Koçberên Efrînê tevî zehmetiyan jî çand û hunera xwe zindî dikin
Jinên Efrînî yên ku 8 salin ji cih û warên xwe koç bûne tenê vegera bi ewle qebûl dikin û di nava kampên penabertiyê de û tevî şertên zehemt, hunera xwe zindî dikin.

SÎLVA ÎBRAHÎM
Tebqa – Ji nava konên penaberan dengê def û bilûrê bilind dibe, lorînên tijî hêvî û di têlên sazan de melodiyên vegerê tên lêxistin. Ew jin koçberên Efrînê ne, di bin şert û mercên zehmet de bi cil û bergên xwe yên filklorîk direqisin û di nava hêviya vegera bi ewle de, mîrateya kevneşopî zindî dikin.
Kantona Efrînê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji bilî naskirina xwe ya bi darên zeytûnan û xwezaya xwe ya muezem, bi dewlemendiyên xwe yên çandî û hunerî jî navdar e. Şêniyên wê xwedî dengekî zêrîn in û di hunera lêdana def û pifkirina bilûrê de jî hosta ye.
‘Em ê bi biryardarî çanda xwe biparêzin’
Leyla Reşîd, 7 sal in endama Tevgera Hîlala Zêrîn e û di Koma Folklorê ya Şehîd Mizkîn a li Şehbayê de, stranan dibêje. Leyla Reşîd, destnîşan kir ku çand nasname û dîroka gelekî ye û wiha dibêje: “Ruxmê ku em ji cih û warên xwe bûn jî me destûr neda zehmetî pêşî li xebatên me yên ji bo zindîkirina kevneşopiyên me, bigre.”
Gelê Efrînê yê piştî koçberiya xwe ya ewil a di sala 2018’an de, koçî Şehba û piştre jî Tebqa û deverên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûn, hunera xwe berdewam kirin. Du komên nû ava kirin. Yek; Koma govendê ya Zarya Zêrîn û Koma Muzîkê ya Xwebûn. Leyla Reşîd, wiha dibêje: “Ruxmê ku em du caran koçber bûn û rastî dagirkeriyê hatin jî em bi biryar in çanda xwe biparêzin.”
Leyla Reşîd, di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: "Ruxmê hebûna me ya kurt a li Tebqayê jî me di gelek konser û festîvalan de cih girt. Tişta ku koma me ji yên din cuda dike, ew e ku hemû endamên me jin in. Jin bi xwezayî, zêdetir girêdayî çand, xweza û axa xwe ne.”
Di bin çadirên koçberiyê çanda xwe diparêzin
Bi def û bilûrê re, derdikevin ser dikê û di nava tilîlî û çepikan de stranên gelerî û reqsên folklorîk hunera xwe pêşkêş dikin. Cil û bergên wan di nava ahengiyê de ne û mîna tabloyeke hunerî xuya dikin. Lê belê, rastiyek ku hemû kes nabîne heye; ev kom, reqs û muzîka xwe di konan de di bin germahî û hewaya sar de pêk tînin.
‘Em bi derfetên sînordar û di şert û mercên heyî de hunera xwe zindî dikin’
Leyla Reşîd, bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Zehmetiyan qet astengî çênekir. Em bi derfetên sînordar û di şert û mercên heyî de hunera xwe zindî dikin, ji ber ramanên bihêz ên di bîra me de zindî ne, me neçarî pêşketinê dikin. Xweşikbûn, çem, çiya û çanda Efrînê, di bîra me de mîna bîranînek zindî dimîne û di nava van şert û mercan de ji bo berxwedana me dibe çavkaniyeke hêzê."
Ruxmê êşên koçberiyê jî bi def û bilûrê re direqisin
Efrînî ruxmê ku du caran koçber bûn jî tevî êşên xwe direqisin. Endama Koma Govendê ya Zarya Zêrîn Nisrîn Mamo, wiha dibêje: "Em teslîmê êşa xwe nebûn an jî ranewestiyan. Em hê jî direqisin û em ê heta vegerin Efrînê berdewam bikin.”
Nisrîn Mamo, diyar kir ku Efrîn bi def û bilûra xwe navdar e û got: “Dema em ji Efrînê koçber bûn, çanda me bi me re hat. Def û bilûra me, hem di êşê de hem jî kêfxweşiyên me de bi me re bû. Koma ku me li Kampa Aştiyê ya Tebqayê ava kir, ji 12 kesan pêk tê û muzîka wan bi van her du amûran tê lêxistin. Me di gelek çalakiyan de cih girt. Wek Cejna Newrozê, Roja Jinan a Cîhanê û Rojbûna Abdullah Ocalan. Aliyê taybet ê koma me jî ew e ku xwedî rîtmeke taybet a aydê Efrînê ye.”
Di konan de fêrî sazê bûn
Rûbî Muhamed jî muzîkjenek e di Koma Muzîkê ya Xwebûn de stranan dibêje û sazê lêdixe. Rûbî Muhamed a di 7 saliya xwe de ji Efrîn koçber bûye û di 9 saliya xwe de fêrî sazê bûye, wiha got: "Ez li Kampa Şehbayê ango di konekî de di şert û mercên koçberiyê de fêrî sazê bûm. Dayika min ji bo ferbûna sazê piştgirî da min û ji bo min mamosteyek dît. Ez tenê bi sazê û stranan sînordar nemam, min hemû zarokan jî fêrî strangotin û muzîkê kir. Me hemûyan bi hev ra komên hunerê ava kir û li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di gelek çalakiyan de me cih girt. Piştî ku em koçber bûn, me komên xwe ji nû ve ava kir. Ez niha di koma Xawebûn de stranan dibêjim. Ez hewl didim xwe di vê qadê de bi pêş bixim.”
‘Ruxmê hemû zehmetiyan jî em xebatên xwe didomînin’
Rûbî Muhamed, di berdewamiya axaftina xwe bal kişand ser zehmetiyan û wiha domand: "Di van konan de germahî di asta herî bilind de ye. Beriya çend hefteyan, li kampekî Reqayê sê zarokan jiyana xwe ji dest dan û her wiha ji ber tavê û nexweşiyan zarokên biçûk jî di şert û mercên zehmet de ne. Ruxmê vê yekê, em di van konan de xebatên xwe didomînin.”
Rûbî Muhamed, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Em di van konan de perwerde digrin û ruxmê van zehmetiyan jî tenê ji bo hêviya vegera Efrînê li ber xwe didin.”