xwe temaşe kir û bêhemdî giriya, di bîra min de xêz bû. Dema ku ez vegeriyam malê, min dest bi nivîsandina bandora vê kêliyê ya li ser xwe kir. Ev yekem helbesta ku min nivîsand bû. Piştre, min bi ûcbên cuda helbestên zecel nivîsand.”

 

‘Yên ku îro gotinên pêşiyan diparêzin û vediguhezînin jin in’
Naîma Ouhemou, da zanîn ku li ser mîrateya çandî û mijarên jinan nivîsandiye û wiha pê de çû: “Min tabloyên têkildarî pirsgirêkên jinan jî xêz kir. Ez bawer dikim ku çanda devkî û gotinên pêşiyan ên ku di nav gel de belav dibin, bingeha tecrûbeyên mirovan ên paqij hildigirin û di bingeha vê yekê de hilberînek aydê jinan heye. Li gorî min kesên ku di jiyana rojanê de gotinên pêşiyan diparêzin û vediguhezînin, jin in.”
Naîma Ouhemou, behsa tecrûbeyên helbestvanên jin ên Mexribê yên di warê zecelê de kir û axaftina xwe wiha domand: “Tecrûbeyên jinên Mexribê, ji sînorên ku ji bo jinan hatine xêzkirin derbas dike. Jinên Mexribê bi nivîsandina jêhatî ya helbestên gelêrî di festîvalên helbestê û platformên çandî de hebûnek xurt bidest xistin. Lê tevî vê yekê jî, tecrûbeya jinên Mexribê ya di helbestên gelêrî de têra xwe nabe mijarên lêkolînên rexneyî.”

‘Helbestên jinan bêtir li ser mijarên mirovî û civakî ne’

Naîma Ouhemou, qala cudahiyên di navbera tecrûbeyên jin û mêran de jî kir. Naîma diyar kir ku mijarên siyasî di helbesta gelêrî ya mêran de bêtir derdikevin pêş û ev yek jî bala rexnegiran dikşîne. Naîma ragihand ku helbestên jinan jî, bêtir li ser mijarên mirovî û civakî ye û wateyên xwe bi piranî ji mîrateya devkî ya gelêrî digre.

 


‘Mîrateya çandî ya devkî bi piranî berhema jinan e’
Naîma Ouhemou, destnîşan dike ku helbesta gelêrî jî mîna helbesta klasîk a Ereb li ser sembol, formên estetîkî, wêne, metafor û pîvanan ava dibe, lê belê ji ber ku li ser zimanê axaftinê ye û ji çanda gelêrî tê xwedîkirin, zêdetir nêzî hestên mirovan e. Naîma Ouhemou, wiha got: “Helbesta min bi taybetî mijarên jinan digre dest û ez jinan mîna çavkaniya jiyan û çîrokan dibînim. Li gorî min mîrateya çandî ya devkî piranî berhema jinan e.”

Bi rêya hunera razber xwe îfade dike

Naîma Ouhemou, dibêje ku ew nizane kengê firçeyê hilde an jî kengê helbestek zecel binivîse. Naîma da zanîn li gorî rewşên dijî û çavderiyên wê, cûreya îfadekirina wê diguhere û wiha axivî: "Ez biryar nadim ku kengî wêne çêkim an jî kengî helbestê binvîsim. Afirînerî li gorî rewşa hestyarî ya ku di hundirê min de derdikeve holê tê; carna mîna helbesteke zecel û carna jî mîna tabloyek razber ku bi firçeyekê li ser tuvalê. Carna dema ku ez li metbexê mijûl im, ez dest bi lêgerîna  pênûs û kaxezê dikim. Ez tiştên tên bîra min dinvîsim û piştre temam dikim. An jî carna xêzên pêşîn ên tabloyekê xêz dikim û piştre temam dikim.”

‘Wênesazî ji bo min, qadek nefesgirtinê ye’

Naîma da zanîn ku hunermend bi gelemperî bi zanebûn biryar nadin kengê binvîsin an jî biafirînin: “Afirînerî rewşek rûhî ye ku serdana mirovê dike û li gorî şert û mercên ew tê araste dike ku hestên xwe bi awayê herî guncaw îfade dike.”
Naîma Ouhemou, di berdewama axaftina xwe de têkildarî hunerên dîtbarî wiha got: "Ez mamosteya hunerên dîtbarî me, min perwerde dît û di vî warî de pispor bûm. Ez jî mîna wênesazên din, bi taybetî realîm ji hemû tevgerên klasîk derbas bûm. Di dawiyê de li ser hunera razber ku min xwe tê de dît, sekinîm. Wênesazî ji bo min, qadek nefesgirtinê ye ku ez hest û çavderiyên xwe bêyî bi gotinan vebêjim, îfade dikim.”
Naîma diyar kir di sala 2016’an de bi wênesazek din re beşdarî pêşangeha ku di çarçoveya Konferansa Guherîna Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî (COP22) de li Marakaşê hatiye lidarxistin re bûye. Naîma ragihand ku tabloya wê ya bi mijara jîngehê ya bi navê "The Groan" hê jî li Akademiya Perwerde û Fêrbûnê ya Herêmî ya Marakeşê daliqandî ye.

‘Min bi rêya reng û şêweyên geometrîk tecrûbeyek dîtbarî ya bihêz diafirand’

Naîma Ouhemou, destnîşan kir ku hunera razber jê re derfet nîne ku nûjenkirina domdar û karanîna amûrên cûda bikar bîne û got: “Min bi rêya reng û şêweyên geometrîk tecrûbeyek dîtbarî ya bihêz diafirand. Ev şêwaz ji bo hezkiriyên hunerê qada şîrovekirinek azad mîsoger dike û bêyî peyvan di navbera hunermend û temaşevan de têkiliyek diafirîne.”
Naîma Ouhemou, bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Hevgirtina helbest û wênesaziyê derfet dide ku ez bi xeyal, dilşikestin û hêviyên xwe re xwe di qadekî berfireh de îfade bikim. Li gorî min ev her du qad li gelek xalan hevbir in û jêveneger in. Ji ber ku her du jî mîna du pencereyên fireh ên di cîhanê de vedibin e.”