Jinên Kasserine can didin axê
Jinên Kasserine bi hêzkirin û baldariyek mezin bi heriyan firaqan çêdikin û mîrateya bav û kalên xwe û nasnameya mekanên xwe diparêzin. Ev pîşe ne tenê hilberinek e; li dijî jibîrkirinê, bîrek zindî û berxwedanek çandî ye jî.

ÎHLAS HAMRUNI
Tunis – Di berbanga sibeyek li bajarê Kasserinê de, tîrêjên ewil ên rojê ya di paceyên atolyeyek biçûk de derbas dibin, bêhna axa şil bi dûmanên darên ku dişewitin re dibin yek. Li wir, di bin germahiya tîrêjên rojê de hinek jin rûniştine û bi destên xwe axê strînin û bi ji wê heriyê çîrokan ava dikin.
Di vê herêma nasnameya gundewar de, kevneşopiyan red dikin da ku xwe radestî leza demê bikin. Karkeriya heriyê, mîna hunerek resen ku ji aliyê jinan ve bi hostetiyek mezin tê bicîhanîn derdikeve pêş. Ev ne tenê pîşeyek e; dîrokek nûjen dibe, giyanek hunerî ya bi axê re girêdayî ye û awayek jiyanê yê bi kokên pîr û kalan xwe re girêdayî ye. Di her perçeyek heriyê de, çîrokek jiyanê û berxwedanek çandî ya li dijî derketinên jiyana hemdem cîh digre.
Qonaxên Hilberînê
Saliha Omrî ya ku tercûbeya xwe ya karkeriya heriyê vedibêje, bi awayekî hûrgilî wiha dibêje: “Jin destpêkê heriyê amede dike û bi awayekî baldar paqîj dike. Piştre heriyê nerm dike û ji bo teşe bide wê amede dike. Piştre heriya ku kiriye hevîr, datîne cihekî guncaw û di bin tîrêjên germ ên rojê de hêdî hêdî hişk dike. Çêkirina “dîzikê (firaqa ku ji bo pijandina xwarinê ya li ser sobeyê tê bikaranîn) hewceyê malzemeyên bi kalîteya bilind e.”
Saliha Omrî, da zanîn ku jinên ciwan ji bo fêrbûna vê hunerê wext nabînin û destnîşan kir ku lê pêwîst e ev huner derbasî nifşan bibe. Saliha got ku “Ev hûnera pîr û kalên me ye û heta ku kargeh hebin pêwîst e bê parastin. Piştî ku teşedayîn wekirin xilas dibe, jin berhemên xwe li sûkê difroşin. Carna di bin tavê de hişk dikin û carna jî di firûnên kevneşopî de dipijînin.”
Saliha Omrî, diyar kir carna dîzik dişke, lê ji nû ve bi sebirek mezin çêdikin û axaftina xwe wiha domand: “Ev pîşe ne tenê bazirganiyek e; mîrateyek hêja ye jî. Li gorî min ji nû ve bikaranîna mirovan a van berheman, wê hînbûyina xwarina derva kêm bike û wê xwarin zêdetir tenduristir bibe. Firaqên ji heriyê tên çêkirin hem tamek xweş didin xwarinê; hem tenduristir û hem jî otantîk in.”
‘Ji bo her perçeyê eleqeyek taybet tê nîşandan’
Saliha Omrî, hûrguliyên karê xwe wiha tîne ziman: "Em heriyê an ji bazarê an jî ji çiyayan tînin, dikin nava avê û nerm dikin. Piştre bi awayekî baş distrînin û teşe didinê. Bi vî awayî em firaq an jî eşyayên xemilandinê çêdikin. Ji bo her perçeyê eleqeyek taybet tê nîşandan. Piştî ku teşedayîn xilas dibe, carna di bin tavê de em vana hişk dikin û carna jî di firûnên kevneşopî de dipijînin. Her wiha carna em heriyê bi pixûrê re datînin ser agir û bêhna xweş li mekanê belav dibe. Ev erkê me ya rastîn e. Divê em lê xwedî derkevin, ji ber ku ev mîrateya me ya hêja ye. Divê em derbasî nifşên pêşerojê bikin ku hunera me zindî bikin.”
Pîşeyek zehmet û bi ked e
Jina bi navê Berkana Îssavî ya heman pîşeyê dike, da zanîn ku karkeriya heriyê pîşeyek zehmet e û kedek mezin dixwaze. Berkana Îssavî, wiha axivî: “Ez vê pîşeyê, bi hostetiyê fêr bûm. Herî ji cihên dûr tên anîn û di heman demê de dar jî ji erdê tê komkirin.”
Berkana Îssavî, wiha got: “Ez wext û karê xwe baş organîze dikim. Ez carna xwişka xwe ya jiyana xwe ji dest daye bi bîr tînim. Min bi wê re ev kar dikir.” Berkana behsa zehmetiyên kar vegot û da zanîn ku bazar ji bo van berheman ne zindî ye, lewma gelek rojên wan kêfxweş derbas nabe. Berkana diyar kir ku di karê xwe yê rojanê de bi westandin û zehmetiyan re rû bi rû dimîne. Berkana da zanîn ku pêdiviya wan bi piştgirî û alîkariyê heye û axaftina xwe wiha domand: "Em pîr bûne, êdî ji bo vê pîşeyê piştgiriya me nîne. Pêdiviya me bi kesên ku alîkariya me bikin û mîrateya heriyê biparêzin heye. Her çiqas ji bo tenduristiya mirovan pir girîng be jî, şert û mercên xebatê pir zehmet in û mirovan diwestînin.”
Ax mîrateyek e divê bê parastin
Jinên Kasserine tenê firaqên ji heriye çênakin, di heman demê de bîrek zindî û berxwedanek çandî ya bênavber jî ava dikin. Di destê jinan de ax vediguhere, mîrateyek ku tê parastin û derbasî nifşan dibe. Bi vî awayî dengê dapîran, tevî veguhertina demê jî hê tê bihîstin. Jin dibêjin ku “Her perçeya ku em çêdikin, perçeyek ji dîroka Kasserinê ye. Ger em wê winda bikin, em perçeyek ji xwe jî winda dikin."