Koma Keçên Kurdistanê li Silêmaniyê konserek da
Koma Keçên Kurdistanê bi beşdarbûna hejmarek rewşenbîr, hunermend û beşên cuda yên civakê konserek taybet li dar xist û yekem car hunermendên ji çar aliyên Kuridstanê li ser heman dikê anîn ba hev.
Silêmanî – Koma Keçên Kurdistanê duh êvarê li Silêmaniyê konserek li dar xist. Di konserê de çend stranên resen ên Kurdî û gelêrî hatin pêşkêşkirin û hunermendên ji çar aliyên Kurdistanê bi hev re derketin ser dikê.
Konser ji aliyê Maestro Hogar Mihemed, stranbêj Zinwi Ravî, Siwa Kamil, Zyan Waladî û Nozan Burhan ve hat birêvebirin. Di konserê de stranên weke Kanî Spî, Chamke Nalî, Xosha Hawramabad, Miraj, Niştiman, Baharhatawa, Azkcham, Sarway Bayan hatin pêşkêşkirin û koroya Jinan a Kezhawa dikê bi berhemên Kurdî xemiland.
'Bila ciwan xwedî li çanda xwe derkevin'
Endama Koma Keçên Kurdistanê, Nojan Burhan got: "Ev bû hefteyek em provayên xwe dikin û ev kom di demek kurt de dikaribûye xwe di nava gel de bi cih bike. Divê gel li pey hunermendên mezin ên Kurd be. Li ser navê hunera nûjen stranan xerab nekin. Divê ciwan xwedî li çanda xwe derkevin."
'Muzîk ragihandina hestên hevpar e'
Nojan Burhan tekez kir ku hewl didin çand û reseniya Kurdî biparêzin û wiha dawî li gotinên xwe anî: "Em hewl didin çanda Kurdî ragihînin nifşên pêşerojê. Muzîk beşek ji ragihandina hestên hevpar e ji bo têgihîştina çanda neteweyên cuda. Werin em çend kêliyên aramiyê bidin giyanê hev."
Stranbêj Zinwî Rawî jî got: “Ez weke endama Koma Keçên Kurdistanê ji Xaneqînê hatim. Ez weke stranbêj bi zimanê Lorî û Kelhorî distrêm. Ev konser ji aliyê Dr. Taha Resûl ve hat organîzekirin.”