Jinên ku xalîçe û selikan çêdikin mîrateya xwe ya dîrokî diparêzin
Jinên ku li bajarê Minbicê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xalîçe diçêrînin û selikan çêdikin, parastina mîrateya dîrokî ya berê didomînin.
SÎLVA EL-ÎBRAHÎM
Minbic- Çêkirina xalîçe û selikên ku bi rêbazên kevneşopî tên çêkirin, tevî serdestiya pîşesaziya modern a di sedsala 21’ê de, çandeke ku heta îro bi destên jinan xwe parastiye. Jinên ku di wê baweriyê de ne ku parastina mîrateya çandî erka wan e, tevî pêşketina pîşesaziyê jî dest ji vê mîrateyê bernadin û xebatên xwe yên destan didomînin.
Amuna El-Berhawî ya 75 salî ku ji gundê El-Kack ê rojhilatê bajarê Minbicê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye, di çêkirina xalîçeyan de hosta ye. Ammuna El-Berhawî ku wek aşê genim hîn jî amûrên ku di dehsalên borî de bi kar aniye û diparêze wiha got: “Ez 20 salî bûm diya min fêrî çêkirina xalîçeyan kir. Me destpêkê postê pezan jê dikir dû re hiriya wan bi şehekî diranê wî zirav paqij dikir. Piştre me hiriyê wisa rêz di hiriyên ku bûne têlê tenik me rêz dikir kir. Me têlên tenik stûrtir û hişktir dikirin da ku ji bo xalîçeyê amade bin.”
Ji bo çêkirina xalîçeyek salek pêwîst e
Ammuna Al-Barhawî di berdevamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ji bo çêkirina xalîçeyek salek pêwîst e û wiha pê de çû: “Xebata kolektîf her çi dibe bila bibe kar hêsantir dike. Ji ber vê jî wextek kêm û hesas jê re divê. Xalîçeyên ku bi destên xwe çêkirin min da keç û hinek hevalên xwe. Xalîçeyên ku min beriya 40 û beriya 35 sal çêkiribû min gel xwe veşartiye.”
Kevirên aşê bi kar tînin
Amûna El-Berhawî ya ku îro hîna jî hiriyê direşîne, rexne li rîsên ku îro tên çêkirin kir û got: “Ez gelek caran riştên destan bi kar tînim, ji ber ku rîsên bi makîneyan tên çêkirin pir tenik û bê kalîte ne. Ji xeynî xalîçeyan, jinan ji bo şikandina genim, ceh û nîskê kevirên aşên yên beriya 150 salam tên bikaranîn. Di salên borî de ji ber ku makîneyên modern tunebûn me genim bi dasên destan berhev dikir, paşê dikeland û di aşê de çêdikir.”
Ammouna Al-Barhawî diyar kir ku bikaranîna aş karekî kolektîf dixwaze û wan tiştan anî ziman: “Mînak dema min genim çêdikir 2 jin hev re kar dike, berê jin li ber kevirên aşê kom dibûn danûstandina kar dikirin. Amûrek herî kevin e ku hê jî di roja me ya îro de tê bikaranîn."
Selikan çêdike
Werda El-Îbrahîm a 70 salî ji gundê El-Bireh dijî selikên ku di 10 saliya xwe de ji xwişk û xaltiya xwe fêr bûye çêdike wiha got: “Çêkirina selikan yek ji hunerên destan e ku jinan di demên borî de bi dest xistiye. Di depokirin û veguhestina nan, sebze, fêkî û tiştên wekî wan de gelek bikaranîna wê heye. Tevî temenê min ê mezin, ez çêkirina selikan wekî hobî û mîrateyek ku bîranînên min tînin bîra min dibînim. Ez hê jî girîngî didim hunerên destan ên kevn. Lê belê, ji ber amûrên nûjen rêjeya kirîna selikan kêm dibe.”
Werde El-Îbrahîm, anî ziman ku ew selikan ji qamîşan çêdikin, şekil û bejna wan li gorî daxwazê tên guhertin û wiha dawî li gotînên anî: "Em ji qamîşên ku li qeraxên çem û robaran şîn dibin çêdikin. Yên rast û giroverên ku ez çêdikim ji bo xemkê li dîwaran tên daliqandin.”